• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Bedran DERE
Bedran DERE

Bedran DERE

bedrandere@hotmail.com,bedrandere,bedrandere

Li ser axa bi bereket mirov çawa hê jî birçî ne?

Dîrok : 18 05 2021

Li saziya ragihandinê ku îro lê kar dikim,  rojane bi sedan nûçe tên ber destê me. Bê guman hemû nûçe girîng in, lê ji ber dema bi sînor ya bultenê, hevalên me li gorî acîliyeta mijaran, ji wan derdora 20 nûçeyan hildibijêrin û em wê rojê di ekranên xwe de derdixin pêþ. Lê hema hema heftê carê nûçeyeke heye ku di her carî de mejiyê min ser û bin dike, wekî xencerê li nav dilê min dikeve.  

Meseleya Kolberan, bazirganiya li ser sînorên parçekirî. Nûçe piranî li ser kuþtin û birîndarbûna wan in. Pastarên Îranê filan rojê dîsa êrîþ kir, ew qas kolber mirin ew qas birîndar bûn...

Ew dibin mijara nûçeyeke piçûk lê li pêy xwe çîrokên tije jandar dihêlin ku ji neslekî derbasî neslekî din dibin. Li pey xwe zarokên sêwî, jinên dilperitî dihêlin.

Eskerên fermana kuþtina wan pêktînin, bê ku zanibin bûne sedemê kijan êþan, bi kêfxweþî vedigerin hizûra serbazên xwe ji bo aferînek bigirin.

Piþtre bi wan destên xwe yên bi xwîn derdikevin hizûra xwedayê xwe, di berdêla kuþtina kurdan de parsekiya cinetê dikin. 

Di karê Kolberiyê de, hûn çi xeterî bêjin heye. Ne tenê êrîþên hêzên serdest, her wiha mayînên ku di dema Þerê Îran û Iraqê de hatine binaxkirin, kendal, zinar, afetên xwezayî, berf û boran wekî Azraîlê xwe didin pêþberî wan.

Di nava Kolberan de ji  zarokên13-14 salî bigirin heta kesên 70 salî, ji kesên bêalfabe bigirin heta kesên zanîngeh xilas kirine, ji her beþên civakê mirov hene. 

Di van 10 salên dawî de dem bi dem jin jî xuya dikin di nava wan de. Li rojhilatê Kurdistanê, di bazirganiya ser sînoran de, du kategoriyên kar hene. Yek Kolber ya din jî Kasibkar.

Kolber ew kes in ên ku neçar mane bi barkêþiya ser sînor debara mala xwe bikin. Yanî ew bar ne yê wan in, tenê barkêþiyê dikin. Hêjmara van, tenê li heremên nêzê sînor,  derdora sed hezarî ye.  

Heqdestê wan rojane derdora deh dolarî ye. Yanî li Îranê bi vî pereyî mirov encax dikare kîloyek goþt bikire.  

Kesên ku van karan bi Kolberan didin kirin jî ji wan re Kasibkar tê gotin. Xwediyê bar ew in. 

Bifikirin, ew erdnîgariya ku þêniyên wê mehkûmê vî karî hatine kirin yanî rojhilatê Kurdistanê, yek ji heremên herî dewlemend yê cîhanê ye.  

Ji zêr bigire heta  zîv, hesin, alîminyûm, kevirê kiwartiz her cure berhemên giranbuha jê dipijiqin ser rûyê erdê. 

Ji aliyê çandînî ve,  piraniya genim, nok û mêweyên Îranê ji parêzgehên Ûrmiye, Sine û Kirmaþanê derdikevin.

Dîsa sewalvaniya herî zêde li parêzgehên Kirmaþan, Îlam û Loristanê tê kirin. 

Rojhilat her wiha ji aliyê çavkaniya enerjiya þewatê ve jî wekî neft, gaz û komirê, gelek dewlemend e. 

Baþ e gelo li ser vê axa bi bereket mirov çawa hê jî birçî ne. 

Mirovên me çawa û ji ber kîjan sedeman hewceyê karekî ew qas zehmet û tijî xeterî hatine kirin? Axa buhuþtî ya Kurdsitanê têra kê nake? 

Gelê me divê bi tu awayî xwe layiqê vê çarenûsa rûreþ nebîne û wê red bike. 

Ji keç û xortên heremê re cihê kar û hilberînê lazim e. Ev wezîfe hem dikeve ser milên karsazan hem jî siyasetmedaran.

Kolberî, xizaniya di nava dewlemendiyê de,  êþa bindestiyê û rastiya dagirkeriyê mîna kevirê hedê*li eniya me dikeve.


*Kevirê hedê: li gorî baweriyên Rojhilata Navîn, mirî dema tên definkirin kevirekî bahn datînin ser eniya wan, heta ku eniya wan li wî kevîrî nekeve nizanin yên mirî ew in. 

***

Di berhevkirina daneyan de alîkariya hevala me Gulê Algunerhan çêbû, ez sipasiya wê dikim.

***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:




Bedran DERE

Hemû Nivîsên Bedran DERE

Hûn dikarin li van jî binêrin

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur...

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24...

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê...

15 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname