Sê rojên pêþangeha pirtûkan a Frankfurtê
Sala derbasbûyî, ji ber koronayê, pêþangeha pirtûkan ya Frankfurtê ku wekî mezintirîn pêþangeha pirtûkan ya cîhanê tê naskirin, bi awayekî dîjîtal çêbibû. Taybetiya pêþangeha îsal ew bû ku hem bi awayekî normal û bi beþdarbûna 7450 dezgehên ku ji 104 welatan hatibûn li dar ket û hem jî bi awayekî dîjîtal bi beþdarbûna sed û sîh hezar kesî bi rê ve çû.
Hin agahiyên giþtî li ser taybetiyên pêþangehê
Pêþangeh pênc rojan dewam kir: 20-24.10.2021. Yek ji taybetiyên vê pêþangehê jî ew e, ku ji kirîn û firotina pirtûkan wêdetir, bêhtir platformeke hevdîtin û îmzekirina peymanan e. Weþanxane, ajansên wêjeyê, wergêr, nivîskar, dezgeh, pisporên têkildarî hemû cureyên pirtûkan ji çar aliyên cîhanê tên cem hev û peymanan bi hev re îmze dikin. Wiha jî bi dehên axaftinan di heman demê de li dar dikevin, ku hem nivîskar pirtûkên xwe didin naskirin û dixwînin û hem jî behsa pirsgirêk û gelemþeyên wergerê û danûstandinên di nav wêjeyên bi zimanên cuda de tê kirin. Ev kar hemû di her sê rojên pêþiyê de dibin. Roja înê 22.10.2021 piþtî nîro pê ve derî ji serdanên pirîvat re, ji her kesî re vedibe. Du cureyên bilêtan hene, bilêta rojê ya kesê pispor bi 49 Euro û bilêta serdana pirîvat bi 19 Euro bû. Ji ber ku hin hevdîtinên min bi weþanxaneyên almanî re hebûn, diviyabû ez her sê rojên destnîþankirî
21-23.10. herim serdana pêþangehê. Her sal welatekî mêvan heye. Mêvanê îsal yê pêþangehê Kanada bû. Her wiha ji ber koronayê nabe hejmara rojane ya beþdaran bi ser 25.000 kesî bikeve.
Min sê rojan serdana pêþangehê kir
Roja çarþemê 20.10.2021 ji Wuppertalê ber bi Frankfurtê ve bi rê ketim. Dostê min ê kevin, nivîskarê kurd Fêrgîn Melîk Aykoç li malê li benda min bû. Mala wî bi tirênê 20 xulekan dûrî pêþangehê bû. Pilan wiha bû ku ez her sê rojan bi roj mêvanê pêþangehê û bi þev mêvanê dostê sohbetxweþ Fêrgîn Melîk bim. Roja din serê sibehê bayekî xurt li Frankfurtê rabûbû, lê bi derbasbûna pêþangehê re ne fîzefîza ba ma û ne jî serma.
Va ne çend çavdêriyên min:
- Bandora Koronayê siya xwe avêtibû ser her derê, ji maskeyên li ber devê her kesî bigire heta bi þêweyê beþdariya weþanxaneyan.
- Cihên weþanxaneyên mezin ji salên berê biçûktir hatibûn avakirin.
- Liv û tevgera ajansên wêjeyê û beþdarbûna wan sînorkirî bû. Gelekan ji wan bi awayekî dîjîtal karê xwe dikirin.
- Wekî salên berê salona herî bi qelebalix ya weþanxaneyên almanî bû.
- Tu weþanxane û dezgehên kurdan tune bûn. Yên ereban ji bilî dezgehên fermî yên Îmarat û Qeter û dezgeheke misrî çend weþanxane û dezgehên îslamî hebûn. Yên tirkan hin weþanxaneyên biçûk hebûn.
- Sê nivîskarên jin ên alman û “reþ” Jasmina Kuhnke, Annabelle Mandeng, Nikeata Thompson ji ber beþdariya weþanxaneyeke rastgirên radîkal pêþangeh boykot kirin. Beþdariya vê weþanxaneya biçûk ya rastgir (Jungeuropa Verlag) û boykotkirina Kuhnke ku divabû pirtûka xwe ya nû “Dilê reþ” bide nasandin, bû sedema gengeþiyên berfireh.
- Tevî cudahiya ji salên din, dîsa jî liv û tevgera li pêþangehê bê hedan û bê navber berdewam bû.
- Li pêþangehê forûmeke biçûk û çalak ya çepgiran bû hebû. Wan ji bo piþtgiriya girtiyên siyasî wêneyên siyasetmedarên kurd Selahattin Demirtaþ, Gultan Kiþanak û karsaz Osman Kavala daleqandibûn.
Lihevrasthatina li Yavuz Ekinci
Ji ber maskeyên ku nîvê rûyên me girtibûn, eger dostê delal, nivîskarê kurd ê tirkînivîs Yavuz Ekinci nehatiba ber bi min ve, minê ew nasnekiriba. Ji ber ku haya me herduyan ji hev tune bû ku em li heman cihî ne. Bi dîtina wî kêfxweþ bûm, her wisa bi wergera du pirtûkên wî bo almanî. Her wiha ezê di riya vê lihevrasthatinê re jî nas bikim ku hem axaftineke wî ya li ser romana wî (Roja ku mêrek ji çiyayê Amar hat) bi tirkî û almanî heye û hem jî hin axaftinên din li cihekî biçûk bi navê (KulturForum Turkei Deutschland) û ( Forum a Hrant Dink li Koln) hene. Cihekî biçûk bû, lê pir çalak bû.
Serdana baskê Katalonyayê li pêþangehê
Di roja ku pêþangehê dest pê kir de, nûçeya li ser biryara Palemana Katalonyayê, di derbarê naskirina fermî ya statuya rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê de belav bû. Li wir min xwest ku komek ji nivîskarên kurd yên bên serdana pêþangehê, wekî sipasdarî em bi hev re herin serdana Nûneriya Katalonyayê ya li pêþangehê û her yek ji me pirtûkeke xwe wekî diyarî radestî wan bike. Bi þev gava nivîskarên ku wê di vê çalakiya sembolîk de beþdar bibûna xwestin bilêtên xwe bibirin, derket holê ku hejmara kesên ku bilêt birîne gihiþtiye 25.000 kesî. Êdî dereng bû û bilêt qediyabûn. Ji ber vê ez bi tenê çûm serdana Nûneriya Katalonyayê û min “Firîna bi baskên þikestî” û çapa îngilîzî ya “Gava ku masî tî dibin” diyarî wan kir. Ismael Sahun, nûnerê baskê Katalonyayê bi kêfxweþî pêþwaziya min kir û soz da ku diyariya min bigihîne parlemana welatê xwe, cihê ku wê diyariya min a sembolîk heq dike.
Kurd û pêþangeha pirtûkan ya Frankfurtê
Kurd yan wekî îsal beþdarî pêþangehê nabin, yan jî wekî salên berê dema beþdar dibin bê proje tên, wisa destvala tên û destvala vedigerin mala xwe. Gotina ku ez her sal dibêjim, dixwazim îsal jî bi bîr bînim. Eger weþanxane û dezgehên kurdan yên xwedî îmkan bixwazin, ew dikarin deriyê cîhanîbûnê li ber wêjeya kurdî vekin. Pêþangeha Frankfurtê yek ji wan deriyan e ku heta niha kurd bi serhiþkiyeke mezin nêzîkî wî nabin.
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com