Qutiya Çopê
Ji nava nivînan derket. Çû mitbaxê. Perdeya þevê da alî. Hêkek danî binê cewzeyê, av bera ser da. Demlig nîvî av kir. Hinek çay avêt binê demligê. Cewze û demlig li ser çaviyên tupê bi cî kir. Berî bikeve serþoyê binê demlig û cewzeyê pêxist.
Kincê xwe ji xwe kir. Di neynikê de ket temaþeya bedena xwe. Biþirî. Memikên xwe firikand... Bask bi lûfikê ketin. Tilî û pêçiyên bikef berî dan newaloka bigirûz, hilm bi avê ket... Heta bêhna bedena ku bûbû warê nalînan hat ber di bin avê de ma.
Ji bin avê derket. Bornoz li xwe pêça. Çû mitbaxê. Çaviya binê cewzeyê reþ kir. Çay dem kir. Berî da odeya xwe.
Hêdî hêdî taþtê xwar. Derê mitbexê girt pace vekir. Dîsa rûniþt. Cixareyek pêxist. Çavek li têlefona xwe gerand. Çend peyam bersivand.
Çû odeya xwe. Nivîn da hev. Soravk li lêvên xwe kir. Parfum reþand ser xwe. Çente avêt piþta xwe. Ji sarincê qutiyek þîr derxist di kisîkê di dest xwe de bi cî kir. Ji mal derket. Dev ji asansorê berda û ji nêrdewanan bilez xwe bera jêr da.
Derê texsiya xwe vekir. Komek pisîk li dorê civiyan. Ji kîsik sê tebaxên plastîk tije êmê pisîkan kir û danî ber koma pisîkan. Qutiya þîr derxist bera sê tebexên din da. Tûþkanî rûniþt, bi dor piþta pisikan firkand. Pisîk li dora wê, êm û erebê diçerixîn. Qederekê bi mistdana pisîkan re bilî bû. Ji çenteyê xwe selpak derxist, devê pisikan pak kir. Bermayî xist kîsikê naylon. Derê texsiyê girt. Bi kîsikê bermayiyan re hêdî hêdî ber bi qutiya çopê ve meþiya, derî rakir jor kîsik avêtê û bi gurminiyê re camên avahiyan hatin xwarê.
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin: