Li Dû Dîroka Gundekî
Bi qasî panzdeh sal berê, dema ez piþtî zarokatiya xwe cara yekem li gundê me Kistikan bûm min dixwest derdora gund nas bikim. Bihar bû û bi hevalan ve me biryar dabû em gera Þeqêsevê bikin. Þeqêsevê nava newala ber bi çiyayê Sevê de hidikeþiya bû. Gund li devê nevala Þeqêsevê ava kiribûn.
Yekî bi destê xwe çiyayê hember me nîþan da û got: “Ew der belekî ye, em ê heta wir hilkiþin.” Belekî serê çiyayê Sevê bû. Em bi rê ketibûn û di navbera du çiyan de ber bi çiyayê Sevê di nav dar û zinaran re de ber bi jor ve hidikêþiyan. Di newalê de kêm av ber bi gund ve diherikî.
Hevalan derdor bi min didan nasîn, “ha ew Kela Dizan e”, “ew der jî Þikafta Qûndîn e”, “a ha ev der jî Ziyaret e.” Ez qesek disekinîm min li wan deran mezê dikir û me berdewam dikir. Bi qasî saeteke em rê çûbûn yekî got, “mezê ke, ev der jî þûna gundê me yê berê ye. Kistikan berê li vir bi þûn bûyîne. Paþê daketina jêr.” Ez li nêzikî bermayiyên gund bûm, hîmên xaniyan hê li pê bûn, bi qasî deh hîmên xaniyan mil bi mil bûn… Ciyekî veþartibû di nav newalê de. Çi wextê, çima li vî ciyê veþartî bi þûn bûne, min pirsên bi vî awayî dipirsîn, wan jî gor bihîstinên xwe mesel û çîrokên xwe vedigotin. Min jî bi baldarî guh dida wan. Dema em gihîþtin ber çiyayê Sevê ber zinarên sor û asêyî sê saet bû em bi rê ketine.
“Kisto hatiye di Þaqêsevê di vê newalê de, li vir bi þûn bûye…”
“Kisto eþqiyayek bûye, ji vir dadihatiye deþtê, bi dizî û darê zorê çi bi destê xwe dixistiye ber bi Þaqêsevê ve dibiriye…”
“Her ku zarok û naviyên Kisto zêde bûne daketina jêr, li wir bi þûn bûne…Li vir malek, mala Kisto, li jêr jî bûye gundek…”
“Em ji eþîra Qasiman in… Kisto ji Kuracixê hatiye… Em hemû gund Pîran, Hesanan, Çêwan, Çopiran ji bavekî ne, ji Kisto ne. Bi tene Tutan paþê hatine di nav me de bi cî bûne…”
“Piþtî þerê di navbera Velî Paþa û dewletê Osmanî de Kisto ji ber qirkirinê reviyaye hatiye di van çiyan de bi þûn bûye...”
Ji wan mesel û çîrokên li ser Kisto û Kistikan vegotin min her dem notên wiha girtibûn. Wê demê min biryar dabû ku ji mesel û çîrokên derbarê vê axê, vî gundî ji min re hatine vegotin û min guhdar kiribûn lêkolîn bikim, bo ku di wan mesel û çîrokan de dîrokek veþartî hebû. Ji ber ku bûyer û guherînên civata me yên dîrokî nehatibûn nivisandin û bi xwe vegotinên devkî bûn, bûbûn navarokên mesel û çîrokan. Min jî xwest van mesel û çîrokan bisenifînim û bûyerên dîrokî jê bigirim.
Dema em qala bûyer û guherîneke dîrokî bikin pêwîstiya belgeyan pê heye. Ez jî dû belgeyan ketim. Ya herî baþ min got ji Velî Paþa dest pê bikim. Min ji googlê pirsî… Velî Paþa kî ye? Di dîrokê de kesekî bi vî navî heye yan na? Çi kiriye, çi jiya ye? Bi Kistikan, Kuracixan an bi Qasiman çi tekîliyê xwe çêbûye? Berî her tiþtî min bi lêkolîn û lêgerîna xwe bi wan pirsan dest pê kir.
Aha Velî Paþayek…Kî ye ev Velî Paþa? Min hema zû bi zû ev nivîsên di Googlê de dîtin xwendin…Erê Velî Paþayê ez lê digerim divê ev be. Ev nivîsên min di cuda cuda malperan de dîtine û xwendine ji hev girtin û kopî kiribûn. Li gorî van agahiyan Velî Paþa ji malmezinek bi navê Xanedaniya Kose Paþa bû. Navenda wê xanedaniyê li Divrîxa Sêwasê û ji hêla Kose Paþa hatiye ava kirin. Necdet Sakaoglu yê li ser malbatê lêkolîn kiriye û pirtûkek nivîsandiye dibêje, “Bav û kalên Kose Paþa ji eþîra Badilî li geliyê Firatê yê Rihayê bûn. Bapîrê Kose Paþa, Hacî Simail Axa, di dora 1700’an de hatiye li Dîvrixê bi cîh bûye.”
Di her nivîsên ku min xwendin de bo kesayetiya Velî Paþa gelek tiþtên xirab hatibûn nivîsandin. Bi ya min niha ya girîng kesayetiya Velî Paþa nîn e, kîbûna wî û tekiliyên wî û Kurecîxan an Qasiman bû. Lê bi ya min, divê dîrokzan û lêkolînerên kurd li ser vê xanedanê ya dused sal li herêma rojavayê Kurdistanê desthilatdarî kirî bi çav û hiþekî kurdewarî lê bikolin. Bi rastî û xirabiyên xwe parçek ji dîroka kurd û Kurdistanê ye.
Velî Paþa di destpêka sala 1800’î de bûye Waliyê Sêwasê. Di sala 1811 û heta 1813 li hemberî dewleta Osmanî serê hildaye. Li vir sedama serhildana Velî Paþa bo min ne zelal e…Gorî van Velî Paþa “rêbir e”, “talankar e”, “çavbirçî ye”, “serkêþ û bêitaet e”… Çîrok û meselên neyên bawer kirin…Di ciyekî de tê nivîsandin “Veli û alîgirên wî, eþîrên Reþvan, di 1812 -an de rêbiriyê dikin…”
Dîsa tê nivîsandin “dema hêzên Celalettin Paþa Divrîxê dorpêç kir, Velî Paþa kincên wezîrî ji xwe kir û pûþiya Diyarbekirê avêt ser serê xwe, tevî þert û mercên dijwar ên zivistanê bi alîkariya Elî Qasiman û 600 sîwariyên pê re, hatin Kurecixê û di nav Qasiman de bi cî bûn.”
Bi kurtî, piþtî Velî Paþa û hêzên wî di nav Qasiman de bi cî bûne bûyer wiha diqewime: Dewleta Osmanî bi du artêþan, yek ji hêla Argayê ya din jî ji hêla Darendeyê ve bi ser eþîrê de êrîþê dike. Eliyê Qasim û giregirên eþîran di hevdîtinekê de ji Paþayê Osmaniyan re eþkere dikin ku ji ber qaîdeyên eþîrê nabe ku Velî Paþa bi saxî teslimê artêþa Osmanî bikin. Ji ber vê yekê Eliyê Qasiman û giregirên eþîrê tên desteserkirin û piþt re wan bi dar de dikin. Artêþ bi ser eþîrê ve bi hemû hêza xwe diçe û gel qir dike. Yên bi nava çiyayan ve direvin xwe û malbatên xwe li wir vediþêrin.
Heta vir sê agahiyên girîng ên bi dîroka Kistikan ve têkildar min bi dest xistibûn. A yekem alîgirên Velî Paþa “eþîra Reþvan” bû. A duyem Velî Paþa bi “alîkariya Elî Qasiman” li hemberî Osmaniyan di serhildanê de ye û ya sêyem dawiya dawî bi hêzên xwe ve vedikêþe “Kuracixê û nav Qasiman.”
Bi van dîroka di nav wan mesel û çîrokên ji min re hatibûn vegotin de zêlaltir bûbû. Ya ku min ji van agahiyan derdixist, Qasiman an jî gundên Kuracixê ji eþîra Reþvan in. Hêz û çekdarên Velî Paþa eþîra Reþvan bi taybetî Qasiman in. Her kes û malbat ên xwe di nav wan çiyayan de vediþêrin, li wir bi cî dibin û her yek bi serê xwe gundekî ava dike. Niha bi rastî bi dehan gundên Kuracixê di nav çiyan de veþartîne; Kistikan jî ji wan gundan yek e, di nav çiyayên bilind û ciyê veþartî de dest bi avabûnê kiriye, bi demê re ber bi deþtê ve berfireh bûye.