'Ez yek yek dibim, tu çima dudo dudo dibî?'
Ve biharê ez li gund bûm, min kesek nas kir kesek gelek axifkar, þorxweþ û meselebêj bû. Min ji wî re digot Xalo, ji ber ku ew ji gundê diya min ji dûr xismê diya min bû. Demekê ji ber aloziya 12’yê Rezbera 1980’yî li Fransayê maye û piþtî çend salan vegeriyaye ser axa xwe. Baxçeyek wî hebû. Her dem di nav baxçeyê di nav dar û ber de bû. Her ku dem li min çêdibû ez diçûm cem wî, min hez dikir guhdariya “mesele”yên wî bikim.
Piranî her ku min qala çi dikir wî bi çîrokek ew babet, ew mijar kurtir û xurtir dikir; ez çîrok dibêjim lê wî ji wan re digot “mesele”. “Mesele”yên wî vedigot teva nedibûn; carna bênavber ji wan “mesele”yên xwe, bes bila yaranî bibe bêrawest vedigot. Ez jî baþ guhdarek bûm, bo ku vegotinên wî bala min dikêþand û kêfa min jê re dihat.
“Mesele»yên ku min ji Xalo guhdar kirin hemû serborî bûn, serê hin kesan re borî bûn û rasterast hatibûn jiyîn.
Di “mesele”yan de felsefeyek, li hemberî mijarek an rewþekê de seknek hinek henekî û aqilane hebû. Em dikarin di nav axaftina xwe de bêjin “mîna filankes got…” an jî “mîna mesele filankes…” “Mesele” mînak in, mijarê kurtir û xurtir dike, destekê dide mijarê an jî binê mijarê dikole wê mijarê bi derbeyek dixilxilîne û bi erdê ve yeksan dike.
Min bi dehan “mesele” ji Xalo guhdar kirin, ji wan çendek di bîra min de man.
Em li bin dara tûyê ya di hewþe de li ser kursiyên texteyîn rûnîþtibûn, me qala gelê tirk ên bi her awayî hilbijartina Erdogan dikin dikir. Xalo got, “Meseleyek Tumikê û Hesenê Homê heye…ew ên her hiþyariyê paþ guh dikin û ziyan û xesar bikin jî bi rik û înad ‘na emê yê xwe bikin’ re…" û ji min re meseleya Tumikê wiha vegot:
“Hesanê Homê keça Hopên ji lawikî xwe re dixwest. Hopên qelen lê rakir, zêde xwest. Hesanê Homê ew qelenê zêde kabûl kir. Tumikê bihîstîbû ku Hopên qelenekî pir zêde xwestiye û Hesenê Homê qebûl kiriye...Çû, ji Hesenê Homê re got, ‘Hesen qurban, te çima qelenek wiha zêde qebûl kir; meke, ku te ev qebûl kir, herkes ê qelenê keçên xwe lê rakin. Paþê gencên me nikarin bizawicin. Meke...’ Hesanê Homê gotina Tumikê di nîv de birî; got ‘pere perê min in; dixwazim zêde bidim, zêdetir jî bidim. Ji te re çi ye...’ Tumik bi hêrs bû; çerx cimatê bû û got, ‘Berdin berdin, Hesanê Homê bi gon e, berdin bila Hopan lêkeve.’”
Carekê jî em li ser mirovên baþ ên naxwazin dilê tu kesî biþkînin diaxivîn, Xalo got, “Li gundê Bakiran a Kuracixê Mistikî Mala Xacalî meriyek werg bû…” û ji min re mesela Mistikî Mala Xacalî wiha got:
“Mistikî Mala Xacalî meriyekî xebatkar bû; ji havînê de bo dewarên xwe risiyên giya risandibû; di axûr de bi cî kiribûn. Dema zivistan hat ew risî bi dasê hûr dikir, dida dewarên xwe. Rojek pê dihêse, risî zû kêm dibin. Xwe bi xwe dibêje hin tên risiyên min didizin. Êvarê xwe di paþ daran de vediþêre û dizê xwe dipê. Çend saet derbaz dibin dibîne yek dikeve hundir û ji hundir li ser her yek milê xwe risiyek derdikeve. Mistikî Mala Xacalî ji paþ darên derdikeve; çirê xwe vêdixe; dibîne dizê risiyên wî pismamê xwe ye. Xwest pismamê xwe neêþîne, bi dengek nerm dibêje: ‘Pismam tu ji xwe fêdî nekiye...þerm nîn e...risî risiyên min in, lê ez yek yek dibim, tu çima dudo dudo dibî.”
Wekî folklorên hemû neteweyan di folklora me de jî gelek cureyên vegotinan heye, destan, çîrok, çîrçîrok, gotinên mezinan, þîn, lorik… ji xwe dipirsim emê vegotineke wiha bi hêz “mesele”yan di ku de bi cî bikin. Em bêjin fikra hem fikra ne hem nîn in, çîrok hem çîrok in hem nîn in, serborî hem serborî ne hem nîn in. Yan jî “mesele” ev hemû bi hev re ne…
Bi ya min ev “mesele” cureyek ji folklorê ye. Di ferhengan de “mesele” fikra, çîrok, çîrçirok, meselok hemû bi eynî wateyî bi kar anîne. Ez di pirtûkên lêkolînan ên forklora me de rastî beþek wiha nehatim. Bi ya min divê vegotinên bi vî rengî di bin navê “Meselok” de bên berhevkirin û tomarkirin.