• Rûpela Pêşî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêşî
  • Qunciknivîskar
  • Şêxo Fîlîk
Şêxo Fîlîk

Şêxo Fîlîk

filik4402@hotmail.com@hotmail.com,sexofilikk,FilikSexo,profile.php?id=100009982964676

Şerm û Jinûveavakirina Civakê

Dîrok : 16 04 2021

Wek diyardeyeke civakî, huner xwedî roleke girîng e ji bo guherandin û veguherindina civakê. Lewre wek parçeyekî civakê, huner, him di bin bandora civakê de dimîne û him jî bandorê li civakê dike. Avakirina ji nû ve jî qesta ya duyem -bandora hunerê ya li ser civakê- dike. Ango tiştekî avabûyî heye lê nivîskar an jî hunermend ji ber hin sedeman bi tiştê avabûyî ne qayil e û dixwaze wê ji nû ve, careke din ava bike. Çima ku halê hazir tiştekî avabûyî heye, du rê hene li pêşiya jinûveavakir; yan wê tiştê heyî xira bike û careke din ava bike, yan jî wê mûdaxeleyî tiştê heyî bike û wî tiştî veguherîne tiştê bi dilê xwe. Ya yekem (xirakirin û çêkirin) teqabûlî ‘dekonstruksiyon’a Jacques Derrida dike û ya duyem jî teqabûlî ‘temsîl û mudexale’ya Ian Hacking. 

Ji ber ku her sazî û dezgeh, her bîr û bawerî û her îdeolojî di dil û mêjiyê xwe de xeyala civakekê dike, ji bo bigihêje wê civaka texayilkirî jî hin qayideyan datîne, hin sînoran saz dike û hin tevgeran îdealîze; hinekan jî şermezar dike. Hûmermend jî bi jinûveavakirinê, xwe li wan qayide, sînor, qalib û idealîzekirinên heyî digire û qesta hilweşandina wan dike. Loma divê pêşî ew sînor, qalib û klîşeyên heyî bên destnîşankirin ku nivîskar zanibe armanca xwe çi ye û wê çi hilweşîne. Sermeseleyê li gor dewleta Tirkî civaka îdeal civakeke homojen e û formula wê homojeniyê jî; Tirk+Misilman(Henifî)+Mêr+Heteroseksuelî ye. Kesek çiqas van krîteran di xwe de bihewîne ewçend xwedî awantaj e li Tirkiyê û her ku ji vê formulê veqete dibe îstîsna û dikeve rewşeke dezawantaj. Ji loma, heke nivîskarekî Tirk bi qesta jinûveavakirina civaka xwe rabe divê xwe li vê formulasyonê bigire û hewil bide vê formulasyonê veguherîne. Lê nivîskarekî Kurd?

Bi qasî em ji rapirsiyan[1] hîn dibin û ji derdora xwe bi çavên xwe jî dibînin, wek civakeke rojhilata navîn him erdnîgariya ku Kurd lê ne him jî ji ber faktora dewletê vê formulasyonê bandor li Kurdan jî kiriye/dike.

Em ê di ser Şermê[2] re ku nivîskarê wê bi angaşta jinûveavakirina civakê rabûye[3], di çarçoveya Teoriya Dijkolonyal, Teoriya Feminîst û Teoriya Queer de hokerên vê formulasyonê binirxînin bê ka nivîskar çawa û çiqas qesta ji nû ve avakirina wê kiriye. Hem ji ber kronolojiya pirtûkê hem jî ji bo sîstematîka plankirî ya vê nivîsê em ê ji hokera dawîn –heteroseksuelî/queer- dest pê bikin.

1.   Ji Hêla Teoriya Queer ve;

Li gor Judith Butler ku yek ji teorisyenên sereke yê Teoriya Queer e; ‘zayenda civakî tiştekî performatîf e. Loma jî ‘derbirîn’ û ‘binavkirinên’ kesan ne encama zayenda civakî lê avakirê zayenda civakî bixwe ne.’[4] Bi têgiha ‘zayenda civakî ya normatif’ Butler, heteronormatîvîteyê  red dike û bi me dide zanîn ku di civakê de, ne tenê du zayendên civakî –mêr û jin- lê gelek nasnameyên zayendî hene ku meriv nikare bixe nav qaliban û tew nabe meriv wan binav û pênase jî bike.[5]  “Kategoriyên nasnameyan wek çarçove û sînordarkirinê ez tim aciz kirime; ez kategoriyên nasnameyan wek serhevdeyên hemû dem û dewranan dibînim, wisa dihesibînim û wisa binav dikim”[6] Di vê pevgirêdanê (konteks) de, queer ne norm û nasnameyeke nû ye; dijberî wê (bê)nasnameyiyeke nediyar î guherbar e.[7]

Bêguman, nabe kesek tiştekî, fikrekê û teoriyekê li ser herkesî ferz bike, loma ne şert e herkes ji vê teoriyê hez bike û li gor vê teoriyê binivîse. Ango çawa nabe meriv li ser nivîskarekî ferz bike ku di berhema xwe de îlam cih bide hevzayendiyê, her wiha dema cih neda nabe meriv wê wek kêmasî û neyîniyekê jî bihesibîne. Lê ku di berhemekê de şop û nîşaneyên hevzayendiyê hebin û ku nivîskar –me li jor jî qal kir- bi angaşta ji nû ve sazkirina civakê rabûbe hewce ye serî li ser were êşandin bê ka nivîskar ew çawa ‘ji nû ve’ ava kiriye di berhema xwe de û çi li civakê zêde kiriye.

Di serê romanê de diyalogên Nesrîn û Şermînê wê bendewariyê çêdike ku nivîskar jî wek Butler heteronormatîvîte red kiriye û ji karakterên xwe re ew (bê)nasnameya nediyar î guherbar saz kiriye.

“Ev jî ava sor e, şevan dirêj dike, sîng û beran germ dike, serê memikan ber bi asîmên ve dike û nav ranan jî rohn dike. r23” “Çi cara çav li awirên Şermînê diket bi şermî mit dibû. r24” “…paşê emê şeraba xwe vexwin. Bila lêvên me har bibin, pêsirên me rep bibin û bila şerab heta nava ranên me biherike.r25” “Ka tu bisekine weleh ezê îşev te bixwim.27”, “zimanê Nesrînê ku wekî beytikên doza pevşabûnê li hev dikin, direqisî r27”, “Ez hinekî ewkên te jî nefirikînim? r.28”

Diyalogên Nesrînê yên bi vî rengî ku heta dawiyê romanê didomin, serê pêşî bendewariya wê jinûveavakirina ku nivîskar qal dike çêbike jî em ji nişka ve bi gotineke homofobîk a vebêjê romanê tên ser hemdê xwe; “Xwediya malê (Şermîn) êdî hînî gotinên wê (Nesrîn) yên navranî bûbû. Lewma jî wan gotinan zêde tesîr lê nedikir. Ne Şermînê bûya û Nesrînê bi vî awayî bi hinekên din re sohbet bikira wê bigotana wey li min porkûrê vêya agir pê ketiye û çav berdide jinan jî û… r.25”

Homofobî; nerazîbûn, pêşdarazî û cihêwaziya li dijî hevzayendan û gotinên bi kerb û kîn li dijî hevzayendan e. Ma kesek, sermeseleyê jinek gelo ji ber ku mêran nabîne û ‘ar pê dikeve’ loma ji jinan hez dike? An jî ji ber ku xela li jinan rabûye loma mêrek ji mêrekî hez dike?

Vebêj wiha bersiva me dide, ango sedema van diyalogan wiha rave dike; “(ji ber ku Nesrîn) dixwaze dema wan şên û xweştir derbas bibe van gotinan dike. r.26”

Heke nivîskar ev diyalogên Şermîn û Nesrînê ku serê pêşî dirûvê metneke queerî pê dikeve lê paşê bi gotineke vebêj vediguhere metneke homofobîk, tenê bi karaktera xwe –Nesrînê- bidana gotin, me dê bigota; dawiya dawîn diyalog jî rêyeke karaktersazkirinê ye û çima ku Nesrîn karaktereke şên e, nivîskar bi vê rêyê hewl daye karaktera xwe xurttir bike. Lê ne tenê bi rêya diyalogan, vebêj bi xwe jî bi şayesandin û salixdanên xwe berê Şermîn û Nesrînê her biriye ser laşê hev û berê xwîner her daye wê bendewariyê; “Çavên xwe yên bi kelecan, li dîwarên odeyê, li alavên hundir, li ser bedena hev gerandin. r.30”, “Gotinên wan ên nîvco li hev diqelibîn; li hundir du awir kûr dibûn û olana şevê bilind dibû, lê gurmîna du dilan? r.30”, “Her duyan jî, wekî bizinên ji şargeyan derketî yan jî ji şerê xenceran serkeftî xelas bûbin, birçî û bi hezkirin li hev dinêrîn. r.30”

Loma jî van şayesandinên vebêj wê gumanê çêdike ku nivîskar pêşî xwestiye metneke queer binivîse lê ‘şerm’ kiriye. Şerm jî hesteke mirovane ye dawîya dawîn û ne cihê lomandinê ye. Lê bi şermê civak jinûve ava dibe an na nizanim!..

Axir aşkere ye ku berhemê ji vê hêlê ve tiştek li civakê zêde nekiriye, tiştek neguherandiye tew qalib û klîşeyên civakê ên derheq hevzayendiyê de dubare kirine û ew tabûya civakê peyitandiye ku hevzayendî rêşaşî û rûreşî ye. Hewceyî lêzêdekirinê ye ku ew gotina homofobîk –ar pê ketiye, çav berdide jinan- hemû berhemê nake metneke homofobîk. Ji dêvla wê meriv dikare bibêje temsîliyeteke neçê, îmajeke bi problem e ji bo hevzayendiyê ku tirs û metirsiyên civakê geştir dike ji dêvla wan tirs û metirsiyan ko bike.   

2.    Temsîlîyeta Jinan di Pêwendiya Teoriya Feminîst de

Baviksalariya ku destbirakê desthilatdariyê ye, ji rabûn û rûniştinê heta xwarin û vexwarinê, hemû tevgerên mirovane wek ‘tevgerên jinane’ û ‘tevgerên mêrane’ kategorîze kirine. Simone de Beauvoir[8] têgiha jinan a di mêjiyê civaka baviksalar de pêşî serobinî kiriye û paşê ji nû ve ava kiriye; ‘însan wek jin û mêr ji dayik nabe, paşê wek jin û mêr ji hev vediqete. Erê, mirov ji hêla biyolojîk ve wek jin û mêr diwelide ev tiştekî din e lê piştî welidînê civak, desthilatdar û çand hin tevgeran li ser jinan ferz dike hin tevgeran jî li ser mêran.’ Beauvoir, zayenda biyolojîk wek ‘seks’ û ya ku civak ferz dike jî wek ‘gender’ binav dike û li ber genderê radibe ku em ê jê re bibêjin zayenda civakî. Li gor Kate Millett[9] tevgerên ku civakê li mêran ferz kirine wek hêzî, xurtî, êrişkarî, jîrî, çalakî; yên li jinan hatine ferzkirin jî wek bêhêzî, lawazî, şermî, hestiyarî, tebatî hatine kodkirin. Berhemeke sînorşikên a xwedî angaşta veguherandina civakê, ma ne hewce ye xwe li wan kodan bigire û qesta hilweşandina wan kodan bike? Heke na, ango heke wekî ku civakê ferz kiriye mêran bi kodên civakê (xurt, jîr, çalak..) û jinan bi heman kodên civakê (lawaz, hestiyar, şermok…) teswîr bike, ewê dîsa bibe berhemeke edebî lê nabe berhemeke xwediyê angaşta veguherandina civakê. Lewre li gor formulasyona îdeal a civakê ‘mêr’, ‘mêrbûn’ û ‘mêritî’ jî yek ji qalibên civakê ne ku di civakê de xwedî statûyeke taybet in û serdestiyeke xweser bi dest xistine li hember jinan. Loma jî nivîskarê ku bi erka sazkirina civakê rabe hewce ye vê klîşeyê ji holê rake an jî qet nebe nekeve dafika zayenda civakî.

Baş e, çi ne ew dafik? Ango berhemek kêngî û çawa dibe zayenperest û krîter çi ne? Tevî ku gelek teorîsyenan qala gelek krîteran kiriye, di maqeleya jêrenotê de[10] tê diyarkirin 8 xal hene ku hemû teorîsyenên feminîst li ser lihevkirî ne. Em ê jî di pevgirêdana wan xalan de Şerm’a Sîdar Jîr binirxînin. 

2.1. Sazkirina Karakterên Jin:

Heke em îstîsnayan nehesibînin, huner û edebiyata Kurdî di wê hewldanê de ye ku di berhemên xwe de îmajeke xurt ji bo jinan çêbike. Helbet di vê de rola rêxistin û saziyên jinan cihê navhilanîn û pesindayînê ne. Loma dema bi awayekî giştî li berhemên edebî yên Kurdî tê nêhirtin, meriv dikare qala du tîpên sereke bike. Yek jê; jina malan a ‘biedeb’, fedîkar û fedakar, bi rehm û bexşîner, êşkêş û ‘birûmet’. Ya dîtir; jina li ser lingên xwe disekine, xwedî kar û kargeh ku hewldanên azadbûnê dide lê tevî wan hewldanên azadbûnê dîsa jî di bin nîrê nêrîtiyê de dieciqe, carinan tune tê hesibandin carinan di rêza duyem di bin nîrê nêrîtiyê[11] de dimîne û carinan jî wek nîşaneyeke ‘azadbûnê’ bi laşê xwe yê tazî dibe amûreke erotîk di nav lepên rûpelan de.  

Nesrîn û Şermîn ku serlehengên Şermê ne, dikevin beşa duyem. Ango xwedî kar û kargeh in, ji malbatên xwe cihê bi tena serê xwe dimînin, şev û roj şerabê vedixwin, ji bo azadbûna xwe bidin îspatkirin hema roja ewil bi mêran re radizin, xwedî erebe ne û wek ‘pîlotan’ erebeyê dajon... Axir heta qirikê di nava azadiyê de ne lê dîsa jî –ji ber sedemên ku em ê li jêr qal bikin- nekarîne ji nîrê nêrîtiyê rizgar bibin. Loma jî azadiya ku nivîskar bexişandiye Şermîn û Nesrînê azadiyeke sembolîk, ji qewlê Elizabeth Wright[12] ve azadiyeke kulek e. Lewre li gor Wright du nîşaneyên berbiçav a azadiya kulek ku nivîskar ‘dibexişîne’ karakterên jin hene. Yek jê; wekî ku li her derê ye lê tim li mala xwe ye. Ya dîtir; qedera karaktera jin tim bi mêrekî ve girêdayî ye.

Şermîn midûrê mixazeyeke cil û bergan e, Nesrîn jî di saziyeke jinan de psîkolog e lê tim li malê ne. Erê carinan nivîskar/vebêj dibêje ‘Şermîn ji bo karê xwe derdikeve derveyî bajêr û bi rojan nayê malê’ lê ne derketina derveyî bajêr ne jî li cihê kar wan qethen performe û pratîze nake. Ango wekî ku li her derê ne lê tim li malê ne.

Sermeseleya qedera jinan a bi mêran ve girêdayî; tevî ku Şermîn serlehenga romanê ye, qedera Şermînê bi Serhed ve girêdayî ye, her tiştê xwe hemû jiyana xwe li gor Serhed difesilîne; “Şermînê tenê li Serhed difikirî. Her tiştê xwe li gorî hatina wî difesiland. r.63”

Dîsa li ser qedera karaktera jin; Şermîna xwedî kar û bar, Şermîna midûra mixazeyê, piştî hepisbûna Serhed dev ji kar û bar berdide destê xwe ji heyatê dişo û tê li mala bavê xwe rûdine; “Ji wê rojê de, Şermînê dev ji kar û her tiştî berda… Zivistana cemidî heta nîvê şevê li ser paldanka darîn rûdinê û çavên wê li wê rêka axî û zirav e… r.90”

2.2. Karaktera Jin a Temsîlkara Nîrê Nêrîtiyê;

Li gor teoriya feminîst[13] vebêj –nexasim vebêjên mêr- carinan ji bo ku nêrîtiya baviksalarî ya di binhişê civakê de meşrû bikin û rewa nîşan bidin, ji xwe re wek berdevk karaktereke jin saz dikin û gotinên baviksalarî bi wê didin gotin. Ew karaktera rasterast wek berdevka nêrîtiya baviksalariyê tevdigere gotinên ku mêrek newêre zû bi zû aşkereyî bibêje, bi rehetî dibêje çima ku ‘jin’ e.[14] Nesrîna karaktera jin jî wekî ku ji bo vê armancê hatibe sazkirin, tim wek lezbiyenekê diaxive û bi vê rêyê laşê wan, bedena wan bi awayekî rehettir teşhîr û erotîze dike lê ne lezbiyen e.

Vebêj jî ji aliyekî ve mil dide Nesrînê, sahneyên ku Şermîn û Nesrîn li cem hev in bi awayekî erotîk û romantîk radixe ber çavan; “Her duyan jî, wekî bizinên ji şargeyan derketî yan jî ji şerê xenceran serkeftî xelas bûbin, birçî û bi hezkirin li hev dinêrîn. r.30” Piştî li hevnêrîna têrşehwet û ewçend romantîk “Şermînê dibişirî û Nesrînê li bibîkên çavên wê dinêrî… Bêyî hestên xwe aşkere bike li benda gotineke wê bû. r.30” Nesrîn û Şermîn her diçe li hev “germ” dibin, şerab laşê wan “mest û nerm” dike, ji “aş û bajar” xeber didin û her diçe romantîzm û erotîzm radibe asta herî jor “Nesrînê guhên xwe miç kiribû, gotin bi gotin dabû ser pişta şevê. Êdî dikaribû li çavên Şermînê binêriya, ku bûbûn wekî du gulên Mihemedî. r.37”

Tevî van diyalog, şayesandin û salixdanan, heke heqet jî Nesrîn ne lezbiyen be nexwe bi rastî jî Nesrîn tenê amûrek e bo tetmînkirina fanteziyên nêrîtiyê û baviksalariya di binhişê civakê de ku teoriya feminîst qal dike;

“(Nesrînê digot) …ez tenê amûrek im û tu dikarî li gorî dilê xwe min bijenî, deng ji min û xwe derxî. r.32”

Herwiha Nesrîn, bi gotinên xwe yên derheq birayê Şermînê de jî dîsa bi rola xwe ya berdevkiya nêrîtiyê radibe. Dema Şermîn ji Nesrînê re qala birayê xwe (Şêrdil) dike ku ji bo xebatê çûye bajarekî li ber behrê, Nesrîn wek berdevka nêrîtiya baviksalar ku laşê jinan wek amûreke seksê dibînin, dibêje; “Qey xwestiye ji malê dûr bikeve. Belbî xwestiye li welatekî dûr xwe bigihîne memik û lêvan. Ji xwe li wê hêlê mêr jî jin jî xwe rehet lê berdidin. Belbî xwestiye li ser bedena jinên din rabe û dakeve. Belbî… Belbî xwestibe li nava ranên jinên din bi dilê xwe rehet bi… Belbî xwestibe jinên rastîn wî bihelîne lê. r.33”

Pê de pê de karaktera me dev ji berdevkiyê berdide û vediguhere mêran, bi fikrên xwe, bi tevgerên xwe heta bi rabûn û rûniştina xwe dibe mêr. Ji wan mêrên ku hemêza her jinê mîna milkê bavê xwe be li xwe ‘heq û helal’ dibîne; “Dema (Şermînê) qedeha wê dadigirt jî hey bi dilbijokî qala birayê Şermînê dikir. Ji bilî bihîstîna navê wî ew nas jî nedikir, lê hey ew ji hemêza wê jinikê derdixist û dixist hembêza yeka din. r.34” “Belbî Şêro dilê yekê rehhhhhhet dike! Belbî Şêro ji êvar de heta sibehê ji ser dilê yekê ranabe, yan jî yek ji ser dilê wî! Kijan jin ji vê re dibêje NA?! r.34”

Di derekê de jî Şermîn bi berdevkiya fikra nêrîtiyê radibe. Dema Nesrîn ji Şermînê re qala hezkiriyê xwe dike ku ew xapandiye û çûye bi yeka din re razaye û loma dev ji wî berdaye, Şermîn vê şîretê li Nesrînê dike; “Te çima wisa kir? Xwezî… Windakirin gelekî rehet e lê… r.25”

2.3. Laşê Jinê yê Hatî Erotîzekirin:

Piştî sohbeta Nesrîn û Şermînê ya têrerotîk ku li jor hat qalkirin, derengê şevê her yek diçe dikeve cihê xwe û radikevin. Serê sibehê Nesrîn radibe diçe malê. Piştî Nesrîn diçe mal, Şermîn dihere serşokê û em dibin şahidê mastûrbasyona Şermînê di bin avê de. Piştî vê sahneyê vê carê vebêj bala me dibe mala Nesrînê ku ew jî di serşokê de ye û bi awayekî dûvdirêj vê carê mastûrbasyona Nesrînê bi me dide temaşekirin. Helbet di berhemekê de ku hewce kir sahneyên erotîk jî wê hebin. Lê bêyî ku kontekstek hebe, bêyî ku honak û herikîna bûyerê hewce bike vebêj li pey hev û belesebeb masturbasyona her duyan bi me bide temaşekirin, ew ê romanê ber bi ‘erotîzekirina laşê jinan’ ve bibe.   John Bergerê[15] ku pêwendiyê di navbera temaşekirin û nîrê nêrîtiyê de datîne, wiha rave dike egera angaşta xwe; “Di berheman de, jin ew kes in ku ji temaşekirinê bêhtir lê têne temaşekirin. Lewre temaşekirin ango lênêhirtin; li ser fikirîn, bi dest xistin, texayilkirin e û fikirîn bi salan e di bin nîrê nêrîtiyê de ye. Loma li her derê em li tazibûna jinan û xweşikiya wan temaşe dikin û ya ku mecbûr e tim xweşik xuya bike jin in.” Nexwe loma şeva ku Şêrdil û Nesrîn razên, bêyî ku em zanibin Şêrdil çi li xwe kiriye vebêj bala me her dibe ser kirasê gulgulî ê Nesrînê û çavên wê yên kilkirî û dawetkar?.. Loma bêyî em rengê goreyên karakterekî mêr zanibin, em rojê du sê seansan li laşê Şermînê yê tazî temaşe dikin li ber neynîka serşoyê?

Li gor Foucault[16], sînordarkirina nêhirtina jinan îqtîdareke mîkropolîtîk a mêran e li ser jinan. Li gor feminîstan jî ‘sînordarkirina lênêhirtina jinan sînordarkirina dinyaya wan e.’ Yek ji nîşaneyên erotîzekirina laşê jinan ew e ku dema di berhemên hunerî de jin û mêrek pev şa dibin, tim orgazma jinê tê dayîn[17]; “(Nesrînê) porê xwe yê kin li ba kir û paşê xwe da Şêrdil û berê xwe da derî. Bi firîna kevokan re, orgazma dawî jiya, oorrrînî jê çû û serdevkî wergeriya. r.82”

Ya ku tim tehrîk dike jin e[18]; “Şêrdilo destê xwe ji ya porkur re  (Nesrîn) li ba kir.  Çi cara bang jinikê dikir û jinik dihat, beriya tiştekî bixwaze bi dilbijokî li çavên wê yên fireh û kilkirî dinêrî…”

“Keçê, ez vî li xwe bikim ez ê êgir bera nava dilê gelekan bidim. r.64”

 

2.4. Pêwendiyên Jinan ên Navxweyî

Li gor teoriya feminîst, di sazkirina karakterên jin de, danûstandinên wan ên bi hev re û pêwendiya jinan a navxweyî xwedî girîngiyeke taybet e. Ji ber ku fikra nêrîtiyê ya serdest, navê jinan tim bi hestên neyînî yên wek hesûdî, rikeberî, bêbaweriya navxweyî hilaniye, têgihiştineke wisa çêkiriye wekî ku jin ji hev dihesidin, bi hevûdu ne ewle ne û tim di nava rikeberiyê de ne.

Dema Şermîn tê girtin hewldanên Nesrîn û Semrayê, her ku di tengahiyê de dimînin piştgiriya ku Nesrîn û Şermîn didin hev, ji bo xêra hev şîretên ku li hev dikin… Axir, di Şermê de pêwendiya jinan a nevxweyî bêhtir ji hêla erênî ve ango di çarçoveya piştgirî, alîkarî, hemhalî û pêbawerîyê de hatiye dayîn. Loma derbarê piştgirî û alikariyê de gelek epîgraf hene ku meriv dikare ji pirtûkê mînak bide. Lê li aliyê din wek nîşaneya nîrê nêrîtiyê ku navê jinan tim bi hestên neyînî yên wek hesûdî, rikeberî, bêbaweriyê hiltîne di navbera Şermîn û Nesrînê de hesûdî û rikeberî jî heye. Şeva ku Şermîn ne li mal e, Nesrîn, birayê Şermînê (Şêrdil) tîne malê û bi hev şa dibin. Ji ber ku wê demê Şermîn û Nesrîn hevalên hev ên malê ne, roja din Şermîn tê malê û di bin cihê xwe de zendikê Şêrdil dibîne. Helbet pê derdixe ku Şêrdil û Nesrîn doh şev bi hev re bûne û piştî wê rojê nava Şermîn û Nesrînê xira dibe û nema dibin wek berê; “Ji wê rojê û şûn de her du jî êdî ne wek berê bûn. Şermînê bêhtir bêdeng bûbû û Nesrînê jî ew aliyê xwe yê mizur ko kiribû û li gotinên xwe miqate bû. r.87”

Lê balkêş e, heke sûcek hebe, tevî ku Şêrdil jî biqasî Nesrînê sûcdar e Şermîn biqasî bertek nîşanî Nesrînê dide nîşanî birayê xwe nade. Herwiha nayê famkirin ji ber çi ye lê Şermîn serê xwe pir zêde li xalîçeya ku ji Nesrînê re wek diyarî hatiye dêşîne. Demeke dirêj bi pey dikeve ka kê ew xalîçe ji Nesrînê re şandiye. Dema wê lêgerînê, dîsa hestên nîv hesûdî û nîv qeherîn li Şermînê radibin û dikeve komplekseke bêmane ku nîrê nêrîtiyê di berhemên edebî de tim bi karakterên jin ve dizeliqîne.

3.     Kolonyalîzm û Pêkhatina Edaletê;

Kolonyalîzm, serdestiya polîtîk, mêtingeriya ekonomîk û xweferzkirina çandî ya hêzekê ye ku xwe li ser niştecihên erdnîgariyekê ferz dike.[19] Li gor Daniel Butt, ev serdestiya polîtîk pişta xwe dide xurtbûna xwe û nahêle niştecih qedera xwe bi xwe tayîn bike û bi darê zorê rêvebirî, ewlehî, edalet, çand û kelepora xwe li ser niştecihan ferz dike.

Di berhemeke edebî de, temsîliyeta kolonyalîzmê kes, sazî û dezgehên kolonyal ên li ser erdê niştacihan in bê ka nivîskar di berhemê de ew kes, sazî û dezgeh li kû bi cî kirine, nêzîktêdayîneke çawa pê re daniye û çawa nîşan daye. Di Şermê de nîşaneya vê yekê polês û dozgerê li bajarê cûnik in. Polês ji ber sedemeke bêbingeh nîvê şevê diavêjin ser mala Şermînê û wê dikin nezaretê. Lewre li şaneşîna Şermînê du kevok hene, Şermîn wan xwedî dike av û êm dide wan. Şevek berê, Nesrîna hevala Şermînê hatiye mala Şermînê, dema Nesrîn derdikeve şaneşînê kevok difirin û diçin. Roja din piştî Nesrîn diçe malê di têlefonê de qesta her du kevokan dike û ji Şermînê dipirse bê ka ev her du ‘qaçax’ hatine an na? Tu nabêjî têlefona Şermînê tê guhdarkirin û li ser vê gotinê bi ser mala Şermînê de digirin da ku wan her du ‘qaçaxan’ zeft bikin.

Ji ber ku lêferzkirinên Butt qal dike lêferzkirinên bi darê zorê ne û ji ber ku di lêferzkirinê bi xwe de jî zordarî heye û li cihê zordarî hebe helbet tundî, şer û pevçûn, mirin û hepiskirin heye; ‘Wexta kesên dûçarî destdirêjî û sûcên din ên şîdeta zêde ya şer tên, di hizra wan de ramana cîhana dadmend hildiweşe û dibe piçik û parî’[20] loma berhem li ber ezmûneke giran e û li xwîner dibe meraq bê ka edaleta di hişê niştecih de hilweşiyayî û piçik û parî bûyî wê çawa bê nişandan.

Şermîn şevekê di nezaretê de dimîne, dotira rojê derdikeve hafa dozger û hewl dide bi dozger bide bawer kirin ku wê qaçax nebirine mala xwe, qaçaxên ku hevala wê qal kiriye kevokên wê ne. Dozger pê bawer dibe, çend şîretan li Şermînê û parêzerê Şermînê dike, Şermîn tê berdan û edalet pêk tê.

Li dozgeriyê em pê dihesin ku bavê Şermînê jî du sal berê li ser bûyereke mîna a Şermînê trajîkomîk hatiye girtin; “Du sal berê, bavê min bi rewşeke gelekî nêzî vê tiştê bêbingeh girtin û hê jî mehkeme li ber xwe dide. Heywanên wî tevlî yê cîranan bûbû, bavê min cotkarî dikir û pez xwedî dikir. Bihar bû têlefonî birayê min dike û dibêje ‘berxik hatine filan derê, here berxê çavreş bi xwe re bîne malê, nexweş e bila çendakî li mal be. r.54’” û piştî du sê rojan bavê wê jî tê berdan û edalet dîsa pêk tê.

Belê edalet pêk tê lê edalata pêk hatî ne edalata bi dilê niştecih (edaleta selihîner[21] an jî edaleta rastger[22]) lê edaleta klasîk a bi dilê kolonyal e. Lewre, pêkhatina edaleta di Şermê de bi me dide zanîn ku; kesek ‘belesebeb’ nayê girtin, belê carcaran şaşfamkirin û xeletî çê dibin –wekî bûyera Şermînê û bavê wê- lê ew xeletî û şaşî tavilê û bi destê nûnerekî kolonyal (dozgerê li bajarê cûnik), ji holê radibe, mesele safî dibe û diqede, wek nîşaneyeke pêkhatina edaletê jî bêhn li niştecihan fireh dibe. Şermîna heta niha reşbîn û melankolîk; “Piştî bavê wê hate berdan bêhna wê bêhtir fireh bûbû. (…) êdî bi kêf diçû ser karê xwe. Li cihê kar tim bi kêf û henek bû. r 63”

Ji ber ku pêkhatina edaletê ne ji hêla mexdûr ve lê ji hêla faîl ve hatiye dayîn pêkhatina edaleta di Şermê de bi problem e, tew ji ber ku ji dêvla edaleta selihîner ku ji bo edilandina edaleta di hişê niştecih de parçeparîbûyî bivênevê ye, qîma xwe bi edaleta klasîk anîye, heyîna kolonyalîzmê ya li ser erdê niştecihan rewa û meşrû bûye. Ango bi awayekî ji awayan ji dêvla hestiyên niştecihan ku di hepisxaneyan de riziyane dozger darizînin, dozger ji Şermînê dipirse û hey dipirse, ji Şermîna ku bûye berdevka maxdûrên şaşfamkirinan. Ango li gor Şermê, problem ne heyîna kolonyal û pênasekirinên ku wan li ser niştecihan ferz kirî ne, problem ew e ku kolonyal karê xwe baş pêk nayînin, bêyî ku ser û binê meseleyê fam bikin însanan mexdûr dikin. Nexwe heke heqet jî du kesên ‘qaçax’ bihatana mala Şermînê heqê wan hebû wê bigirin? Nebe nebe pênaseya ku wan ji bo ‘qaçaxiyê’ danîye şaş be? Nebe kesê ku wan wek ‘qaçax’ pênase kirî niştecihê bajarê cûnik bi xwe be? Kî ye niştecih, qaçax kî ye, kî li ser erdê kê ye; ji ber ku ji dêvla ‘qaçax’an, şaşfamkirin hatine rexne kirin wexta di dawiya romanê de Serhed tê girtin ku Serhed rojnamegerek e û ji ber nûçeyekê ceza lê hatiye birîn, xwîner li ber wê girtinê nakeve. Ji ber ku li bajarê cûnik edalet bi lezûbez pêk tê û xwînerê Şermê di dilê xwe de û di ber xwe de dimilmile; ‘heke şaşfamkirinek hebe jixwe wê were berdan na ku nehat berdan nexwe Serhed heqet jî bi sûcekî rabûye û li xwe heq kiriye.’

Û Fanonê ‘reşik’ ê ‘qaçax’ li wê dera hanê diqêre;  heta polêsê spî yê dawîn neçûye edalet rast nagere û xisara ku kolonyalîzmê daye niştecihan safî nabe.



[1] Rapirsiya KONDAyê; “Kürt Meselesinde Algı ve Beklentiler Araştırması Bulgular Raporu”, Gulan 2011,

Herwiha binêrin; 1) https://t24.com.tr/haber/chpnin-anket-sonuclari-baris-olsun-ama-kurtler-komsum-olmasin,230759  2) https://tr.sputniknews.com/turkiye/201911191040656801-kondanin-anketine-gore-turkiyede-kimligini-kurt-olarak-aciklayanlarin-orani-yuzde-16/     

[2] Sidar Jîr, Şerm,  Roman, Weşanên Lîs, 2021

3 Ji bo panela Sîdar Jîr a bi navê ‘Roman û Ji nû ve avakirina civakê’ binêrin; https://diyarname.com/news.php?Idx=51340

[4] Judith Butler, Cinsiyet Belası, Weşanên Metis, r. 77

[5] Merin Sever, Queer Teori Ekseninde LGBTİ Hareketi ve Feminizm, Kovara Birikim, 2014, Hj.308

[6] Butler, Taklit ve Toplumsal Cinsiyete Karşı Durma, Weşanên Agora, r. 5

[7] ‘To queer’ bi awayê lêkerî tê wateya veqetîna ji normê û normaliyê

[8] Beauvoir, S. d., Kadın "İkinci Cins",  Wer, B. Onaran, Stenbol, Weşanên Payel

[9] Millett K., Cinsel Politika,  Wer. Seçkın Selvı, Weşanên Payel, Stenbol, 1987.

[10] S. Kotan, İ. Hıdıroğlu, “Sinemada Eril Söylem ve Atıf Yılmaz Filmlerinde Kadın Sorunu”, Kovara Atatürk İletişim, Hj.9, Tîrmeh 2015.  

[11] Nîrê Nêrîtiyê; Bi Îngîlîzî: masculine domination, Bi Tirkî: eril tahakküm

[12] Wright Elizabeth; Lacan ve Postfeminizm, Wrg: Ebru Kılıç, Weşanên Everest, Stenbol, 2002

[13] S. Kotan, İ. Hıdıroğlu, h.b.

[14] Pierre Bourdieu, Eril Tahakkûm, Weşanên Baglam

[15] Berger, J., Görme Biçimleri, Wrg. Yurdanur Salman, Weşanên Metis, Stenbol

[16] Foucault  Michel; Cinselliğin Tarihi, Wer.: Hülya Uğur Tanrıöver, Weşanên Ayrıntı, Stenbol, 2003.

[17] S. Kotan, İ. Hıdıroğlu, h.b.

[18] S. Kotan, İ. Hıdıroğlu, h.b.

[19] Daniel Butt, “Colonialism and Postcolonialism”, International Encyclopedia of Ethics, (ed. H. Lafollette), Oxford: Wiley-Blackwell, 2013, s. 893. Neqil ji; Elif Çagla Yildiz, Kolonyalizm ve Düzeltici Adalet Yaklaşımları,

[20] Jan İlhan Kızılhan, Hevpeyvîn, Wer. Aydın Rengîn, Psychology Kurdî, Hj.12, 2021

[21]  Edaleta Selihîner; Bi Îngîzî Restorative Justice, Bi Tirkî Onarıcı Adalet

[22] Edaleta Rastger; Bi Îngîlîzî Rectificatory Justice, Bi Tirkî Düzeltici Adalet

Şêxo Fîlîk

Hemû Nivîsên Şêxo Fîlîk

Hûn dikarin li van jî binêrin

Pêşkêşvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

Pêşkêşvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

17 05 2022

Li hemberî xedeqeyê ‘Govend e’

Li hemberî xedeqeyê ‘Govend e’

17 05 2022

Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon dolar

Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon...

17 05 2022

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat...

16 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Şîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûşperê)

Şîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûşperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûşperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalşikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaş dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêşniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêşniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêşniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meşa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meşa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piştgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-İletişim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Şêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilşêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname