Di rêyên Colemêrgê de heta bi Gûzereþê
Gava ez ber bi geliyê Colemêrgê ve daketim, bendên strana “çûme cihkên serhedan Colemêrg di geliyê kûr de” di korta zimanê min de dikir zimzim.
Payîza Colemêrgê ya honik bi xweþkûkiya xwe ya sermedî pêþwazîyeka germ li min kir. Wexta ez gihîþtim Colemêrgê çend dilopên baranê darêtin lê hin nebû ku erd pê ter bibe.
Malûm e, îsal saleke hiþk e û erd tîhnî ye. Guhanên kaniyan miçiqîne, devên ro û robaran kêmav û bêdeng bûne. Avê xwe vekêþaye.
Gava tu ji warê xwe derketî, êdî sal cot cote diçin û êdî “wext” di destê te de kefa sabûnê ye, li ber avê dikiþe û diçe, her weha bi xwe re gelek tiþtan jî dibe.
Hinde sal e di van rêyan de hinek tiþt qet neguherîne; ji Wanê heta Colemêrgê bazgehên kontrolê dîsa wekî berê çalak bûn. Ji Zernek, Bebleþîn, Kelegom, Dû Pira Xezekîyan (Yeni Kopru) û heta Helêlê; di gelîyê de pênc caran tên te radiwestînin û saxtiya nasnavên te dikin.
Rê, dîsa li te dibin jehr û zuqim.
Paþê Serêsolan û herî dawî Colemêrga rengîn. Te çawa hêlaye hema her wekî xwe ye. Belkî du sê avahiyên dîtir ên beton lê zêde bibin. Ser gopê Serêsolan þaneþîn (seyîr terasi) hatibe çêkirin. Û xebata kolan û duristkirina rê û rêbaran jî berdewam e.
Tu li dû çîrokan î. Bêhna çîrokên nû, þopa çîrokên kevin tên û xwe di hiþê te digerînin.
Walî dibêje mudebire
Li Serê Solan xwe vegire
Welat þîrîn e ca tê fikire
Ev demeke dirêj e navbeyn ketiye navbera te û Colemêrgê ji ber hindê gava tu sûka wê peyase dikî zêde rûyên nas li ber çavên te nakevin, lê ne xem e. Jixwe tu ne guh li vî tiþtî yî, derdê te; da ku tu guhê xwe bidî pêjna çiyan, dengê dilqutka dilê vî warê qedîm.
Bajêr bi ruhekî niþmî, bi averûyeke sayî û mîna wan spîndarên li ber bayê payizê xiþînî bi newalên rihê te dixin, stranekê di ber guhê te de dibêje: Herê lawo, kurelawo, lawkê min têt ji xudbêwo dilê min!
Û danek li Colemêrgê xwe bi ser êvarî de xul dike û spêdê qonaxa te Gûzereþa lawîn e.
Heta Gêmanê biste diçî. Li Derava Þotê bazgeha kontrolê te radigirin. Qederekê pirsên sergêj li te têne kirin. Ji bo tu biþê biçî seredana dadê û bavo divêt bersivên te kamil bin û divêt “îqama” te ya gundî hebe. Îja were vê betxreþiyê, ji bo tu bikaribî biçî gundê xwe divêt tu caba hinek pirsan bidî.
Paþê rêya qîr namîne, rêya Geliyê Tîyarê; bi dorê di gundên Gisê, Birîcê, Hêþetê, Zawîte, Tixûbê, Mezrî, Gundkî re radiborî heta digihêjî Gûzereþê, rêya axê ye. Cih bi cih kortik û zendeber hene. Rê teng û heta mirov digihêje qonaxê meþka mirov tê kîyan; yanî rêya 40 km tu ancax karibî saet û nîv heta du saetan bikudînî. Dîsa jî li ber dikevît.
Li ser zimanê te straneke digere:
Gûzereþê ku xweþ war e
Dor bi çiya, xemla wê spîndar e
Di nav de dikiþît aveke sar e
Milek wê Gare yek Sermedar e
Îsal hiþkesaliyê kelemê xwe di çavê vî warî re jî çilikandibû û para xwe jê neþûþtibû. Ji Zawîte heta bi Gûzereþ seba kêmbûna avê dexl û dan, zeviyên birincî, dekak û bîstan qasî salan baþ nebûn. Bi ser de ji ber havînê gelek dehl û daristanên herêmê dabûn ber agir, gelek ajelên kovî, gelek teyr û balindeyên li vê herêmê berê tunebûn, hatibûn ser bextê vî warî.
Sîxure, keftar, beraz û hirçan dadabûn zeviyan, dadabû fêkî û mêþevangên hingvînî û gelek ziyan dabû.
Gundî, ku piranî kesên danemir li gund diman, nobe li zeviyên xwe digirt.
Wekî tê zanîn, ev gundên Dola Txûma û Tîyarê ji sala 1995’ê vir de piþtî hatin berdan careke din bi duristayî ava nebûn. Hema bêje niha havînan qismek gundî wek banekî diçin û ji bilî pênc þeþ malan ku ew jî exlebe pîr û kal in, çu kes salewext lê namîne.
Yanî niha li Gûzereþê dibistan tune ne, binkeya tenduristiyê tune ye, dukan tune ne; heke heftiyek duyan servîsa gundî (bûsa gundî) neçe gundî jê ji birçîna bikevin. Gund nîv ava ye.
Bifikirin, tu li gund î û sibe gava çavên xwe ji xewa þîrîn vedikî qîqîya dîko, qîjeqîja dikil û mirîþkan nayê guhê te. Belkî çend serên pezî û çend çêl û golik hebin lê ew jî hema li doranên gundî diçêrin.
Helbet tam ava nebe jî Gûzereþ dîsa parçeyek bihûþtê ye li ser darê vê dinyayê.
Bêguman gelek rûdanên nû, behs û xeberên germ jî hebûn. Mîna, êdî gelek behsa kanên madenê dihate kirin. Gundiyan digot, gelek þîrketên Îranî û Siûdî, li van deran maden kirrîne û heke dinya piçekî din aram bû dê dest bi lêgerîn û kolandinan bikin.
Êdî veca hûn bifikirin ka çîrok çawa dibûn çîrçîrok û li teþîya sohbetê dialîyan.
Welhasil, di vê rêwîtiya min a hefteyekê de ku hema bêje nîviya wê pirtir di rêyan de derbas bû, min careke din dît ku hêj em pir kêm warên xwe dinasin, em pir kêm temasê bi ruhê erda xwe re dikin û em qet û qet qedrê van waran nizanin.
Bo me pêwist e ku em hiþmendiya xwe ya heyî, nexasim di bîwarê jîngeh, war û welatî de format bikin û bi çavekî nû wê pênase bikin.
Çareseriya krîzên me li ba me, di destê me de ye.
Wekî gelek caran me gotî, mifte hema her ew gotin e; dilê xwe li hev vekin.