• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Cemil Oguz
Cemil Oguz

Cemil Oguz

cemilo@diyarname.com,oguzcemil1,cemil.oguz.79

Edaleta Baþûr, piþtgirên Bakur

Dîrok : 26 08 2021

Werin em di vê nivîsê de bi ser çend notan re çend pirsan bikin, bikevin dû edaletê yan jî bêedaletiyê... Meseleya me bila Bafil, Þêx Cengî û PDK'yiyên Bakur be.

Bûyer roja 08.07.2021'ê di navbera Hevserokên YNK'ê Bafil Talabanî û Lahûr Þêx Cengî de derket. Þêx Cengî ji bo ziyan zêde nebe ji Hevserokatî îstîfa kir û xwest Polîtburoya YNK'ê meseleyê bigire dest. Paþê sûcdarkirin û tiþtên din hatin.

Rojên din ji Lahûr Þêx Cengî xwestin welat terk bike, wî got ez naçim. Gotin doz lê vebûye û gelek tiþtên in.

Roja 25.08.2021’ê hat gotin ku Polîtburoya YNK'ê biryar daye ku Lahûr Þêx Cengî di nava 72 saetan de Herêma Kurdistanê terk bike û heta hilbijartina Iraqê (roja 10.10.2021'ê dê li dar bikeve) venegere.

BIRYARA YNK'Ê YE YAN A DADGEHÊ YE?

Hin dibêjin dadgehê biryareke wisa girtiye. Niha pirs tên:

- Ger Polîtburoya YNK'ê daxwaza derketina Lahûr Þêx Cengî dike divê diyar bike ku sûcê wî çi ye? Ji ber çi siyasetmedarekî ji welatê xwe tê qewirandin?

- Ger dadgehê biryareke wisa dabe divê dadgeh eþkere bike çima biryareke wisa? Ma ev karê dadgehê ye? Ger sûcekî Þêx Cengî hebe divê dadgeh wî bidarizîne û cezayê lê bibire. Ha cezayê pereyan, ha ya hepsê... Mafê dadgehê tune ye biryara derketina derveyî welat bide. Ger sûcek wî hebe dadgeh mecbûr e wî bidarizîne, ger sûcek wî tune be dadgeh nikare tiþtek bike û divê eþkere bike ku kesek bê sûc çawa ji welatê wî tê qewirandin…

BIRYAR HIKUMETÊ ELEQEDAR DIKE

Biryar YNK’ê jî dabe, dadgehê jî dabe, ev biryar Rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî eleqedar dike.

1- Hemwelatiyekî/e ji rêzê jî dema bê xwestin ji welat bê qewirandin divê hikumet xwedî li wî/ê hemwelatî derkeve. Dernekeve wê çaxê tiliya hikumetê jî têde heye.

2- Lahûr Þêx Cengî ne hemwelatiyekî ji rêzê ye, siyasetmedarekî payebilind e jî. Loma divê Hikumeta Herêma Kurdistanê dest biavêje meseleyê. Ji ber ku hikumet berpirsê hemû herêmê ye. Ya diduyan cîgerê serokwezîr (Qubad Talabanî) ji heman herêmê, heman partiyê ye û ew jî mecbûr e gavan biavêje, hikumetê bixe nava tevgerê.

3- Ger hikumet bibêje "Tu karê min pê tune" wê çaxê ew ne tu hikumet e. Li welatekî siyasetmaderî mezin ji welat bê qewirandin hikumeta wî welatî nikare bêdeng be. Ger hikumet alî bigire wê çaxê ew hikumet ne adil e. Ger hikumet bibêje ev meseleya dadgehê ye, wê çaxê divê ligel berpirsê giþtî yê Dadgehên Kurdistanê kî be biaxive û meseleyê zelal bike.

BAFIL Û PDK'YIYÊN ME

Mesele wisa diyar e ku di navbera Bafil Talabanî û Lahûr Þêx Cengî de ye û meseleyeke þexsî ye. Lê di heman demê de meseleya fikrî ye ku Bafil fikrekî, Lahûr fikrekî din diparêze.

Di bûyera Kerkûkê de, di hin bûyerên din de Bafil wekî sûcdar hat dîtin. Piraniya PDK'yiyên Bakur ji bo Bafil Talabanî digotin "Wî Kerkûk firot, ew îxanetkar e". Niha jî ev PDK'yiyên Bakur piþtgiriya Bafil dikin li hemberî Þêx Cengî.

Ger Bafil îxanetkar bû hûn çima niha piþtgiriya wî dikin û dixwazin îxanetkarekî bibe serokê duyemîn partiya mezin? Ger îxanetkarekî bû we çima heta niha nedarizand? Niha çi fêdeya we di wî de heye ku hûn piþtgiriya wî dikin? Gelo tiþtekî baþ e îxanetkarekî bibe serokê partiya mezin a duyemîn a welat? 

Pirsek din ji PDK’yiyên Bakur; Mesela, Rêveberiya Xweser a Rojava yek ji siyasetmedarê partiyeke ji Rojava biqewirîne hûnê bêjin çi?

HERÊMA KURDISTANÊ DÊ ÇAWA BE?

Di gelek bûyeran de heta niha pratîka Hikumeta Herêma Kurdistanê, helwesta Dadgehên Herêma Kurdistanê hat nîqaþ kirin û rexnekirin. Di vê bûyerê de jî her du (heta îro ku ev nivîs hat nivîsîn) ne xwedî pratîkek rast in. Li ber çavên wan, li ben çavên hemû dinyayê siyasetmedarekî ji welatê xwe tê qewirandin, biryareke wisa tê girtin lê her du sazî (hikumet û dadgeh) bêdeng in. Ku her du jî divê xwedî helwest bin.

Ev mînak ne meseleya Bafil û Þêx Cengî tenê ye, meseleya Herêma Kurdistanê bi xwe ye, meseleya edaleta Herêma Kurdistanê bi xwe ye. Meseleya hemû kurdan e.

Ger mesele li gor edaletê neyê çareserkirin ne Hikumeta Herêma Kurdistanê, ne jî Dadgehên Herêma Kurdistanê dê bikaribe bibêje em adil in. Ev mesele mînak e ji bo dinyayê hikumetek û dadgeha welatek çiqas adil in yan na jî…

Rojek paþê, du roj paþê dê çi biqewime em nizanin. Lê em dizanin ku dîrok her tiþtî tomar dike. 


Cemil Oguz

Hemû Nivîsên Cemil Oguz

Hûn dikarin li van jî binêrin

Þerha gotinên pêþiyan 'Lalezar' derket

Þerha gotinên pêþiyan 'Lalezar' derket

30 09 2023

Ka pêþî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

Ka pêþî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

30 09 2023

Rojeva Îngilistanê dara ku hatiye birîn e

Rojeva Îngilistanê dara ku hatiye birîn...

30 09 2023

Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin

Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin

29 09 2023

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletiÅŸim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

BeÅŸ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÃŽQAÅž
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina GiÅŸtî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname