• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Dilþêr Bêwar
Dilþêr Bêwar

Dilþêr Bêwar

dilserr.bewarr@gmail.com,dilser_bewar,dilserbewar

XEWN

Dîrok : 20 10 2021

Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahiþt misîna avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûniþt, derpê xwe heta ser çoka xwe ji xwe þiqitand, þirinî jê çû. Rahiþt misînê kêleka xwe çend kulm av reþand cîhê þirikê. Rabû derpê xwe kiþad jor. Xur bi þûna lastika doxina wê ket. Qora xwe xurand. Pêþên dêrî kiþand bin xwe dîsa li ser çoka rûniþt çend kulm ji ava mayî avêt ser çavê xwe. Ser û çavê xwe bi pêþa dêrî zuha kir. Berê xwe da hundir.

Agir berda pêrxingê. Misînê mezin ê di êvar de tije av kiribû danî ser agir. Rahiþt teþta nan û berê xwe da kewarê. Ji stûna ber kewarê bêjing ragirt hêdî hêdî paçê qulika kewarê derxist. Kulm bi kulm ard bera bêjingê da. Wexta êmîn bû têra xwe ard li bêjingê xistiye. Pîne dîsa xist qulika kewarê û berê xwe da ber pêrxîngê. Li ber pêrxingê cilek qetiyayî raxist. Rahiþt misîn, hinek av berda nav teþta ard ,cihê xwe li ber teþtê xweþkir û dest bi histrandina hevîr kir... Teþta hevîr nixumand.

Rabû ser xwe çay demkir. Demlik li kêleka misînê bi cî kir. Ji post hinek toraq bera tasek da. Berê xwe da tenekeya zeytûnan kulmek zeytûn kir sehenek tevî tasek þekir û du îskan danî ser sêniyek. Sênî danî ser cila ber pêrxîngê berê xwe da der... Piþtî çêlek dotin golik berdan. Þîr danî malê dîsa vegeriya tewlê. Golik ji ber çêlekan girtin. Berê çêlakan da der. Li ber derî rahîþt herdu elban û çêlek ajotin. Wexta ji nav garanê vegeriya dît mêrê wê taþtê xwariye. Dûyê cixareya kamaþ mîna ewr xelek bi xelek ji nava lêv û firnikên mêrik berbî kulekê dikiþiya. Bi helkîn herdu elb danîn. Li kêleka merê xwe rûniþt... Deng li mêrê xwe kir.

- Min çêlek tevli garanê kir. Îro tendûra me heye. Ez pêre nagihînim paþê golikan berde.

Mêrik bi bêhntengî wekî çêrî bavê wî kirine. Bi yek dengî go, "temam temam" û ji mal derket.

Jinikê rahiþt qetek nan cût pêre jî ji xwe re çay tije kir. Çend qim li îskanê xist nexist rabû ser xwe.  Makîneya þîr sazgar kir. Hem qulpê makînê badida hem ber xwe de hûr hûr distira. Piþtî þîr li makînê xist, çend kozên agir ji pêrxîngê kir ser kostasiyê û berê xwe da tendûrê. Kozên êgir hêdî hêdî di hundirê tendûrê li ber qula kulfikê bi cî danî. Guniyek û hinek pûþ danî ser agir û du sê teltên sergînan danî dorê. Bi derxistina pîneyê di kulfika tendûrê ra ba fizikî, agir yekser alaw girt û dû berê xwe da kulekê. Þîþa pehn a tendûrê danî ser devê tendûrê. Sitîla biçûk li ser þîþ û devê tendûrê bi cih kir. Sîtil tije av kir û berê xwe nav malê...

Her du zarokên xwe ji xew rakir. Serê wan þûþt û kincên wan lêkir. Zarok yekser derketin der. Piþtî arava serê zarokan li der rijand. Der û dorê tendûrê da hev. Cila qetyayî raxist. Teþta hevir berxwe ve kir anî. Textê girik li ser dikirin danî ser cilê. Hinek ard berda ser text. Tasek av, havlêk û refik girt û li ber text cihê xwe xweþ kir. Bi havlêkê hundirê tendûrê ji tozê vemaliþt... Her carê girikek li ser text pehn dikir piþtre li ser destê xwe çep û rast digerand heta qasî dirêjbûn berahiya refikê bi þikil dikir hevir li ser destan direqisî. Yekcar hevir li refikê dirêj kir. Bi destê rastê rahiþt refikê refik bi diwarê tendûrê ve danî... Zarok hatin mal bi tarifa diya xwe re ji xwe re hevriþk çekirin. Piþtî xwarinê dîsa berî dan navgund. Êdî hevir li ber qedandinê bû. Mêrik di derî de ket hundir.

- Kerê wexta navrojê ye te qet tiþt çênekiriye?

- Tu nabînî va ye li ber tendûrê me. Ka tu here odê ez patileyek çêkim ji me re. Mêrik bêdeng berê xwe da odê. Jinik ji cîhê xwe rabû. Ji post hinek toraqa hêþinbûyî kir tasek û berê xwe da aþxaneya tendûr tê de... Piþtî tepsiya patîle tê de havêt binê tendûrê ji cihê xwe rabû. Bilez der û dor da hev. Legan danî. Kincê xwe ji xwe kir. Bi ava di sitîlê de mayî serê xwe þûþt. Bilez çekên xwe li xwe kir. Patîle ser û bin kir. Nanê xwe di teþta nan de bi cî kir... Rahiþt siniya patîle li ser ber bi odê meþiya... 

Bi dengê zengilê derî re ji xew þiyar bû. Hêdî hêdî ji cihê xwe rabû. Derî vekir. Bi ditina nêviya xwe a ji dibistanê dihat re keniya:

- Qîza kerê ma kilît ji bo çi bi te re ye? Nêviya wê bi tîqetîq keniya maçek diyarî sûretê wê kir û berê xwe da oda xwe. Piþtî kincê xwe yên dibistanê guhert. Li ber pirka xwe çikilî.

- Babaanne annemle babam îþten gelene kadar bîr çay îçelîm mi?*

(Dayê berî bav û ciya min ji kar werin em çayek vexwin?*)


Dilþêr Bêwar

Hemû Nivîsên Dilþêr Bêwar

Hûn dikarin li van jî binêrin

Jiyana Zelensky kirin xêzeroman

Jiyana Zelensky kirin xêzeroman

19 05 2022

Cannes de wext wextê fîlman o

Cannes de wext wextê fîlman o

19 05 2022

Dengbêj Xalîde hat berdan

Dengbêj Xalîde hat berdan

19 05 2022

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat...

18 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname