Ma bakurî mecbûr in ji ala Baþûr hez bikin?
Ev nivîs ne ji aliyê hest, dê bike ku ji layê hiqûqê ve li meseleya alê binêre. Ger mimkûn be heta dawî bixwînin. Paþê gotinek we hebe, navnîþana e-maila min li wir heye.
Meseleya Stankovîc
Pêþî meseleya Stankovîçî. Stankovîç li dinyayê tekane lîstikvanê fûtbolê ye ku bi sê alên cuda beþdarî tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê bûye û têde lîstiye: Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê yên salên 1998, 2006, 2010’an. Her carê alek din pêre bû (1). Fûtbol qet neguheriye lê alên wî guherî ne. Di wê nivîsê de min helwesta xwe ya ji bo alê jî hinek diyar kiribû.
Li Zelandaya Nû ji bo alê referandûm
Aleke Zelandaya Nû heye. Li aliyê jorê alê nîþaneya ala Îngilistanê heye. Ew ji serdema ku Zelandaya Nû di bin destê Îngilistanê de bû ve maye. Hinan xwest vê alê biguherînin, li dor 400 cure xebat ji bo alên nû hatin kirin. Hin jê hatin hilbijartin. Paþê biryar dan ku referandûm çêbikin. Ji bo vê roja 24'ê adara 2016'an referandûm çêkirin. Lê sedî 56,6'ê gel dengê “Na” da û nexwest ala wan bê guherandin. Sedî 6’ên din jî deng bida dê al biguherandana. Referandûm bi 17 mîlyon dolarî bi ser wan de bû mal, lê dîsa jî al neguherî. (2)
Ala "Çar/Bolþevîk/Rus"an
Di destpêka sedsala 20'an de rusan bi ala Rêveberiya Çar dest bi jiyanê kirin. Piþtî demekê di sala 1917’an de Bolþevîk derketin holê, Çar têk birin, Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst ava kirin û ala xwe ya bi stêrk danîn. Di sala 1991'ê de Yekîtiya Sovyetê belav bû, vê carê Federasyona Rusyayê çêbû û federasyonê aleke nû derxist meydanê. Li ser wê axê di sed salan de, ne sed sal jî, ji 1917 heta 1991’ê, yanê 74 salan de 3 caran al guherandin. Kesekî 1916'an de hatibe dinê û 1992'yan de miribe, tê wê maneyê ku di 76 salên jiyana xwe de di bin 3 alan de jiyaye.
Li Koreyê meseleya alan
Welatek heye bi navê KORE. Zimanê wan yek e, ax jî ji dîrokê ve yek e. Lê êdî ew ne welatek e, du welat in; Koreya Bakur û Koreya Baþûr. Ligel ku ew YEK MILET in, lê niha du welatên wan hene û her wiha du alên wan jî.
Ala Spanyayê
Ji nav welatên Ewropayê jî min xwest ez mînakek hilbijêrim, ew jî bila Spanyayê be. Em ji ser vê mînakên re jî hin tiþtan rêz bikin.
Li Spanyayê ala ku niha heye di sala 1981'ê de hatiye bikaranîn. Di salên 1977-81'ê de alek cuda, dema dîktatoriya Franco (1945-1975) de cuda, berî wî, di dema Þerê Navxweyî (salên 1936-39) de aliyan alên cuda bikar anîne. Dîsa di dema Spanyaya Yekemîn (1873-1874) de alek cuda, di dema Spanyaya Duyemîn (1931-1939) de alek cuda bikar anîne. Ew al guherîne lê bi vî awayî: Her sor û zer di ala wan de hebûye (ji sala 1785'an ve, berî wê hemû sipî bû û sembol hebû) lê fîgura li navê guherî ye.
Em ji Ewropayê mînakeke nû jî bidin:
Mînaka niha jî Fransayê ye. Di dema Þerê Cîhanê yê Duyemîn de hêzên fransiz alên cuda bikar anîne. Dema qraliyetan de jî wisa... Gelek caran al bi temamî yan jî rengê wê guherîne. Herî dawî di meha 11’an a 2021’ê de Serokomarê Fransayê rengê ala xwe guhart. Rengê hêþînê zelal kirin tarî. (3)
Ala Agirî
Ala Komara Agirî nêzî ala niha bû. Ferqa wê di rojê de bû. Niha roja li navê bi tîrêjên xwe heye, lê di ala Komara Agirî de ew tîrêj reþ in. Ger serhildana Agirî bi ser biketa dê kurdan niha aleke din hilda, ne ala îro.
Ala Mahabadê
Ala Komara Kurdistan a Mahabadê hinek din cuda bû. “Sor, spî û kesk, li navê rojek û li dor rojê du simbilên genim, piþt jî sembola çiyayan.” (William Aegleton)
Li gor çavkaniyeke din ala Mahabadê wisa bû: Rengên sor, sipî û kesk, li navê rojek zer, qelemek û li dorê du simbêlên genim.
Ala Baþûr
Ala Baþûr (Bi navê xwe yê fermî Herêma Kurdistana Federe) ku niha tê bikar anîn ji rengê sor, sipî û kesk pêk tê, li navê jî rojek zer heye. Piþtî ku di sala 1992'yan de li Baþûr Parlemen tê avakirin bi demekê parlemen bi awayekî fermî vê alê dipejirîne û heta niha bi awayekî fermî bikar tîne.
Ala Rojava
Rojava piþtî sala 2012'yan gav bi gav ber bi xweseriyê ve çû. Heta niha jî hê ber xwe dide. Rêveberiyeke Xweser heye, lê hê ji aliyê Sûriyeya parçebûyî, yan jî ji aliyê welatên derve ve bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin.
Dîsa jî aleke wan heye: Li jor rengê zer, li navê rengê sor û li jêr rengê kesk.
Guherîna pergalan û alan
Li hemû dinyayê pergal dema diguherin biryara guhartina tiþtinên bingehîn jî didin. Dikarin ala xwe jî, sonda xwe jî biguherînin. Niha li Baþûr ev nêzî 30 salan e ala heyî tê bikaranîn, sibe roj li wir em bibêjin komunîst an em bêjin îslamparêz bên desthilatdariyê dibe ku alê biguherînin ku li dinyayê mînakên wisa me rêz kirin. Û dibe ku ev al bi vî awayî bidome jî.
Kongreya Neteweyî
Ji bo kurdan niha rewþek parçeyî heye. Ji aliyê hest ve kurd nebûne yek. Li her çar parçeyan jî hezkiriyên parçeyên din hene. Kurd di Ey Reqîbê de bûne yek, di ziman de yek in, lê di alfabeyê de û ji ber mijara me ya niha di alan de ev yekîtî çênebûye. Ji bo di alê de jî yekîtî çêbibe pêdivî bi biryarên giþtî hene. Mînak, kurd rojek civîneke wekî Kongreya Neteweyî li dar bixin, li wir ji her çar parçeyan delege hebin û bi yek dengî biryaran bigirin ew biryar dê ji bo hemû parçeyan bin. Mînak li ser alek biryarê bigirin, hemû kurd dê li gor wê tevbigerin.
Heta biryareke wisa hiqûqî hebe ji aliyê hestan ve her yek dê der barê alê de tiþtek din hîs bike. Ji aliyê hiqûqî de jî kurdekî/e li ku derê dinyayê dibe bila bibe dikare ala Baþûr, dikare ala Rojava wekî ala xwe bilind bike, hîs bike. Dikare her duyan jî bilind bike.
Mînak li Rojava kesekî dikare ala Baþûr di mîtîngek de bilind bike ev ne sûc e, lê bilind neke jî ne sûc e. Dîsa kesekî dikare li Baþûr ala Rojava bilind bike ev ne sûc e, lê bilind neke jî ne sûc e. Her ku komîteyên amadekar ên van mîtîngan in; ha li Baþûr, ha li Rojava dikarin destûrê bidin bilindkirina vê alê, dikarin nedin jî. Ji aliyê hiqûqî ve di vir de problem nîn e.
Hesta min
Ji aliyê hiqûqî tiþtên heta niha min anîn ziman ji bo min derbas dibin lê ji aliyê hestê ve ez hê jî wekî nivîsa xwe ya berê difikirim (Binêrin çavkanî 1). Bi ya min dilþadiya mirov, aramiya li welatê dijî, azadiya wî/ê, azadiya ramanê wî/ê, parastin û pêþvebirina zimanê wî/ê ji alan muhîmtir in. Jixwe ev tiþt qîmeta alê bilind dikin an kêm dikin. Ji bo mirovan/welatan ziman nikare bê guhartin, ziman her yek e lê al her demê dikarin bêne guherandin.
Roja Alê
Parlemena Herêma Kurdistanê di sala 1999’an de biryar daye ku roja 17’ê berfanbarê wekî Roja Ala Kurdistanê bê qebûlkirin. Her sal gelek kes vê rojê ji ser tora civakî re peyaman diweþînin. Nizanim bû çend sal min dixwest di vê rojê de nivîseke wisa binivîsim. Îro bû qismet. Îsal dê dîsa wê rojê pîroz bikin. Ev nivîsa min jî bila wekî notek ji bo dîrokê li vir bimîne.
Û em bi van gotinan dawî li nivîsê bînin:
Al sembola wê pergalê ne. Ala DYA’yê sembola pergela wan, ya Spanyayê dema Qraliyet hebû ala wan tiþtek din bû, sembol temsîla qrêl bû, niha tiþtek din e. Ala almanan jî sembola pergala wan e. Ê kurdan ku niha parçeyî ne, kîjan parçeyê kurdan bikaribe kurdan biparêze, pergaleke baþ, demokratîk û nizanim çi ava bike, ala wê derê her ku here dê di nav kurdan de xurtir, bi qîmetir bibe. Dem dikare hiqûqê jî biguherîne ku mesela me ya di vê nivîsê de hiqûq bû; dem dikare þikil bide hestan jî.
Em hêvî bikin dê kurd bibin xwedî pergaleke baþ û paþê jî dê al jixwe ji ber xwe ve bilind bibe.
**
Ha, meseleya sernavê, bakurî hez dikin an na ji min re çi? Yan jî ji xwe re aleke nû dibînin an nabînin, ji min re çi? Belkî wê alê bilindtir bikin. Nizanim. Min xwest bêyî hestan, ji aliyê hiqûqê ve jî li meseleyê binêrim. Welhasil gelek dirêj bû…
1- Pirsgirêka alê, mînaka Stankoviç
https://diyarname.com/article.php?Idx=771
2- Zelandaya Nû ala xwe neguhart!
https://diyarname.com/news.php?Idx=21265
3- Fransayê rengê ala xwe guhart
https://diyarname.com/news.php?Idx=52274