JANYA AN JÎ NORA
“Hebûn berî kakilîn tê, baþ e, ev tê çi wateyê gelo? Ev tê vê wateyê: Berê berê mirov heye; yanê berê berê mirov tên dinyayê û heyî dibin, paþê tên binasekirin û kalilê xwe dertîne holê”(1) Yanê li gor Sartre berî her tiþtî mirov heye û paþê mirov tê avakirin û xweavakirin. Hebûna xwe ya ewil ya vala dadigirin, helbet ji derveyî mirov, hebûna mirov tê dagirtin û bi vî awayî hebûna mirov tê avakirin. Yanê Sartre dibêje: “Mirov tê dinyayê û li vê dinyayê êþê dikîþinîn, mirov bi têkoþîneke hebûna xwe diyar dike û xwe dinasîne.(2)” Dema em li nêrînên Sartre dinêrin em fêm dikin ku mirov ewil wekî ruhberekî xwerû tên dinyeyê û paþê xwe ava dikin. Lê avakirineke çawa? Helbet li gor her kesî û civakê guherbar e ev avakirin. Em dikarin bibêjin li gor her kesî têgeha hebûn di wateyekê de ye?
Mînak li gor Weil hebûn di wateya tengezariyê de ye, li gor Mounier hebûnî bêhêvîbûnî ye, li gor Wahl serîrakirin e, li gor Banfî hebûnî reþbînî ye, li gor Marcel jî hebûn azadî ye û hwd.(3). Yanê nêrînên her kesî cihê ne. Helbet di vir de nêrînên me çawa ne û divê em çawa li hebûna xwe binêrin? Helbet fikren van ramangeran girîng in û her ramanger jî li gor xwe rastî û heqîqetekê vedibêjin di der heqê hebûnê de. Mesela em çawa li hebûnê dinêrin.
Îcar em werin ser meseleya xwe, helbet wekî me got hebûn girîng e, lê hebûneke çawa? Hebûneke bi girêdayî ve dîtirên xwe an jî hebûneke bi girêdayî xwe û xwebûniya xwe divê em kîjanê hilbijêrin? Helbet hebûneke azad, hebûneke resen û hebûneke serîrakirinî ya ji bo xweyî û heyî(n)kirinê, hem hebûneke xweser e, hem jî serbixwe û xwe ye. Loma jî meseleya hebûniya wêjeyê û hebûna zimên û meseleya hebûna hebûniyê girîng e. Ji bo ku dîtirên me hebûna me binase û gerek qey em bibêjin em hene an jî divê em xwe ji bo wan biguherînin û gerek qey em bi vî awayî hebûna xwe vesaz bikim. Yan jî bo ku em heyî bibin, divê em xwe li ber dîtirên xwe þîrîn bikin welew divê em dilê xwe bibijînin dîtirên xwe, an jî divê em tim li hember wan sempatîk tev bigerin û em sempatîzanên wan bin, ev çi derûniyên patolojîk û nexweþînin gelo? Ev çi derûniyên xwekêmdîyînê û bi xwenebaweriyê ne gelo? Ma çi yê min, ji serdestên min kêmtir e gelo? Qey zimanê me kêmî wan in, hebûna me-min kêmî wan in, dîroka me kêmî wan in, bîra me kêmî wan in, çanda me kêmî wan in, folkra me kêmî wan in, dawet, reqs û govendên me kêmî wan in, hiþê me kêmî wan in, aqilê me kêmî wan in, hestên me kêm wan in, zewqên me kêm wan in, bi xwedê yek jî ne kêmî wan in, bo xwedê ev çi xwekêmdîyîn-dîtine û xwebêbawerî-ne gelo? Dikim nakim tu wateyê nadime vê heqîqetê, tenê dikarim bibêjim:
“Em di derûniya xwekêmdiyînê-dîtinê de dijîn, sedema wê jî piranî bêhiþmendî, nezanî, bêxwendinbûn û bêxwebawerî ye. Yanê meseleya hebûnê û hebûna zimên divê em di vê çarçoveyê de binêrin. Yanê meriv bo hebûneke populer, hebûna xwe û xwebûniya xwe nakuje, meriv nabe qesasê hebûna xwe, hebûna zimanê xwe, bi saya zimên mirov xwe ava dike, kakilê hebûna mirov bi xwe jî ziman e, kakilê ziman jî deng e, hebûn û ziman jî bi vî awayî tê vesazkirin.
Mînak: “Gava saeteke piyan dike çiq-çiq û çiqeçiq em ji dengê çiqeçiqê wateyeke derdixin û em ji vî dengî re dibêjin dengê saetê. Yanê ji dengê çiqeçiqeke bêwateyîn em wateyeke derdixin.(4) Ziman jî bi saya van dengan ava dibe. Hebûn jî li ser esasê van deng û zimanî xwevesaz dikin. Loma jî her kes bi dengê xwe, zimanê xwe û bi nasnameya xwe taybet in, hebûna hemû ruhberan jî bi vî awayî ava dibe. Loma hebûneke dilbijokîn ya li hemberî serdestên xwe, ne hebûn e. dilbijandin e. Heke bi vî awayî ew ê me binasin, bi hebûna me bihesin û hebûn û zimanê me bê avakirin dê ew hebûn têk biçe, çimkî ew hebûn, hebûneke xelet e. Wekî tê gotin her hebûn li ser koka xwe û ziman jî li ser koka xwe hêþîn û ava dibe. Dara mirov ditehimîne jî talî nabe wekî reseniya wê. Loma tu wêje, ziman û hebûn jî bi saya serdestên xwe-dîtirên xwe nikare xwe biheyîne. Encam talî fetisandin û têkçûn e.
Di xwezayê de jî wiha ye, hemû heywan û hêþînayî giþ li ser hebûn û dengê xwe hebûna xwe diheyînin, ne bi saya yê dîtirên xwe ne. Dîtir tenê dîyalektîka wê hebûnê ye, ne sedema wê hebûnê ye, dîtir hebe û tune be jî ew hebûn dê hebe. Yanê her heywanek jî xwediyê qêrîneke, dengekî û zimanekî ye, loma jî hebûn û deng-zimanên ruhberan ne girêdayî dîtiran e. Çimkî di xwezaya wan ruhberan de ziman û hebûneke wan a resen heye. Bi saya wî ziman, qêrîn û dengê xwe yê taybet bi dîtir re têkiliyê datîne. Yanê hebûn û zimanê wan heywan û ruhberan jixwe di afirandina wan de heye û nasnameya wan destnîþan dike. Wê çaxê bo çi ez ê bi zimanekî din xwe biheyînim, bo çi ez ê bi zimanekî din zimanê xwe biheyînim. Bo çi ez ê bi zimanên dîtir binivîsim. Ma qey hebûn û zimanê me têra me nake, em diçin bi zimanekî din û bi hebûneke din xwe diheyînin? Meseleya hebûnê meseleya deng, qêrîn û ziman e. Van têgehan ruhberan dike xwedî nasname, ziman û hebûnekê. Mînakek: Çîvika Serxwînikê dikare dengê Bilbilekî derxîne, ma deng ne bingeha zimên e gelo, haaa! Dêmeg a ku em dikin teqlîdek e, erê bi zimanê dîtirên xwe em hebûnekê teqlîd dikin. Yanê heke Serxwînik wekî Bilbil bixwîne û deng derxîne jî, dê tenê ew denga teqlîdek be. Çimkî tu carî dewsa reseniya wî dengî, zimanî, nasnameyê û hebûniyê nagire.
Dostoyevskî dibêje: “Ger xwedê tunebûya dê her tiþt mubah bûya" (5) Machiavellî jî dibêje: “Rêyên diçin serkeftinê giþ mubah in.” Yanê heke em guh bidin bo serketina ku Machiavellî dixwaze divê em mirovan di qirimê û di bîçerê re derbas bikin. Tenê bila serketin bê bes e, ma wiha dibe, helbet nabe, loma jî bo serketinê mirov dev ji hebûn û zimanê xwe bernade, ew serketin talî bo demeke kurt de dibe ku kêfê bîne lê talî di demeke dirêj de ew serketina xuyayî dê têk biçe.
Li gor Dostoyevskî ger Xwedê tunebûya dê her tiþt wekî me got mîna bîçer, patozê ew ê bida berxwe, loma jî di vir de Xwedê qanûn û astengî ye. Hebûnê sînorkirin dide û li hember vê sînorkirinê Dostoyevskî hebûneke serîrakirinî li ber çavên me radixîne. Erê, a me jî niha hebûneke serîrakirinî ye, li hember dîtir-serdestên xwe, Xwedê li vir dîtir temsil dike ango Xwedê serdestên me temsil dkin û em jî dilbijokên Xwedê ne. Çimkî em ji zimanê xwe zêdetir ji zimanê Xwedê hez dikin, ji kincên xwe zêdetir ji kincên Xwedê hez dikin, em ji deng, ziman û hebûna xwe zêdetir, ji deng, ziman û hebûna Xwedê hez dikin. Çimkî Xwedê sembola serdestiyê ye, em jî dildar, sempatizanê û dilbijokên serdestên xwe ne.
Îcar divê em di qada hebûnê de, di qada zimên de em berê xwe bi Norayan vekin bo ku em heyî bibin an jî em berê xwe bi Janyayan vekin bo em heyî bibin. Bo xwedê ka bersivê bidin, bo xwedê li ser xwe hûr û kûr bibin, ji bo zewqeke emirkin û ne xwemalîn hûn çawa deng, ziman û hebûniya xwe li patozê dixin. Îcar ka bibêjin civak: Janyayê dê hebûn û zimanê gelê xwe biteyîsîne an jî Norayê hebûn û zimanê gelê xwe biteyîsîne. Ez di dexîlê we de me werin ser heqîqeta xwe û reseniya deng, ziman û hebûn û nasnameya xwe ya wêjeyîn. Yanê em wiha fêm bikim: Dêmeg em bi zimanê xwe û bi hebûna xwe ne bawer in loma em diçin xwe li zimanê dîtirên xwe radikêþîne, bo ku belkî em heyî bibin. Naaa! Em ê bi zimanê dîtirên xwe tu carî nebin xwedî xwebûniyekê û nasnameyekê û bi vî þiklî jî heyîbûna mirov ava nabe. Çimkî wekî din dikim û nakim nikarim tu wateyê bidim vî tiþtî? Haaa! Dema ku welatekî me yê serbixwe çêbû a wê çaxê hûn bi kîjan zimanî hebûna xwe diteyîsînin azad in. Lê ev serdem ne ew serdem e bav û birê min, dê min û xweha min.... Îcar pirs ev e: Nora rastî û heqîqeta me diteyîsîne an jî Janya rastî û heqîqeta me diteyîsîne gelo? Helbet mesele ne tenê Nora û Janya ye. Vana tenê mînak in û mînak in wiha pir in. Welhasil bersiva pirsa min û biryarê bila civak û dîrok bidin,, jixwe min ji zû de ye biryara xwe daye.....
1, 2,3, 5) Varoþçuluk, Jean Paul Sartre
4) Edebiyatin Kýsa Tarihi, John Sutherland