NOSTALJÎ
Ji roja ku te biþirîna xwe ya dawî diyarî min kir vir ve ye nema tehemûlî zivistanan dikim. Çend saet man ro cihê xwe ji wê hejmara bêyom re bihêle. Wan çaxan þûr simbêlê kenê me nedibirî. Deng û dûyê cixareya Îsko yê sîmsar navçe li ber xwe dibir. Ber êvaran rê bi nameyên te dixemilîn. Xewn û xeyalên me bi zimanê dereke direqisîn.
Çilkên þiliyê li ser seramîkên þaneþînê dikin çinginî. Ba cilên li þirîtê raxistî dilivîne. Li vî yalî zeman þêlû diherike. Mebej zemên û reng. Li ku mêze dikî xemek xwe dide der. Dest diavêjî kijan guliyê boyax jê diniqute. Tîp hiþk in, peyv bûne dûpiþk. Hêvî loqeke di her gewriyê de. Qijik jî îro melûl in. Nizanim destxeta min hê li cem te ye? Niha xweþ dizanim dema Þakiro dibê "bi îþareta destan" çima agir bi canê min dikeve.