Pênûsa hoste
Pênûsa ku wekî navgîneke bi nivîsê re heyî bûye, bûye hemdema nivîsê; çendîn nivîs neguherî be bi cerebeyan xwe pircureyî kiribe jî lê pênûsê çendîn dirûv guhertine; wekî mîx, çoyê pîj, perik, pênûsa navê xwe daye pênasa îro ya darinî û metal û vesta jî biþkokên klavye û telefonê. Û yeka din jî heye naye ser zimanan; li ser dîwar û çarþefên zindan û nexweþxaneyên derûniyê þopên tiliya hibra xwe ji xwînê…
Pênûs þîrîka nivîskar a ku poz li ser erdê kaxizê dikudîne; ew nebe nivîs nabe, nivîskar di hewla afirandinê de hewcedarê du þirîkan e, kaxiz û pênûs; du çekên ku nivîskar bêyî wan naçe seyda peyv û çîrokan; wekî serafê bêyî êr û têl nikare teþe bide zêrê, di nav tiliyên xwe de wî bixemilîne…
Çendîn gotine pênûsa xurt jî, lê ew pênas ne bi kurdî ye (“kalemi guçlu” ya ku tirkîhizirînên kurd) ji tirkî xistine nav kurdî ye! Çimkî bi kurdî pênaseyeke wisa tune ye, bi kurdî ‘vebijêrekî baþ, gotinbêjekî baþ, an kesê xwedî rêzikên xurt’ û hwd. tê gotin!
Her çi be jî lê pênûs di ferhenga wêjeyê û hemî lewnên nivîsê de tiþt-objeyeke xurt e.
Ji loma jî ew objeya xurt di nav nivîshezan de bi qîmet e; bo þanenavê, xêzê, nivîsandinê, niþandayînê, heta bo motîvasyonê timî bûye tiþta lê gerînê, ceribandinê; heçî ji destê hezkirî yan hêjayekî/ê ya wekî diyarî tê wergirtin…
A min, bo destnivîsa min xaromaro ye çavên min timî li ya nivîs çak e; bo qisûra nivîsa min a ne bi xeml veþêre…
Heta niha pênûsek ji bîra min neçûye; li dibistana pêþî-þikur ku yên paþîn nebûn nebûm mêjûtirk-î, pênûsa keçeke ji gund hebû qasî tiliya qereqîçikê ya mabû ya nemabû; reþik nerm û çak, wekî rûn tevlê kiribin nivîsa xwe dibiriqî. Me sê kesan ew pênûs diþixuland, dibû sedema pêvçûnan; sparteka min heye bila îþev bi min re bimîne…
Xeynî wê min pênûs nebijartine, ji ber destnivîsa min a ne çak xeynî çavberdana yên qisûrên destnivîsê vediþêrin…
Pênûs parçeyekî nebe nabe ya nivîsê-þîrîka nivîskar e û ji lew re jî bi serê xwe xwedî pênaseyekê ye, lê ew pênase nejiber dirûvê wê yan xweþnivîsa wê; ji ber dest û tiliyên xwe li wê diþidînin li ser erdê kaxizê wê bi nazdarî digerînin hevokeke bi rih dikin e!
Û helbet, ji ber destek wê digire pênûs jî mîna mirovan e; pênûsa dirust jî heye pênûsa nedirust jî!
Yanê tê û disekine; armanca destê bi pênûsê re digire! Û girîngtir jî, þopa li ser kaxizê dihêle… Loma bo pênûsê divê pirs ev be ‘çi’ nivîsiye! Lê di çanda populer de wiha tê pirsîn ‘kê’ nivîsiye! Wekî ku teqezî-qerentî be, ku ‘kê’ nivîsî be îlam tiþtekî awandgard nivîsiye!
Lê, tiþtê ku pênûsê dike diyariyeke nejibîr, yadigariyeke ji hoste mayî, parçeyekî bi qîmet a li muzeyê, nejiber ‘kê’, ji ber ‘tiþtê’ nivîsandiye!
Pênûsa hoste; nizam pênûs hoste ye yan hoste! Lê ya dizanim, dibêm her hal a herî baþ a ku ji bejna xwe qederek ji destgirê xwe re bi destê wî/ê daye neqiþandin û ya herî çak, a hosteyê ji þagirtê/a xwe re bûye mînak û ya herî serketî, ya þagirtê/a ji hosteyê xwe borî...