Rojnamegeriya bê nûçe!
Li cîhanê sê tiþt hene bi sinc, pîvan û dilsoziya xwe wekî hev in; bijîþkî bi sonda xwe ya hîpokratiyê nikare nexweþê xwe bixapîne, rojnameger li hemberî yên jê li benda nûçe û ragihandinê ne nikare bixapîne; divê nûçeya xwe rast û bêalî çêke, û yek jî hezkirî divê li hemberî hezkiriyê/a xwe wekî bijîþkê sonda hîpokratiyê xwarî û rojnamegerê li hemberî yên jê li benda nûçeyan in rast be, dilsoz be, samîmî be…
Bila bijîþkiya ku li vî welatî bûye pîþeya pir pere bi destxistinê û nexweþ wekî miþterî tê dîtin û heza ku ji aliyê yên ne canecan ve tên sûîstîmalkirin bimînin li cihê xwe, min divê mijara rojnamegeriyê-rojnamegeriya kurdî bigirim dest.
Li welatê min rojnamegerî û medya wekî ya welatên li derdora xwe ye; ya vê partiyê heye ya wê partiyê heye...
Nîvê nûçeyên medyaya partiyan ên xebat û daxuyaniyên partiyên wan in, ji nîvê din beþek derbarê kirinên dijmin û hevrikên xwe de ne, ji çaran yek belkî derbarê jiyana welatiyan de be, belkî…
Em ji ber þertên hiqûqa mêtîngeran û derfetên aboriyê ji dezgehên ragihandinê-medyayê yên serbixwe bêpar in, loma ji nav qada ragihandinê dengê rojnamegerên serbixwe pir nayê bihîstin.
Bo hesabên min ên medyaya înternetî tune ne, min bo bala xwe bidimê ji biraderekî tika kir, da di hesabên wî yên medyaya înternetî bi pey þopa rojnamegeran bikevim; kî çi rojnamegeriyê dike, di rûpel û hesabên wan ên medyaya înternetî de çi nûçeyên belavkirî hene bibînim ku nivîsa xwe lê bikim.
Min li hesabên bi dehan kesên li hesabên xwe rojnameger nivîsandibûn nihêrî û tê de ketim pey nûçeyan; dev ji nûçeyên derbarê nexweþiya bi navê koronayê ya li nav kurdan berbelav e û dev ji nûçeyên derbarê têkçûyîna aborî û karan û rûdana nexweþiyên derûniyê û yên din, berdidim…
Bala min li ser nûçeyên rojnamegerên bala wan li ser çand, huner û wêjeyê ne bû! Tiþtên rûpelên wan de ber çavên min ketî ev in; belavokên saziyên tê de aktîvîstiyê dikin, danasîna weþanxaneyan a derbarê pirtûkeke çapkirî de kirî wan ji rûpela weþanxaneyê girtine di rûpelên xwe de nîþan dane; helbet a nivîskar û weþanxaneya têkîliya wan pê re heyî!
Di rûpelên wan de ya zêde berçavan diket karên ew bi xwe dikin; kar bi xwe kirine nûçeya karê xwe bi xwe kirine heta bo wî karê bi xwe kirine hevpeyvîn jî bi xwe re kirine!…
Bi nasnameya rojnamegeriyê beþdarî hin civînan bûne, nûçeya tevlêbûna wan civîn û xebat û kargehan jî bîr nekirine!..
Baþ e, lê kar, xebat, berhem û bûyerên li vê qadê heyî ku diviya nûçeya wan bihata çêkirin!?
Mînak;
1-Wextekê di nav wêjeya kurdî behsa întîhalê derbas bû, nebû mijara nûçeyekê!
2-Behsa pirtûka hatî çapkirin lê nehatî belavkirin derbas bû, nebû mijara nûçeyekê !
3-Behsa tapeyên axaftina di navbera du kesan de ku ji wan yekî ew tape dabûn kesa sêyem derbas bû, nebû mijara nûçeyê!
4-Behsa binpêkirina peymana di navbera helbestkar û weþanxaneyekê de derbas bû, nebû mijara nûçeyekê!
5-Behsa lijneya pêþbirkekê ku li ser angaþtekê rastî bêrêziyê hatibû derbas bû, nebû mijara nûçeyekê!
6-Muzîkkarê me yê tê nasîn Kerem Gerdenzerî belavokek belav kir, neheqiyeke lê hatî kirin bi raya giþtî re parve kir, mixabin ew jî nebû mijara nûçeyekê!…
Wekî van tiþtan mînak dikarin werin zêdekirin; derbarê nivîskaran de, weþanxaneyan de, pirtûkan de, întîhalê de, pêþbirk û lijneyên wan de û…
Meriv heyîrî dimîne, eger rojnamegerî dê van tiþtan neke nûçe, nekeve pey hurguliyên rastiyan, neçe bi kesên navê wan nav gengeþiyekê de derbas dibe re nepeyve, bo xwe neke mijara analîzeke serbixwe wê çi û kê bike nûçe!?...
Nexwe, ew canik û camêr çima wê nasnameya rojnamegeriyê bi xwe re digerînin?
Ku rû bi rû me hev nedîtibe jî lê jê piran bi nav nas dikim, dibe ew jî min wisa nas dikin; lew dê bizanibin ku nêta min ji vê nivîsê ne reþkirina wan e, mebesta min rexne ye!
Baþ e birakno, xwiþkno wekî nivîskar û helbestkarekî bo xwe bigihînim zêdetir zanîn û enfermasyonan qey em serî li rûpela Ajansa Anatoliyê û Ajansa Demîroren a tirkan bidin û gazî wan bikin da ew werin nûçeyên li qada çand, huner û wêjeya me çêbikin!...
Yan em xwe bavêjin dawa Dilþêr Bêwar da camêr ber karê xwe yê înþaatê re were derbarê filan pirtûkê de bi bêvan nivîskarî/ê re hevpeyvînekê bike!?..
Rojnamegerî ne bi tenê danasîn û reklama xwe û ya yên jê tê hezkirin e…
Rojnamegerî bi çêkirina nûçeyan pêk tê, lê eger nûçe tune be em ê çi navî li wê nasnameya rojnamegeriyê bikin?..
Li vê qada çand, huner û wêje-bazara ku ew qas tiþt lê tê hilberîn, afirandin; ew qas gotegot û gengeþiyên lê diqewimin, ger nebin nûçe, derbarê de analîz nebin em ê çawa xwe bigihînin zanînan rastiyê? Ma rêyeke pêþketinê ya çand, huner û wêjeyê ne ragihandin e? Her wiha, ma nûçe ne pêhesandina heq û neheqiyê-rastî û derewê ye?
Ê nexwe çima…!?