GENIM
Pêvajoyên her roj; a rast her kêlî tên gûhartin û mirov li pey xwe dibezînin, dibin sedem ku gelek caran mirov hay ji xwe namîne. Keft û lefta rojane, evîn, êþ, xweþî û car caran jî aramiya mirov di nav pêvajoyên giþtî de noq dibin û mirov hay jê namîne ku çi dibe, çi nabe!
Ji bo pêvajoyên guherbar û herikbar hewce dike ku mirov car caran raweste û serê xwe ji nav pêvajoya rojane û giþtî derbixe. Mirov gelek caran wekî masiyê di nav avê de lê tê. Ango çawa masiyê di nav avê de haya wî ji derve nîn e, hema her û her ew di binê avê de guherînan dibîne; mirov jî car caran wekî masiyan lê tê.
Ji bo ku vê nivîsê binivîsim li ser kursiyê xwe rûniþtim û min hewl da mijara nivîsa xwe diyar bikim her ku min hevokek dinivîsî awirê nivîsa min vediguherî mijarên di nav pêvajoyê de û peyvan ji bo rojevê pêþiya min dibirîn. Armanca min ew bû ku nivîsek ji derveyî pêvajoyê binivîsim, lê mijarên pêvajoyê bandor li min dikirin. A ku ji min hat min çavê xwe girt û serê xwe bilind kir. Piþtî çend kêliyan min çavê xwe vekirin û li jor nêrî, ya ku çavên min dît; baqek ‘genim’ li ser refê pirtûkên min bû. Wîþiyên genim ew qas bedew bûn ku yek carê dîtina çavên min bi xwe ve girêdan. A herî xweþ jî wîþiyên genim bûn sedem ku mijarên di serê min de alozî derdixistin dema çav li genim ketin meydan li wan teng bû û ji nav ramanên min bazdan. Û wîþiyên genim bîranînên min li ber çavên min zindî kirin û wekî mijar bûn serkêþê pênûsa min ku ez rehet binivîsim.
Ji xwe li gorî þîroveya min; têkiliya cotkarên genim û nivîskaran bi hev re heye! Dibe ku hûn bibêjin; çawe?
Wê demê ka em li çîroka cotkar, genim û nivîskaran binêrin.
Genim zad e ku çîroka wî bi mirovbûnê dest pê dike. Ango bi dîroka þaristaniyê re genim erkeke erjeng dilîze. Yekem car li walatê me (Mezopotamya) genim hatiye çandin û bi taybetî zanyarên erdkol þopa genim, cara yekem li Qerejdaxê dîtine. Ji wê roja genim li ser axa me xwiliqî ye û heta niha, çîroka genim û mirovan bi hev re heye. Yên ku genim baþ nas dikin jî cotkar in. Bi hunermendiyek keda pîroz cotkar tovê genim di demsala payîzê de li hembêza axê direþînin û di demsala havînê de dema wîþiyên genim hiþk dibin tên çinîn. Wekî tê zanîn a niha demsal havîn e û heremên ku deþt in, cotkaran bi bîçeran genimê xwe çinîne. Lê ji ber sedema ku îsal zivistanê baran kêm bariya cotkar dibêjin genim kor bûye û ne baþ e!
Min bi xwe jî çend salan karê genimê kiriye û wekî pale min genim çiniye. Mala me li gund bû û di demsalên havînan de karê me çinîna zad bû. Wê demê me genim û zadên din bi dest diçinîn. Ango bi dasik û qeynaxan. Di wan salên berî ku mala me derbasî bajêr bibe ez bûbûm paleyekî baþ. Ji bo ku min jî êdî paleyî ango çinîna genim bi dasik û qeynaxan dikir. Pîvana paletiyê ew e ku tu bikaribî bi qeynaxan genim biçinî û baqê genim di nav tiliyên destê xwe de bihonî, bikî melû. Palehî bi xwe çandeke pîroz e ku bi salan ev çand hatiye jiyîn. Ji bo ku mijarek berfireh e di vê nivîsê de ezê nikaribim çanda palehiyê biqedînim.
Piþtî ku ez li dora genim re çûm û hatim a niha jî ez mijara; têkiliya nivîskar û çotkaran bi hev re girê bidim. Cotkar ew kes e ku li gorî dîtina min hunermend e. Nivîskar jî bi afirandina berhemên xwe dibe hunermend. Çawa ku peykersazek ji bo peykerekî çêbike bi heyvan dixebite, cotkar jî heta genimê xwe diçine bi heyvan kedê dide. Çawa ku nivîskarek peyv bi peyv hevokan saz dike û berheman dinivîse, cotkar jî gav bi gav erdê xwe hildike û tovê genime xwe lê direþîne. Piþtî ku genimê wî çêdibe, hiþk dibe dîsa gav bi gav genime xwe diçine û wekî qut dihilîne. Çawa ku hunermendek þareza be dê berhemên wî jî bedew bin, cotkarên þareza jî genimê qelew û têr diçinin.
Niha bi dehan wîþiyên genim wekî baqekî li ser refê pirtûkên min sekinîne. Li gorî fikra min kedê ji bo wîþiyek genim û keda ji bo pirtûkekî heman ked e. Ji bo ku di wîþiyek genim de wekî ristik bi dehan libên genim hene û di pirtûkekî de jî ristika peyvan heye. Dema çotkar libek genim wekî tov di dilê axê de diçîne, ew liba genim bi xwe re bi dehan libên genim dixwiliqîne. Ango ji libên genim daristaneke genimî çêdibe. Gelo ma pirtûk jî ne wisa ne, ji tîpan kîte û ji kîteyan peyv û ji beyvan jî deryayeke hevokên bi hev re tên girêdan. Û di nav deryaya pirtûkekî de bi sedan geþedan û wate.
Wekî encam ez baþ dizanim ku cotkar û nivîskar xwediyê kedek pîroz in. Bi hêviya kedkariya wa her û her bijî! *** Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin: