Afganî û sûriyeyiyên li Almanyayê
Li Tirkiyeyê mijareke sereke ya di nava siyaset û civakê de dihate gotûbêjkirin hebûna penaberên sûriyeyî ya li vî welatî bû. Ev çend hefteyeke hatina penaberên afganî jî li vê babetê zêde bûye.
Wekî li gelek welatan, dema li Tirkiyeyê jî mijar dibe meseleya hebûn û hatina penaberan, bertek û gotinên nijadperestî derdikevin pêþ. Li Tirkiyeyê xaleke ji gelek welatan guhertî jî heye; fikir û bertekên tirkên rastgir, sosyal demokrat, oldar û sekûleran di meseleya penaberan de gelekî diþibin hev. Pê re jî cudahiyeke din a Tirkiyeyê ya ji gelek welatan guhertî ew e ku otorîteya siyasî hebûna penaberan li dijî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê wekî karteke siyasî û aborî bikartîne.
Li Tirkiyeyê di nava civak û siyasetvanan de pirseke ku bûyî kult heye: "Gelo heke ew qas penaber biçûna welatên ewropî, dê ewropiyan qebûl bikira?"
Ez ê hewl bidim kesên meraq dikin bi xwe bi vê nivîsa bi grafîk û îstatîstîk ji xwe re fikrekî çêbikin û bersivekî ji pirsa li banî re bibînin:
Hejmara Almanyayê û þêniyên biyanî
Almanyayê ne tenê penaber hene. Her wiha bi mîlyonan biyaniyên bi niyeta kar, zewac û yan jî xwendinê hatine vî welatî û niþtecih bûne hene. Hejmara derdora sedî 20'ê niþtecihên Almanyayê bi eslê xwe biyanî ne:
Grafîk 1: Hejmara þêniyên Almanyayê bi giþtî 83,2 milyon e. Ji van 21,2 milyon biyanî û esilbiyanî (biyaniyên bûne hemwelatiyên alman) ne.
Penaberên li Almanyayê
Almanya yek ji welatên sereke yê Ewropayê ye ku penaber berê xwe didinê. Mafê serîlêdana penaberiyê ji sala 1949'ê ve li vî welatî hatiye mîsogerkirin. Salane bi hezaran kes serî li mafê penaberiyê didin. Li gor konjektura siyasî welatên penaber jê tên her çend meh û yan jî sal diguhere. Em bi grafîka xwarê berê xwe bidin serîlêdanên penaberiyê yên di navbera salên 1953 û 2021`ê de:
Grafîk 2: Serîlêdanên penaberiyê li Almanyayê sal bi sal ji sala 1953 heta 2021'ê.
Penaberên ji Tirkiyeyê:
Salane gelek kurd û tirkên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî li Almanyayê serî li mafê penaberiyê didin. Di grafîka li xwarê de hejmara giþtî ya van serîlêdanên penaberiyê yên çend salên derbasbûyî têne dîtin. Divê were gotin ku bi taybetî di salên 1990'an de hejmara kurdên ji Bakur dihatin û li vî welatî serî li penaberiyê didan gelekî ji niha zêdetir bû. Ev hejmarên li xwarê tenê rewþa van salan radixe ber çavan.
Grafîk 3: Bi giþtî hejmara kurd û tirkên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji sala 2015 heta 2019´ê li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane.
Penaberên ji Sûriyeyê
Bi destpêka þerê li Sûriyeyê ve hejmareke bilind a welatiyên vî welatî berê xwe didin Almanyayê. Di nava penaberên tên de kurd, ereb û kesên ji etnîkên cuda hene. Di grafîka xwarê de sal bi sal zêdebûna hemwelatiyên Sûriyeyê ya li Almanyayê tê dîtin. Divê were gotin ku ev hejmar ne tam têkûz in. Her sal hejmareke mezin a kesên ji Sûriyê dibin hemwelatiyê Almanyayê. Ev kesên dibin hemwelatî ji kategoriya "biyaniyan derdikevin" û dibin hem "alman" û hem jî "esilbiyanî". Di grafîka xwarê de kesên ji Sûriyeyê ne û bûne hemwelatiyên Almanyayê nîn in. Ji wê yekê hejmara kesên ji Sûriyê û Rojava ji grafîka xwarê gelekî zêdetir e. Lê belê ev grafîk baþ nîþan dide ka di nava demeke kurt de hejmara kesên ji Sûriyê û Rojava yên li Almanyayê çiqasî bilind bûye.
Grafîk 4: Di nava 10 salan de zêdeyî 800 hezar sûriyeyî bûne niþtecihên Almanyayê.
Mesrefa li penaberan
Argumenteke din a dijberiya penaberan mesrefa li wan tê kirin e. Di grafîka li xwarê de mesrefa Almanyayê salane li penaberan kiriye tê dîtin. Almanya ji bilî mesrefa li penaberên li cem xwe dike, dibe þirîkê mesrefa hinek welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî. Her wiha Almanya digel welatên din ên Yekîtiya Ewropayê alîkariyeke mezin a pereyan ji bo ku penaber lê bimînin, didin hikumeta Tirkiyeyê jî. Ev grafîk tenê mesrefa li penaberên li Almanyayê di nava xwe de dihewîne:
Grafîk 5: Almanya di heft salên dawiyê de salane di navbera sê û deh milyar euro de mesref li penaberên ku li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane kiriye.
Encam
Li dawiyê jî dixwazim gotina li banî dubare bikim: Min hewl da bi vê nivîsa sivik a bi grafîk û îstatîstîkên cuda, bi taybetî kesên meraq dikin bi xwe danînberhevekî di navbera Tirkiyeyê û welatekî Ewropayê de bikin û ji xwe re bersiva pirsa "gelo heke ew qas penaber biçûna welatên ewropî, dê ewropiyan qebûl bikira" bibînin. Wekî encam ferq nake, nivîs hem bi bersiva "erê" jî û hem ya "na" jî digihe armanca xwe.
Dibe herî dawî hinek bibêjin di sernivîsê de navê "afganan" jî heye lê belê îstatîstîkên derbarê wan de di nivîsê de nîn in. Rast e, ez ê bi hejmara wan nivîsê biqedînim: Li Almanyayê zêdeyî nîv mîlyon kesên bi eslê xwe ji Afganîstanê hene. Ji ber rewþa siyasî ya niha li Afganîstanê rûdayî, wê hejmara afganiyên li Almanyayê heta demeke dirêj her roj bilindtir bibe.