• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Omer Dilsoz
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

omer.dilsoz1@gmail.com,omeredilsoz,omer.dilsoz.3

Divê gotinek mirov hebe

Dîrok : 28 04 2021

Dibêm qey car û bar divê mirov bîr û boçûna xwe der barê jiyanê de; ji xwendinên xwe bigire heta kawdanên aktuel, ji jiyana rojane bigire heta pirs û gelþeyên gerdûnî bibêje. Divê gotinek mirov ser ‘jiyanê’ hebe, çi baþ çi nebaþ lê divê mirov carina bikaribe bibe þahidê dema xwe û li ser kawdanan gotinek xwe hebe.

Mîna her kesî mirovî jî di kujiyek jiyanê de divê ‘xemek’ xwe hebe û pê re pê re li dora wê tê û digere. Jiyan helbet jibo her kesî heman derfet û çavkaniyan berceste nake lê her kes bi qasî xwe, di kujiyekî de bi jiyanê re mijûl e û miheqeq gotinek xwe ser jiyanê heye.

Ez li xwe dimînim heyirî ku çima ev demeke dirêj e destê min naçe darê peyvê û li ser kawdanên dinyaya me ya biçûk, kolana me ya edebî, çi gotinan bikim! Ma ne hergîz hin tiþt hene tên û li xilêf û þaneya hiþê min diqelibin û mozqirkên ruhê min pê har û tar dibin. 

Hin dem hene jiyan ji ta bi derziyê quzilqurt e û ji her milî ve talî û reþbînî mîna pirtê ewrekî reþtarî bi ser jîngeha mirovî de xwe xul dike; helbet divê mirov carina jî guhê xwe nede tahliyan û ruhê xwe ji bin xirbeyan derbixe. Helbet ji bo vê jî jîrayî û wêrayî lazim e ku ev mixabin di her mirovî de zû bi zû peyda nabin. 

Her mirov þahidê dema xwe ye; bi xêr û gunehên xwe ve di nav kawdanê de ye. Tu çiqasî xwe ker û kor û lal bikî jî pêjna hundirê te mîna mozqirtkê te diazirîne û lepûçkên xwe di hiþ û jêrhiþa xwe dialîne. 

Gelek caran fikirên berevajîkî li min çêdibin: Ez bim þûna xelkê ez ê di xwendina xwe ya bo ber û berhemên me de li çi bigerim? 

Bêguman ew ê binerin qene bi qasî serê derziyê tiþtekî xweser yê xwemalî me tê de hebe. Teqlîda herî serkeftî jî ber çavên xudanê wê qasî sere kixsekê qîmeta xwe heye. Ez ê çi bikim ji çaroxa heft dest guhartî!

Yanî bo serkeftina huner û edebiyatê dawerivandineka xweser; tiþtekî ji nava malê yê ku reng û dengê te bide pêþ toyê ser mastî ye.

Çavê me li der e; em li benda peyitandina xelkê ne. Heta ew me nebînin û payekî gorî rêgezên xwe ji me re destnîþan nekin, em di qewara xwe de mixabin çavtarî ne û dengê xwe nabihîzin. 

Berê li taxa me giyayê hewþê tahl bû, niha kulîlkên li balkonan tahl jî nîn in ji binî ve þar û þor in, kelê ne û ji xwe ji mêj ve em ji ser dezgehên bazaran pincaran jî nakirin û me dest ji giyaçêrînê berdaye. Her tiþtê me yê bi GEDO, dinizile nav peyvên me û peyvên þayik ên bêruh di ser kaxizên pirtûkên me diqerisin.  

Di vê bêhntengiyê de ku em ji her tiþtî bêzar bûne; belkî ji her tiþtî bêhtir ji xwe bêzar bûne belkî peyvên me bikaribin me bigihînin hev û bêhna me bînin ber me. Nizanim. Hukmê peyvê çiqas e an jî ma hukmekî wê maye, wê jî nizanim lê her çi be jî ez dibêm qey divê em gotina xwe bikin. 

Ji gotina xwe peyvên xurt lê bikin û jiyanê hembêz bikin. 

**
Ji bo yên bixwazin guhdarî jî bikin:

Omer Dilsoz

Hemû Nivîsên Omer Dilsoz

Hûn dikarin li van jî binêrin

Jiyana Zelensky kirin xêzeroman

Jiyana Zelensky kirin xêzeroman

19 05 2022

Cannes de wext wextê fîlman o

Cannes de wext wextê fîlman o

19 05 2022

Dengbêj Xalîde hat berdan

Dengbêj Xalîde hat berdan

19 05 2022

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat...

18 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname