Wergera wergerê
Werger bo du tiþtan kêrhatiye; yek bo danûstendina kesên ji zimanekî din a dibe navgîn didu ya bo nasîna çand û jiyana yên ji neteweyeke din.
Bi rêya yekê em daxwaza xwe radigihînin ên ji zimanê din an daxwaza wan ji me re tê gotin, bi rêya ya diduyan em çand, jiyan û hunera yên din dinasin; bêyî ku em ji zimanê wan bizanibin an ew bi zimanê me bizanibin em hay ji cerebe û serboriyên hev dibin.
Yanê em û ên ji zimanê din bi rêya wergerê deriyekî ji hev re vedikin, ên wan derbasî mala me dibin ên me derbasî mala wan…
Ez wergera dîplomasiyê, bazirganiyê û tûrîstîk bidim alîkî wergera hunerê-wêjeyê bi her alî ve li pêþ e girîng e û pê re jî berhema bê wergerandin û helbet wergêr…
Werger bi min wisa tê, bedeneke ji zimanekî din xweþ bi kiras bûyî tînî tazî dikî, bi zimanê xwe jê re kirasekî nû didûrî, ger lê hatibe meriv kêmayiya kirasê orjînal nagere, lê heke lê nehatibe…
Di vir de þarezetiya wergêr derdikeve pêþ, ger terziyekî baþ be wê kirasekî qasî yê orjînal jê re bidirû ger ne jêhatî be meriv ê bêje, kirasê pêþî xweþtir lê dihat…
Di wergerê de du teknîkên derdikevin pêþ; ya peyv bi peyv û ya wekî ji nû ve hatibe nivîsandin! Ya peyv bi peyv rijî ye, tamsarkî ye, meriv dizane werger e lê ya wekî bi zimanê lê hatî wergerandin ji nû ve hatiye nivsandin, huner e, bi ekl û tam e. Ji lew þarezetiya wergêr bivê nevê ye; bi qasî hostetiya wergerê divê ew hem di zimanê xwe de hem di zimanê jê werdigerîne di asta nivîskarê zimanê xwe û nivîskarê zimanê wergerê dike de kûr be.
Dibêjin werger zimanê lê hatiye wergerandin zengîn dike, bi min dibêm ne zengînî aso û hevokên nû li pêþ yên dinivîsîn zêde dike û helbet xeyalên nû li yên xwende zêde dike.
Dibe, bûye sedema, ku kêm jî be peyvên nû-çêkirî jî li zimanê lê hatiye wergerandin zêdehiyan bike.
Tevî ew tiþtên li jor, tiþtekî din ê ku wergerê girîng dike jî mebest e!
Wergêrek, dezgehekî sivîl an a dewletekê çima berhemekê, metnekê werdigerîne ser zimanê xwe? Yanê mebesta wergerê çi ye?
Helbet gelek mebestên wergerandinê hene, bi min ev sê mebest li pêþ in; mebesta siyasî, mebesta ticarî û mebesta hunerî!
Em dûr neçin, hema li bin guhê me tirkan bi avakirina komarê re elîfbeya xwe guhertin, bi guhertina elîfbayê re bîr û mêjûyê xwe jî yê me jî ji nav birin; bi berê xwe dana rojava re bi destê H. Alî Yucel saziya wergerê ava kirin, bi sedan berhemên hêja yên rojavayiyan wergerandin tirkî, pê hem zimanek ji xwe re bi hestî û goþt kirin hem jî bingeha wejeya xwe danîn. Ê me jî, ew pêl bi rêya îman û fedîkariyê dest pê kiriye; xwezî pêþdetir bikeve bi sedan berhemên ji wêjeya cîhanê bo kurdî bên wergerandin.
Helbet di wergerên bo kurdî de jî mebest hene; mebesta hunerî bila bimîne dera hanê, lê mebestên siyasî mebestên ticarî serkêþ in!
Xetereyên mebestan; di mebestên ticarî de ne naverok-huner popîlerîte di mebestên siyasî de jî ne rastî, berovajîkirina rastiyê armanca wergerandina metnekê ye.
Bo mebestên siyasî du mînak hene divê balê bikþînim ser, yek a M. Izady “Bir El kîtabi Olarak Kurtler” Bêþa dawî ya vê pirtûk bi min tu eleqeya xwe bi naveroka pirtûkê re tune, nizam hinan pê daye nivîsandin an weþanxaneyê li gorî siyaseta xwe wergerandiye?
Rojekê ku rastî birêz Izady bêm dixwazim bipirsim, bêm gelo ew nêrînên te ne yan li ser daxwazinan te ew nivîsandine û di pirtûkê de bi cî kirine?
Ger nêrînên wî bin jê re rêzdar im, lê dibêm cihê diyarkirina wan bîrûboçînan ne ew pirtûka hêja ye, çiku ji pirtûkê daxistiye lê zêde nekiriye.
Mînaka duyê wergera Þahnameya Fîrdewsî ya bi tirkî ye; dema meriv pirtûkên din ên têkîldarî wê serdemê dixwîne meriv dizane tirkan di wergera wê de ser gelek tiþtên bi kurdan re têkîldar in girtine yan wekî yên farsan in nîþan dane!
Yek jî wegera herî xirab û xetere heye, ya ku bindest ji zimanê serdest werdigerîne; yanê wergera wergerê! Mîna ku yekê raste rast ji xwediyê çîrokê dibihîzî-wergerînî, ya wergera wergerê jî ji yê ew çîrok bihîstiye werdigerînî! Kîjan a rast e?
Yên ji neçarî tên wergerandin heya derekê tên famkirin, lê vê dawiyê derket holê ku tirkan di gelek wergeran de serî li sansurê daye; yanê bo kurdî wergera wergerê ya ji tirkî bi nezanîn jî be dibe þîrîketiya sansur û înkarê.
Çendîn ku werger navgîneke pêwîst a danûstendina di navbera zimanan de be jî, çendîn ku werger xwenîþandayîna hunera wergêr be jî, lê ya ku bi mebestên siyasî tê kirin û ya wergera wergerê dikare bibe sedem ku þaþî wekî rastî bên zanîn!
Her wiha, ji ber sedemên zimanî jî wergera wergerê xetere ye, çiku ger rabî pirtûkeke Tolstoy a bo tirkî hatiye wergeradin ji tirkî wergerînî kurdî pê re ne derûnî û hêmayên jiyana rusekî û zimanî wî, tînî sîstema zimanê tirkî, derûnî û hêmayên tirkî tevlî ya kurdî dikî; ma hewce ye?..