Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î
Li seranserê cîhanê, tu nivîskarê/a bi tenêyî ku bê dibistan û bê mamoste fêrî zimanê xwe dibî û pê dinîvisînî. Nivîskarê/a bi tenêyî li cîhanê yê/a di zaroktiya xwe de mamosteyê/a te tu bi zorê fêrî zimanê xwe dikir, ji bo tu bi zimanê xwe diaxivî piþta destê te dida ber daran û li te dixist. Tu nivîskarê/a bi tenêyî yê ew êþ û jana wî darê mamosteyê bi zimanê te nizanibû, di bin çermê destên te de hezkirina te ji zimanê te re zêdetir dikir. Tu nivîskarê/a bi tenêyî yê/a ne dê û ne bavê te, ne xwiþk û ne birayên te nikarin nivîsên te bixwînin.
Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î.
Nivîskarekî/e nekurd dema pirtûkeke serkeftî dinîvisîne, bi deh-hezaran, dibe jî bi sedhezaran bifroþe. Hem ew û hem weþangerê/a wî ji ber vê serkeftinê serbilind in. Xelatên wêjeyê geh bi deh-hezarên dolaran, geh jî bi sedhezaran ji dezgeh û aliyên têkildar bidestdixîne. Dev ji her karî ber dide û li karê xwe yê nivîsandinê vala dibe. Lê tu?
Dema tu pirtûkeke çiqasî serkeftî be jî binîvisînî, sal derbas dibin hetanî ku hejmara daneyên ku têne firotin hezarî derbas dike. Gava weþangerek pirtûka te çap û belav dike, wekî ku xêrekê bi te bike, xwe minetdarê te dibîne. Her tu û weþangerê xwe rastî hev tên, tîne bîra te ku kesek pirtûkên te naxwîne û ew bi çapkirina pirtûkên tirkî fînansa çapkirina pirtûkên te dike û ne ji ciwamêriya wî bûya niha ji zû ve dev ji vî karî berdabû.
Gava weþangerê te wisa got, divê dilê te neþike û dinya li ber çavên te reþ nebe. Wisa jî ji bo xelatan. Gava kurd nivîskarekî/e xwe xelat dikin, yan wêneyê wî/ê yan jî kartoneke an cameke çargoþe çarçove dikin û didin dest wî/ê... Min heta niha nedîtiye xelateke kurdan ya wêjeyê sînorê bîst û pênc dolaran derbaskiriye. Tevî her tiþtî, divê tu bi xelata xwe serbilind bî, ji ber ku ew xelata rûmetê ye. Jixwe rûmet jî ne bi euro û ne jî bi dolaran nayê kirîn.
Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î
Ji bo wergera berhemên nivîskarekî/e nekurd bo zimanên din, ajansên wergerê yên hemû zimanan hene ku navbeynkariyê dikin û pirtûkên nivîskarên xwe bo hemû zimanên sereke li cîhanê didin wergerandin û weþanxaneyan bo wan dibînin. Erê ji bo zimanê te li seranserê cîhanê yek ajanseke wergerê tune ye, yek wergêrê pispor tune ye, ku wê pira di navbera te û zimanên din de, di navbera te û cîhanê de, ava bike. Lê te wisa jî xemnake.
Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î
Te helbest, çîrok û romanên xwe di jêrzemînan de, bi dizî û di nav çar dîwaran de, herdem dixwendin. Kesekî baþ li te guhdarî bike û têbigihîje bê tu çi dibêjî tune bû. Bi ser de jî muxaberat, girtin, gefxwarinên kuþtin û feqîriyê û encamên qedexekirina zimanê tu pê dinîvisînî. Ev hemû bi ser hev de û gelek kelem û dijwariyên din nikarîbûn te ji ser rê dagerînin û te berdewam kir. Rast e, heta tu li jiyanê bî wê kêfa gelek kesan ji te re neyê, wê gelek kes bi her awayî bixwazin te biçûk bixînin û teriyan bi te vekin. Lê dema tu bimrî tuyê paqij bibî, tuyê mezin bibî, tuyê bibî hezkiriyên hemû kurdan li herderê. Wê kurd te di nav deryayên pesindayîn û rêzgirtinê de veþêrin. Ji ber vê tenê yek tiþt ji te tê xwestin, ew jî ev e:
Serê xwe hilde, ku tu nivîskarekî/e kurd î
Bê dewlet, bê dezgeh, bê piþtgirî, bê xwedî û bê xwedan, mîna Sisyphus – Sêzêf ê ku kevirê zimanekî birîndar daniye ser piþta xwe û bi çiyayekî bilind ve hildikiþe. Ne dikare kevir bigihîne serê çiyê û ne jî ew ji hilkiþandina ber bi jor ve diweste.