BÎRANÎNÊN HEFSÎYAN
"Huner serîrakirina dijber neheqiyê û bêedaletiyê ye, huner li pê þopa rastiyê û jiyaneke estetîk e."
Pirtûka Mehmet Çakmak a bi navê ‘’ Þerma Mêþê ‘’ ji 11 çîrokan pêk tê, her çîrokek bi serê xwe taybet in. Helbet em ê nikaribin çîrokên xwe giþan yeko yeko rexne bikin. Lê belê bi giþtî mijarên çîrokan çi vedibêje, çîroknûs çi mijar vehonaye, em ê behsa wan bikin. Ji nav temamiya çîrokên çîroknûs ez ê sê çîrokan bineqînîm û piraniya rexneya xwe jî li ser van her sê çîrokan bikim. Çîroka ewilî, ya bi serenavê ‘’ Rûhevhatin ‘’, ya duyemîn, ‘’ Kêliyên Xweziyan ‘’ û Çîroka sêyemîn jî ‘’ Þerma Mêþê ‘’ye. Lê ji dervî van çîrokan ez ê hinekî behsa çîrokeke din jî bikim, çimkî çîrokeke taybet e. Navê vê çîrokê jî "Pêþaneya Berfa Þewitî" ye. Çimkî em dikarin bibêjin di nav çîrokan de çîrokên herî bi baldar û xwedî derûniyeke têrtîr van çîrokan in.
Em ê berê berê behsa gelemperiya naveroka çîrokên xwe giþan bikin. Piraniya mijarên çîrokên me ji çavdêriyên rasteqîn ên jiyanê pêk tên. Di bingeha gelek çîrokan de mêtingehî, serdestî û bindestî mijarên berbiçav in. Gelek çîrok li ser jiyana hefsiyan û rêwitiyên wan yên bi hûrgulîn mijar hatine vehonandin.Weke me got, mijarên çîrokan piþta xwe pirtir dispêrin hûrguliyên jiyana dîwarê rasteqîn. Di tevahiya çîrokan de karekterên me xweser in û carinan jî vebêj-kesê yekemîn tevlî jiyana karekterê-n xwe dibe ango çîroknûs mudaxeleyî metna xwe dike. Mekanên çîrokan piranî rasteqîn in lê carinan guherbar û þênber in. Mekanên çîrokan piranî Amed, Qerexdax, Edene û hefs e. Loma çîrokên me ji hêla þêwaz û mijarê ve piranî reel in û rasyonel in. Ne razber in. Her wiha her çîrokek bi serê xwe ji çavdêriyên nivîskar û bi þêwazeke kitekitîn hatiye vehonandin. Nivîskar bi giþtî di çîrokê xwe de çavdêr e û kesê sêyem e. Carinan jî kesê yekem e, û vebêj e. Lê piranî çavdêr û kesê sêyem e. Nivîskar temaþe dike, ji temaþekirinê hez dike û vê temaþekirina xwe bi þêwazeke þayesîn çîrokê xwe vedihûne. Dema nivîskar vediguhêze kesê yekem an jî vebêjiyê piranî gotinên watedar, felsefîk û aforîzmatîk bikartîne. Jixwe kesên temaþe neke û nebîne nikare watedar, aforîzmatîk û felsefîk bihizire. Lê behsa her temaþekirinê nakim. Temaþekirina metafizîkî heye, temaþekirina materyalist heye, temaþekirina ruhî heye hwd…
Mînak in: "Her tiþt li aliyekî, tiþtê ku dil nepejirîne mejî qet napejirîne.’’ Min heta xwe nas kir, emir xelas kir. (15)
"Erê, dinya xan e, meriv tê de mêvan e. " (78)
Gotinên bi vî rengî di gelek çîrokan de serdet bûn, û piraniya van hevokan ji karakter bêtir vebêj bikartîne. Çimkî di çîrokan de vebêj jî vediguhezin karekteran. Her wiha di çîrokan de a herî serdest bîranînên hefsiyan e. Çîrokên hefsiyan jî bi þêwazên hûrgulîn hatine verêsandin. Welhasil îcar em werin ser her çar çîrokên xwe û em berê berê li çîroka xwe ya ewil ‘’ Rûhevhatinê ’’ binerin: Ev çîrok, çîroka danûstendina di navbera bav û kurekî de ye. Kur di çîrokê de bi qasî bibe qesasê bavê xwe hêrs bûye, kîn û nefreteke kûjîner ji bavê xwe wergirtiye. Loma çîrokeke psîkoanalîtîk e û divê em bi vî çavî li vê çîrokê binerin û binirxînin. "Freûd di nîþeyên xwe yên ‘’ Tehn û Enînivîsan’’ de wiha dibêje: Dema rewþa narsîzma ewil a prîmîtîf diqede, aciziya kirdeya ku bi serê xwe nikare xwebirêve bibe, a wê çaxê berê hebûna xwe bi xwebûniya dîtir vedike, yanê kirde berê hêzexurtbûna narsîzma xwe ya ewilîn ya wendayîn vê carê ji bo veberhênan(mewdûata) yên dîtir(bireser û kirde) dike serhevdû, yanê ji ber bêqawetbûna qelsiya xwe, hêza xwe diteyîsîne pêþiyê. Dema ev zarok law be, a wê çaxê diteyîsîne bavî û di Oidipûsê de narsîzma wendayîn li bav têbarkirin."(1) Yanê dema zarok hîna di zikê dê de bi dêya xwe ve girêdayîye û narsîzma zarok a ewil meriv dikare bêje dê ye, çimkî zarok di zikê dê de têkikliyeke wan a xweser bi dê re heye, lê dema ji dêya xwe tên veqetandin û tên dinyê êdî neçar dimînin, bêqawetin û pêdiviya wan bi kirde û bireserên din re heye, dema pêdiviya wan bi kesên din re çêbû a wê çaxê narsîzma xwe ya prîmîtîf wenda dikin. Di çîrokê de karekterê me li hember dêya xwe tim bi hezkirin tevdilive, lê li dijber bavê xwe bi awayekî qesasîn tevdigere, helbet di bingeha vê çîrokê de xesidandin jî heye. Her çiqas di çîrokê de bav, dê û kurê xwe hiþtibe û çûbe jî talî bingeha vê çîrokê xwe digihêjîne zarokatiyê. Heta em dikarin bibêjin bingeha vê çîrokê xwe digihêjîne heyama Fallûsê loma çîrokeke psîkoanalîtîk e. Çimkî di heyama Oidipûsê de law heyran û dildarê dêya xwe ne, ji bav hesûdiyê digirin, çimkî bav di çavên wan de xurt in, desthilatdar in, têk naçin, loma jî asas him heyraniya bav heye(narsîzma li hember yê din) û him jî ji ber hesûdiyê xwestina bavkuþtinê jî bi zarokan re çêdibe. Ji ber van sedeman çîroka me bingeha xwe li ser vê narsîzma prîmîtîf û narsîzma wendayîn avakiriye. Li gor Freûd narsîzma zarok a ewil pêsîra dê ye. Çimkî dema zarok ji malzaroka dê vediqete þûnde, biresera ku ewil nas dike pêsîr e, loma berî dê narsîzma ewil ya zarokan pêsîra dê ye. Lê berî dê û pêsîra dê narsîzma ewil li gor gelek psîkoanalîstan di malzaroka dê de ye. Yanê narsîzma zarok ya ewil dema ji dest ve diçe îcar zarok dixwaze narsîzma xwe biteyisîne kirde û bireserên din… ‘’ Ez ji mecbûrî neketime dewsa bavê xwe, ev cih her daîm yê min bû ’’(2) Yanê zarok her daîm bi qasî bibe qesasê bavê û têkeve dewsa bavê xwe hesûdiyê, kîn û nefretekê dikêþîne. Helbet zarok di dinya xwe de van derûniyan dijîn, ne ku bi liv û tevgerên xwe diyar dikin, lê carinan diteyise liv û tevgerên wan jî.
Di çîrokê de sedema ceribandina bavkujtinê neku dev ji malbatê berdan û çûyîna bavî ye, asas di bingeha vê çîrokê de zarok her tim dixwaze di dewsa bavê xwe de bin. Kîn, nefret û xwestina bavkujtinê ji vê rastiyê dizê. Narsîzma zarok ya li hember dê, ji bo bavî vediguheze çavnebariyê û hesûdiyê, çimkî zarokên law ji ber narsîzma xwe ya li hember dê, bi hesûdî û çavnebarî êrîþî bav dike, çimkî qayþkêþê wî bav e. Dema em li tabloya Goya a bi navê ‘’ Ma Wî Cêr Þikande ’’ jî dinêrin heman dîmen li ber çav in. Di vê tabloyê de bavî, kur cezakirin dide, bavî rahiþtiye pêlavekê û pîcemayê lêwik ji ser wî þeqitandiye û hey dikutîne, lê dide, tabloya me wêneyekî reþ û spî ye. Di wêne de cêra þikestî li ser erdê belawela bûye. Hinek kinc bi têlê ve darvekirîne. Lê herdu fîgurê me tam di navenda tabloyê de hatine bicîhkirin. Wênesaz xwestiye mijar di navendê de be û bala temaþevanan bikêþîne ser mijarê. Çawa ku di çîrokê de xwestina bavkujtinê bi zarok re ava bûbe, jê yek sedema bavkujtinê jî tundî û desthildariya bavî be. A ku di tabloyê û çîrokê de jî desthilatdariyê dike bav e. Loma di çîrokê de ji malçûyîn-ji malrevîn di çavên zarok de bûye xeletiyeke herî mezin, di vê tabloyê de jî lêdana bavî xeletiyeke herî mezin e bêguman. Ji ber van sedeman zarok bavî xwedîhêz, desthilatdar dibînin. Helbet di vî wêneyî de bêçaretiya zarok hatiye destnîþankirin bi þêwazeke realist, heman demê em di çîroka çîroknûs de jî bêçaretiya karekterê xwe dibînin. Ji ber van sedeman him çîrok û him jî wêneyê me hinekî diþibin hevdu….
Her wiha çîroka ‘’ Kêliyên Xweziyan ‘’çîrokeke derûnî ya þexsî ye. Di vê çîrokê de karakter Cesîm e. Cesîm di derûniyeke têkçûyî de dijî, û rewþa wî xirab e. Ji niþka ve telefoneke nediyar jê re tê, dema telefonê vedike, jinek jê re dibêje ez dixwazim bi te re biaxivim, lê ji ber ku Cesîm wê nasnake bêbiryar dimîne, piþtî axavtina herduyan a kurtedemekê þûnde Cesîm Telefonê digire, lê weke miraqekê tim pê re dimîne. Di karekter de bêbiryarî û tirs serdest e. Talî di dawiya çîrokê de dixwaze vê miraqa xwe bi dawî bike. Mînakek ji dawiya çîrokê: ‘’ Hejmara ku hûn lê digerin, vê gavê girtiye. Ji kerema xwe qasekî din dîsa…’’
Erê erê ye, na na ye, lê erêna bela ye…(96) Em dibinin karekterê me teqezîn yekî bêbiryar e, ji ber vê bêbiryarbûn û bêpîvana xwe wenda dike, loma a ku çîrokê vediguhêzîne çîrokeke derûnî jixwe ev rewþ-derûniya karekter e. Karekterên bêbiryar karekterên derûnîk in. Di derûniya hundir serê xwe de bi awayekî tenêtî dijîn. Çawa jina ku li Cesîm geriya tenêtî dijiya, Cesîm jî heman di rewþê de bû, loma bi miraqdar li pê þopa jinikê kete, belkî jî xwestibe hevdu temam bikin. Carinan hin kes, dibe perçeyê te yê kêm yê ku tu lêdigerî, Cesîm jî di derûniyeke wiha de ye. Talî çîrok ji hêla kitekitan ve dewlemend e, ji hêla teyisandina derûniyê jî ne xirab e. Çîroka tenêtiyê û derûniyê ye.
Çîroka ‘’ Þerma Mêþê ’’ jî çîrokeke derûniyê û tenêtiyê ye. Lê berî her tiþtî têgeha þermê bi têgeha superegoyê ve girêdayî ye. Têgeha þermê piranî di navbera têgehên Îd, Ego û Superegoyê de dieciqe loma þerm dertê holê. Welhasil mijara çîrokê tenêtiya Penîrvanekî ye. Penîrvan li dikana xwe di derûniya tenêtiyeke dijwar de dijî, heta ku rojekê jineke çavekesk tê dikanê, a wê çaxê derûniya penîrvan û derhiþîna wî ya veþartî dertê holê, penîrvan nizane ew ê çi bike, diheyire, bi kelecan e, ji bo ku jinikê di bin bandora xwe de bihêle her tiþtî dike, penîrê xwe bi erzanî(zirarî) difiroþe wê, dema penîrê xwe ji nava suravkê derdixîne, dinêre mêþeke reþ di nava suravka wî de avjeniyê dike, yekser dikeve tev, çimkî ditirse jinikê wenda bike. Loma ji ber jina çavekeskîn ketibû bin tehdeya þermeke mezin. Çimkî karekterê me xwe di çavên rengekeskîn de wendakiribû, piþtî vê mêþê newêrîbû li çavên wê binêre, dema ketibû dikanê nedixwest jinik ti carî ji dikanê jî derkeve, lê belê dema ku li çav wê mêþê kete þûnde hema yekser dixwest xwe ji jinikê xilas bike û di binê wî barê þermê yê giran de xwe rizgar bike.
Çîrok çi qas tenêtî û derûniya tenêtiyê teyisandibe jî, di bingeha vê çîrokê de asas erotîzm heye, çimkî karekterê me tim û tim bi çavên xwe yên kitekitîn jinika çavekeskîn di tabloya xwe ya hiþîn de dipîvîne û di hiþ û dilê xwe de bi awayekî veþartîn pê re þa dibe, heta ku mêþa me xuya dibe çawa mêþa me xuya dibe dîmena þabûnê dirûxe û di dewsa þabûnê îcar þerm digire, yanê çi çaxa mêþa me di nav suravkê de xuya dibe, a wê çaxê em fêm dikin, dîmena rêzêfilmê di hundirê serê karekterê me mîna ceyran qût bibe, ji niþka ve bi xwe dihese, karekter hîna nû li xwe hayê dibe. Mêþek dibe misebebê li xwe haybûnê, halbukî berî mêþê karekterê me bi çavên xwe yên þayesîn, jina çavekeskîn di nava awirên xwe yên veþartî de þehwet û arezûyeke pêhempa li dar dixîne, lê metafora mêþekê hêla karekter ya ehleqîn derxist holê, ji ber þerma mêþê dev ji awirên xwe ya Îdwarîn beradide û awirên xwe yê Superegoyîn û egoyîn derdixîne holê. Em dikarin bibêjin di þerma mêþê û kêliyên xweziyan de tenêtiyeke erotîk veþartiye. Çimkî di herdu çîrokan de tehdeyeke civakî a ehleklekwarîn heye, heman demê de serîrakirinên erotîk yên tenêtiyê û þerma tehdeya civakeke nixumanndî li ser serên karakteran bûne ewrên mijavîn. Karekterên him erotîk in û him jî karekterên ehlekwarîn e. Lê di esasê xwe de ne karekterên ehlekwarîn in. Çimkî em di herdu çîrokan de jî dibinin ku dema karekterên me fersendê pê bixînin, heman deqê de kilîda derhiþ û binhiþên wan difilitin. Yanê di herdu çîrokan de arezûya erotîzmeke veþartî heye. Helbet sersebebê vê veþartinê jî tehdeya ehleqîn ya civakê ye.
Pîcasso dibêje: ‘’ Ez li dijber mirinê li cem jiyanê me ‘’
Çîroka ‘’ Pêþenga Berfa Þewitî ‘’ jî çîrokeke trajik ya bindestan e. Ev çîrok çîroka trajediya Roboskê ye. Di çîrokê de çavdêr(karekter) li wêneyê wênesazekî dinêre û ji me re tabloyê vedibêje û dinivîse, yanê him tabloyê vedibêje û him jî çîroka tabloya wênesaz vedihûne-dinivîse. Em xwendevan jî him li tabloyê dinêrin û him jî çîroka tabloya wênesaz dixwînin. Dema em li wêneyên wênesaz Pablo Pcicasso yê bi navê ‘’Guernica ‘’ dinêrin, û dema em li vê çîrokê dinêrin em ti ferqê di navbera wan de nabînin. Çimkî herdu trajedî yek in. Di herdu çîrokan de jî bi balafiran miletek tê bombebarankirin. Di tabloya me de çawa êþa hespan û qêrîna mirovan xwe dabin der, di heman çîrokan me de jî êþa qantiran û qêrîna mirovan xwe dane der, çawa ku çange(çonege) di tabloyê de desthilatdariyê niþan dide û çonege li Guernîcaya Spanyayê bûbe sembol, li Kurdistanê jî Roboskê bi qantirên xwe bûnin sembol û niþana kar û ziktêrkirinê.
Di herdu berheman de Balafirk jî bûnin sembola desthilatdariyê, yanê balafirk û çonege herdu jî metaforên desthilatdariyê ne. Helbet Pîcasso ew bi xwe dibêje di tabloyê de Çonege; hêza çorsîniyê destnîþan dike, hesp jî gel destnîþan dike. Loma di çîroka me de jî qantir gel destnîþan dike û balafirk jî hêza çorsîn destnîþan dike. Welhasil di gelemperiya tabloya Picasso de kirde û bireser, rengên tabloyê giþ bi hevre êþê dikêþin, heman demê de di vê çîrokê de jî kirde û bireserên me giþ pevre êþê dikêþin. Rengên tabloyê piranî rengên tarî hatiye bijartin, lê rengên kirde û bireseran bêtir vekirî hatine teyisandin. Helbet rengên vekirî hilbijartin sedema wê bo ku êþ û êþkêþindin bêy dîtin, heman demê de bireser û kirde di navenda tabloyê de ne bo ku êþ û êþkêþandin dîsa bêy dîtin. Çimkî encax bi rengên vekirî rastî û heqîqet derên holê. Çawa ku di çîroka me de berfa sipî rengê vekiriye û bo ku êþ, heqîqet û rastî weke neynikekê berbiçav bibe heman tiþt di tabloyê de jî hatiye vehonandin. Di tabloyê de metaforên weke lempe û meþale hatine bikaranîn helbet sedema van metaforan bo ku qetlîam û wehþetî bêy dîtin. Berî her tiþtî ev tablo li dijber dîktatoriyê û desthilatdariyê ye. Loma çîroknûs Mehmet Çakmak jî di vê çîrokê de xwestiye trajediyên kurdan, wehþetî , dîktatorî û desthilatdariyê biteyisîne. Talî him tablo û him jî çîrok behsa qetlîam û trajediyeke miletekî dike. Yek trajediya Guernîcayê Spanyayê ye, yek jî trajediya Roboskiya Kurdistanê ye. Trajediyên mezin dê her daîm di rojevê de bimîne û dê her daîm bêy bîranîn, trajediyên wiha tim û tim dibin sembol û nîþanên welatên wan. Çimkî dîrok li hember trajediyan têk diçe, dîrok nikare trajediyan jibîrkirin bide. Loma bûyerên trajik nayê jibîrkirin. Nivîskar jî bi vê çîroka xwe hafizeya me ji nû ve ji ciyê xwe leqand û xurande…
Çavkanî:
1,2) J. Chasseguet-Smirgel, Ben Ýdeali, Metis, 24, 25
Sûdewergirtin:
Goya, Art Book, Dost kitabevî
Picasso, Art Book, Dost kitabevi