Ma her gotin ya nivîsandinê ye?
Ez dixwazim dû pirsekê biçim: Gelo ma her hikayet/serpêhatî, çîrok, metelok bo nivîsînê çêdibe? Gelo sînorek bo nivîsandinê heye?
Ez ê kurt û kurmancî vebirim. Ez ê behsa hikayeteke di pirtûka Bazeber de bikim; ku ev kitêb îsal ji nav Weþanên Avesta derketiye. Kitêb ji nivîsarên Mela Seîd Þemdînanî pêk tê; kitêb ji aliyê Ergin Opengîn ve bo çapê hatiye amadekirin.
Min bi xwe gava xeberê derketina vê kitêbê bihîst, bi bayê bezê min xwe gihandê û bi kelecaneke mezin rêzik bi rêzik heta çend caran xwend. Yanî min ev xet hema bêje çar gîsnî kir.
Çîrokên fabl, hikayetên eþîr û serhildanan, sohbetên dîwan û kuçkên axaler û began.. hema bêje her tiþtekî ji tarîxa me tê de hebû. Nexasim devera Colemêrg û Badînan û sêkuçka Urmî û deroberên wê, bi hiþ û rihê xwe hatibû vehênan û di rûpelên kitêbê de hatibû belavkirin.
Gelek û gelek kêfa min pê hat. Ji çîrokên Têliyan, ji serpêhatiyên giregirên civaka me. Ez gelekî þînas û berniyasê gelek ji wan hikayêtan bûm. Hema bêje em bi wan mezin bûbûn. Bes hin ferq û cudahî hebûn lê qeydî nake.
Helbet carinan alî welatê me vegêrana hin serborî hikayetan ji gund heta gundî dîtir cudayî; hin jê zêdeyî hin jê vebirîn li xwe digirtin.
Devoka Þemzînan nuwaze bû. Min xwe di dîwanan de hest kir û ez çûm bi seyda re li tax û gundan geriyam. Ev hemû li rexekî lê pirsa min ew e; gelo her tiþtê hatî gotin ma divê rasterast bo roja me bê veguhastin? Qistasên nivîsandina hikayetan çi û çi ne?
Çîrokek di rûpela 134’ê de heye; wê ez gelekî rawestandim û mejiyê min kire tirþika qereçiyan. Hûn ê bibêjin çima? Navê çîrokê: Hikayeta Sadiq Beg û Cûyên/Cihûyên Amêdiyê..
Çîrok, behsa lêgerîna Cihûyan a Þûrî dike, ku qaþo di Tewratê de hatiye; heçî gava qewmê cihû ev þûrê berze dît dê hemû qewm û miletên dinyayê li ser wan serçemandî bibin û ew ê bibin hikumdarên vê dinyayê.
Di vê çîrokê de qewmek ji aliyê axayek kurd ve tê ceribandin; paþê komkujiyê li wan dike û goþtê wan bi Malim/Hahamên wan dide xwarin.
Ev rêzikên wiha antî-siyonîst, heta mirov dikare bibêje hov û dirinde di kitêbeke wiha de bi ya min divê ji aliyê amadekarê kitêbê ve hatiba derxistin.
Gava mirov behsa neheqiya li xwe tê kirin dike, ne heq e mirov siviktiyê bi dîn, bawerî, nijad, milet û xelkekê dîtir bike.
Nivîs, çu carê ew qas masûm nîn e û bêyî pêdaçûneke baþ divê her tiþtê tê nivîsandin neyê weþandin. Sadekirin, divê di hin waran de bivê nivê li berheman bê kirin. Ev kitêba wiha xweþ, piþtî vê hikayetê li ber dilê min sar bû.
Zanano, me jî, we jî her kesî di ber dîwaran, di sohbetên teng û bênewa de gelek çîrok û serpêhatî bihîstine, gava ew tên ser qelemê divê bên bêjingkirin; wiha xav û bi qisûr çênabe.
Gelo tixûbên nivîsandinê ji kê derê heta kê derê ne?
Hewce nake ez bersivekê bidim vê pirsê. Tenê ez ê bibêjim: Tiþtên gerdûnî, exlaqê gerdûnê em hemû dizanin.
Me ji xwendinê poþman nekin.