Destên Leylayê
Ji ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Þakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e mala xwe xirab dike, ocaxê xwe kor dike, derê xwe bi heft kilîta mor dike, dibê sing û berê Sadiya xanimê reþe deq lê nayê...” Xwe li ber neynika serþokê dibinim. Ji bedena ku kumê xwe ji têkçûnê re xwar kiriye aciz dibim. Berî didim hiþ û dil, deng ji wan jî biliye. Bi firçeya didanan heta xwîn bi devê min dikeve didanê xwe diþom. Avek þîrgerm li xwe dikim. Min hê çek li xwe nekiriye, lawikê biçûk li ber min diçikile. Soza min dayî bi bîra min dixe. Dikim bibêjim qedexe heye li der, ew bi kenê xwe min qaneh dike. Heta ew û birayê xwe xwe hazir dikin, berî didim medyaya sosyal. Serê bername û derçûna kitêbên nû li hev dikevin. Bi deng û kenê xwe yên þîrîn min ji wê hêwirzeyê xilas dikin.
Maskeyên me li ber dev û poz, em berî didin parka nêzî mal. Bê ku xerîbiyek li wan biqewime, bi nav zarokan dikevin. Cîhek bi sî ji xwe re dibînim. Çend wêneyên wan dikiþînim. Çav li dû wa ye lê dîsa dikiþim qalikê bêdengiyê. Bi zengilê têlefonê re ji halê xwe yê bêdengiyê difilitîm. Ji ber wefata bê wext a Sedatê ciwan hefteyeke piraniya malbat û lêziman li gund in. Piþtî li hev pirsînê diya min halê zarokan dipirse. Bê ku bersiva wê bidim têlefonê qut dikim. Gazî zarokan dikim. Bi rêya Whatsapê bi dîmen deng lê dikim. Bi çav pêketana zarokan re, halê bi hezn ji ser endamên malbatê radibe. Wextek xweþ bi hev re derbas dikin. Ji niþke ve av bi “fîsqiye”yên parkê dike. Zarokan têlefon avêt ser min û ber bi avê ve revîn. Sohbeta me bi xêra halê zarokan germ bû. Bi pirsîna dotmamê re zarok ketin bîra min. Min berê kamerayê zivirand û dîtina me dît zarok þil û pil bûne. Ez bi ser wan de qêriyam da ku xwe þil nekin. Dotmama ku mamoste ye go “bihêle bila xwe þil bikin, carek din zarokatî bi destê wan nakeve.”
Li vegerê lawikê biçûk bi destê min girt û xwe li qisedanê þidand. Bi herê, ê, hihi, min ew dibersivand. Di wê kêliyê de bi axîn sohbeta ku Leylayê tê de behsa destê xwe kiribû hat bîra min. “Destê min ji bo hezkirina zarokan afirîne lê…” Bi qêrîna lawik re bi ser xwe ve hatim. Tu nabê min destê wî þidandiye di wê kêliyê de. Bi çavên dikirin barê xwe daynin min li ber lawik çok da...
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin: