Bo kurdî baþ e ku qereçî hene!
Kê anîne, kengê anîne nizanim, lê dibêm baþ e ew hatine welatê min, ketine nav me; baþ kirine, bi xêr hatine…
Wê rojê nivîskar û berhevkar Zekî Akdaxê bavê Ciwan û Rewþenê hate serdana min. Ji eciziya di mal de mayînê me berê xwe da serê çiyê…
Li taxa lê dimînim nîvê rûniþtiyên taxê Qereçî ne. Dema li taxê di kuçe û ber malan re derbas dibî deng tên guhê mirov; kurd di nav mala xwe de bi tirkî diaxivin, zarokên wan li ber deriyan bi tirkî bi hev re dilîzin, lê dema ber maleke Qereçiyan re derbas dibî, deng tê guhê meriv jin, mêr, zaro û kalepîr tev bi kurdî dipeyvin; bi kurdiyeke resen, xwerû û standart…
Kurdiya wan ji kurdiya min a nivîskariyê jî xweþtir û hêrikbartir e…
Kurd ji wan re dibêjin ne eþîrî ne û wan nagirin nav xwe, lê wan tiþtên kurdan yên eþîrî wergirtine jê bi paþ ve gavan navêjin! Wan çend taybetiyên kurdan ên berê ji kurdan girtine; ‘serbestî-azadîperestî-nepijirandina destlêwerdana ji derve û yek jî ziman’.
Zekî digo di navbera xwe de bi zimanekî din jî diaxifin lê li derve di nav kurdan de ji kurdan xweþtir bi kurdî diaxifin, bi kurdî dijîn.
Helbet sedemên vê hene; têkîliya wan bi dewletê re, bi tirkan re, bi saziyên wan re tune; ji wan kêm zarokên xwe diþînin dibistanan lê ew li dibistanê jî, min dîtiye ku di navbera hev de jî bi kurdî diaxifin.
Di saziyên dewletê de naxebitin, nabin mamoste; hewl nadin bibin endezyar, parêzer, hemþîr, pîskolog, civaknas û feylesof…
Wekî cihû û êzdiyan in, ji derve keçikan naxwazin ên xwe jî nadin kesên ne qereçî…
Govendên kurdan ên herî xweþ ew digerînin; ji edet, tore, kevneþopî û zagonên xwe yên navxweyî bi paþ ve gavê navêjin.
Hewl nadin bikevin nav pergala dagirker, entegre bibin bibin parçeyekî civaka tirkan. Bêminet in, nanê xwe bi rêbazên xwe bi dest dixin, bo nanê li deriyê dewletê nadin, bo nanê ji nirxên xwe berdêlan nadin!
Tiþtê me eleqeder dike ne ew kesayetiya wan a ji kurdên berê girtine, tiþtê me eleqedar dike zimanê wan ji me girtiye!
Zekî gelekî ber xwe diket ku keda wî ya bo bi kurdî mezin bibe daye kurê xwe Ciwan û Rewþenê çem bi çem çûye-diçe!...
Min got ber xwe nekeve, kurd herin ser zimanê tirkan jî heya li Kurdistanê qereçî hebin kurdî bêxwedî namîne, namire. Ji gelek kesên behsa kurd, kurdî û Kurdistanê ji devê wan kêm nabe xîretir in…
Bo wê, siberoj ger biyaniyek an kurdekî/ê ku dapîr û bapîrê wî/ê bi kurdî jiyayî, kurdiya dapîr û bapîrê xwe meraq bike were bêje dixwazim hûn min bibin cem kesên kurdîzan, kurdîaxêv hêngê em ê deriyê qereçiyan rê wê/wî bidin.
Wextekê ermen û sûryanên li Kurdistanê jî bi kurdî dizanîn, lê wan dît kurd dev ji zimanê xwe berdidin wan jî dev ji zimanê cîran û kiriyarên (muþterî) xwe berdan…
Erê di destê kurdî de mane qereçî, belkî kêmayiyek wan bê hesibandin, ew jî naxwînin!... Jixwe pêdiviya kurdî ya em behs dikin jixwe ne xwendin, axaftin e! Çendîn rêjeya xwendinê ya bi kurdî zêde bibe jî, lê berevajî vê rewþê axaftina bi kurdî kêm dibe!..
Bo wê, derdê me ne yên dixwînin çima kêm in; dizanim, min dîtine yên bi kurdî dixwînin lê bi kurdî neaxifin jî hene(!) lê derd eger bêaxaftiner nemana kurdî be, dibêm bijîn herbijîn qereçî…