• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Bedran DERE
Bedran DERE

Bedran DERE

bedrandere@hotmail.com,bedrandere,bedrandere

Jina kîlot di dest de

Dîrok : 03 06 2021

Ev 7 salin li Brukselê ji bo televizonekê kar dikim. 

Heftê, 3 rojan nûçeyên êvarê û yên þevê pêþkêþ dikim. Di nava heftê de li Cenevê me, dawiya heftê jî bi balafirê diçim Brukselê. 

Rêwîtiya her hefteyê hêdî hêdî min aciz dike. Divê çareyekê bibînin ka çawa wê vegerînim zewqê. 

Rojekî têlefonê lêxist, canikekê, bi dengekî kêfxweþ û bixwebawer hewl dida kartên krediyê bi min bide girtin. Dema têlefonên ticarî û reklam bin, tim dibêjim meþkul im û xwatir dixwazim. Lê di nava gotinan de, min ferq kir ku li kêleka kartên kredî, ciwanik karteke taybet ya rêwîtiyê wekî diyarî pêþniyaz dike. Mirov bi vê kartê dikare li hezar balafirgehên cîhanê, bê sînor ji salonên xwarin û vexwarinê feyde bibîne. Canik dibêje tu mêvanên xwe jî dikarî bi xwe re bibî. Dema tam emîn bûn, min hema qebûl kir û kart hat. Ji wê rojê ve, bi tevî çend faaliyetên din yên rengîn, min çûyîn û hatina Brukselê kiriye zewqek wisa ku dema neçim bêrî dikim.

Min fehmkir ku mirov li jiyanê çi karî dike bila bike, divê zanibe wî ji xwe re bike perçeyek zewqê. Eger ne wisa be dibe îþkence.

Serê sibê ez rabûm, min tiþtên xwe tev kir, bi qasî ku têra min ya 3 rojan bike, 3-4 cot gore, gomleg, tiþortek  di çente de bi cîh kir, berê ku derkevim min ferq kir ku min kîlot ji bîr kirine. Çûm 3-4 kîlot jî anî xist çente û fermuar di ser wan de da cîh û ez ketim rê. 

Çenteyê min ê milan e. Mirov dema davêje piþta xwe giraniya wî hîs nake. Hatim balafirgehê, bi xêra wê karta meþhûr, li restaurantê rûniþtim, ew  hulm û gulma ku ji qehweya min difûre forsa min derxistiye asta herî jor. 

Hewa germ bû, min fanoriyê xwe ji xwe kir,  lê difikirim gelo bixim çenteyê yan bavêjim ser stûyê xwe? Min biryar da bavêjim ser stûyê xwe. 

Lê tam di wê dudiliyê de, min bê hemdê xwe fermûara çentê xwe vekiriye û negirtiye.

Devê çenteyê vekirî maye. Çavên min çûn ser ekrana saete rabûna balafiran, min ferq kir ku ji balafira xwe dereng mame. Hema min çente da piþta xwe ber bi sektora deriyê balafirê ve revîm. 

Geh ji merdiwanan dadikevim, geh di korîdorên dirêj re dimeþim. Ancax li ser wan merdîwanên otomatîk firsend çêdibû bêhna xwe bidim. 

Min dît herkes îþaret dide min, hinekê wan fransî deng li min dikin: ‘Mosyo, Musyo', dibêjin:  "vous avez perdu quelque chose" (Begê min, ji çenteyê we tiþt dikevin." 

Li piþt xwe zivirîm çi bibînim, bala her kesî li ser min e. Ciwanikeke narîn, devbiken, xemilandî,  kîlotên min di nav desten wê yên bi neynûgên ojekirî, tîne dirêjî min dike. 

Bi þermokî, mehcub, bi nîvtebesum min kîlotên xwe ji destê wê girtin, dîsa min di çenteyê de bi cîh kirin.

Herkes li me dinêre.  

Þiklê teslîmata kîlotan,  ji sehneya dewrkirina xelatên Festîvala Fîlman ya Cannesê ne kêmtir bû.

Serê min di ber min de ber bi balafira xwe ve diçûm. 

Ji wê forsa min ya li ber fîncana qahweyê tu tiþt nema bû. 

Tenê hêvî û daxwazek min hebû; Eman, bila yek ji wan jinan nehata balafira min. 

Lê wisa diyar bû ez dê ji jinê xilas nebama.

***

Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:



Bedran DERE

Hemû Nivîsên Bedran DERE

Hûn dikarin li van jî binêrin

Jiyana Zelensky kirin xêzeroman

Jiyana Zelensky kirin xêzeroman

19 05 2022

Cannes de wext wextê fîlman o

Cannes de wext wextê fîlman o

19 05 2022

Dengbêj Xalîde hat berdan

Dengbêj Xalîde hat berdan

19 05 2022

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat...

18 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname