Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî
Di gera xwe ya Kurdistanê de Evliya Celebî di berhema xwe ya bi navê Sehayatnameyê de ji serî heta dawî li her heremê rastî kurdên êzdî tê, qala wan bi awayekî dijminatî dike. Di nav rûpelên vê berhemê de bûyerek, komkujiyek heye ku dema min ev rûpel dixwendin mû û pircên canê min gijgijîn û bûn wekî þûjin.
Hê dîmênên komkujiya kurdên êzdî ya dawî bi destê DAIÞ'ê di mêjiyên me de jîndar in û gava ev komkujiya ku Evliya Celebî vedibêje em dixwînin dîmênên her duyan di mêjiyê me de yeke yek hev digirin. Heta îro qala heftê û çar komkujiyên kurdên êzdî tê kirin. Gava em li wan komkujiyên tên zanîn ên ku ketine qeyda dîrokê binêrin, em ê bibînin ku hemû yeke yek wekî hev çêbûne. Binyata fermanên komkujiyên kurdên êzdî misilmannebûna wan e. Yên ku dibêjin kurdan bi xwestina xwe ji dil misilmantî pejirandin, bila vegotina Evliya Celebî ya ku min ji Seyatnameya wî wergerand bixwînin. Ev serbendên jêr ên min ji xwe re wergerandibûn, dixwazim bêyî ku binirxînim bi xwendevanên kurdî re parve bikim.
Evliya Celebî bi vegotina xwe ya li ser bûyarê bi pênaseke biçûkxistina kurdên êzdî dest pê dike û dibêje: "Hêleka Çiyayê Sincanê re Çiyayê Bipor te gotin: Di nav vî çiyayî de 44-45 hezar êzdî û bapirî yên se-perestî ji kefer û fecerê bedtir komek vehþî, kovî, serhildêr ên serçav bi pirç wekî Gulyabanî kurdên êzdî yên bêol hene…" Evliya Celebî di vebêjiya xwe de alîgirî û dijminiya xwe veneþêre û berdevam dike.
"Dema efendiyê me Melek Ahmed Paþa weliyê Diyarbekirê bû, ev êzdiyên Çiyayê Sincanê gundên Mêrdînê talan dikirin, ji çiya dadiketin, rêya bazirganan dibirîn. Li dawiyê gelê heremê hatin ji paþayê dilfireh re hal û derdên xwe vegotin…" Bi vî awayî dest bi binyata erîþa komkujî û destdirêjiyê ava dike. "Paþayê dûrbîn ê ku ev gilîker li dîwana Diyarbekirê li ber çavên gel qewirandin. Tevda gilîker bi nifir û dilþikestî vegeriyan gunden xwe, li gund û warên xwe bila bûn. Ji hêla din Paþa biryar dabû ku ji wan kurdên çiyayê Bipor tolê hilîne…"
"Ji bo tolhilînê planên xwe çêkir; rojekê ji Xanê Bedlîsê re nameyeke bêedeb nivîsand. Xanê Bedlîsê bi vê nameyê pir êþiya û got, “Melek Paþa bila ji ya ku dizane namîne..."
"Dema ji Paþa re ev besiva hat, Paþa bû bizotê agir û got, "Bilez, ser Xanê Bedlîsê sefera me heye." Li Eyaleta Diyarberkirê û Wanê re ferman þand di demek qut de roj bi roj qasî derya leþker hatin Amîda Reþ."
"Ji hêla Xanê Bedlîsê Abdal Xan 70 kesên bi nav û deng û xatir hatin erkdarkirin ku navberiyê bikin. Di dawiyê de: ji Paþa re 80 kese harcirah, 10 hestir bar kumaþ, 6 hespên muteber û gelek tiþtên din hatin þandin û xelatên hatibûn dayîn axayên di Artêþa Melek Ahmed Paþa ew dewlemed kiribûn. Tevde þad bûyî bûn, bi Xwedê hamd dikirin, bêþer ew qas xelat sitandibûn."
"Wê þevê xeber þandin ku ji sefera ser Xanê Bedlîsê dest kiþandine… Di vê navberê de bi dizî Paþa di guhên Mehmed Emîn Paþa de got: 'Here, Xwedê alîkar û destekdanê te be.' Bi 10 hezar leþker ve ber bi Diyarbekirê ve þand. Bi nameyên navberan Xanê Bedlîsê mijûl kirin."
"Boriyên koçê lê xistin, Paþa bi 70 hezar leþkerên xwe ve derbasî hêla Diyarbekirê bû. Wê þevê di Geliyê Zirziran re derdas bûn, seharê li bin Kelaya Mêrdînê di konan de bi cih bûn. 40 hezar leþker dora çiyayê Bipor pêçandibû, çiyayekî bêaman e ku tê de kurdên êzdiyên bêîman niþtecih in."
"Di sê rojan de leþkerên îslamê ref bi ref deþta Sincanê bi konan û sîvanan xêmiladin. Roj bi roj arteþek wekî deryayekê bi ser kafirande miselet dibû."
"Hemû egidên abaz, çerkez û gurcî bûn…tev de bi samîmiyet û bi can û dil înþalah ji van êzdiyên melun xûn û tola þehîdên deþta Kerbelayê û ya Hezretî Huseyîn hilgirin û înþalah serên bi pirç ên êzdiyan bi þûrên xwe yên bira qir bikin û malên wan ên xenîmet, keçên wan ên wekî sitêrkan dibiriqin û koleyên bijartî bisitînin…"**
"Sibê ji 70-80 nuqteyî re ev çiyayê bêaman dê hilkiþtin û dest bi ser kirin. Tam 7 saet bi vî qewmê þeytanî û leþkerên Melek Ahmed Paþa cengek wiha kirin ku melekên ezman bi cengê Melek Paþa yê ser erdê levên xwe gez kirin. Di vî þerî de 700 egîd ên þerbeta mirinê vexwarine ketin axê. 3060 heb êzdî telef bûn û tunebûn û çûn."
"Þer û lêdan heta þev berdewam kir, bi dolên agirbest, her kes di ciyê xwe de ketin metirsên xwe…"
Gava sibê bû leþkerên misilman di nav baxên çiyayê Sincanê de belav bûn; 300 gund talan kirin, lê derziyek, bendek, çûkek, mirîþkek ji cinsî kelepûr û xwarinê tu tiþtek nedîtin. Bi fermana Paþa hemû xanî þewitandin û hilweþandin; dûyê reþ ber bi ezman ve bilin dibû."
"Lê tiriyên cur bi cur ên di rezên wan de, Xwedê zane di van seyehatên xwe yên 41 salan de vî qûlê Xwedê yê hor û feqîr Evliya neditîbû. Ew qas berhemên bax û bexçeyê û hûbûbatên deþtê li ciyên xwe hiþtîbûn, ji ber canê xwe bifilitînin tev de ketin þikeftên bin erdê û ew sitareyan… Di van þikeftên li vir de di her yekê de hezar êzdî bi cih dibin. Bi hemû zar û zêçên malbatên xwe ve, bi tiþtên xwe yên bi nirx bi hemû xwarin û verxwerinên xwe ketin bin erdê û di van þikeftan de xwe veþartin."
"Hemû arteþa îslamê hat erkdarkirin ku deste deste pûþ û pelax bînin li ber þikeftan deynin ser hev; ev yek hat kirin. Bi hezaran desteyên pûþên garis li ber þikeftan dan ser hev û agir pêxistin. Sirkeyên tûj bi meþkan li ser kirin, parçe parçe zirnar xiþkirin…Li gelek ciyan de kun vekirin, di van kunan re bi hezaran desteyên pûþê garis her ku avêtin hundirê þikeftan, melûnên di nav þikeftan de mezin biçûk zarok û zêç bi feryad dest bi qîrînê kirin..."
"Û ji Keleya Mêrdînê bi hêþtiran þeþ topên bi seyare anîn devên þikeftên girtî li ciyên mimkûn topbaran kirin. Di kunên hatî vekirin re bombeyên þûþe avêtin û her bombê ku li ser êzdiyên melûn îsabet dikir, ew melûn parçe parçe dibûn. Þikeftên bi topan hilneveþiyan, ji jor de di kunan re av berdidan hundirê þikeftan ku þikeft bi avê tiji dibû yên ku di hundirê þikeftan de bi hewla can xwe diavetin der..."
"…Û di devê þikeftên hatin vekirin de komên pûþê garisan didan ber agir, wekî agirê Nemrûdê êzdiyên di þikeftan de kebab dibûn, bobeyên þûþ ew parçe parçe dikirin, guleyên topan li serê wan de diteqiyan û di avê de difetisiyan."
"Roja heftan leþkerên misilman ketin van þikeftan; êzdiyên sax man bi por digirtin, radikiþandin seriyê wan î bi por bi þûrên xwe yên birra wek þagirtên Selman-î Pak jê dikirin. Gelek êzdiyan gava dîtin zar û zêçên wan dîl ketine, çavên xwe derxistin; gelekan xwe ji zinaran ber bi jêr diavêtin, parçe parçe dibûn; gelekan jî jin keç û zarokên xwe kuþtin û piþt re xwe bi xenceran kuþtin. Bi hezaran bi þûrên xwe li ber xwe dan an dikuþtin an jî dihatin kuþtin… Leþkerên îslamê gava ev rewþ dîtin bi hemû hêza xwe li wan wisa þûr lê dan ku xwîna wan êzdiyan ji ser zinaran re diherikî…"
"Dawiya dawî deh roj deh þev bi vî awayî þer bû. Tam 9000 serî hatin jêkirin; 13600 jin, keç û kur hatin dîlgirtin…"
"Û ji zêr û zîv halhal, gerdan, kulleh, îskan û firaq û gelek xanîmetên din hatin bi destxistin ku bi ziman nayê gotin, bi pênûs nayê nivîsandin…"
"Heft bapirên wan hatin girtin; bapîr ji sax û hakimên xwe re digotin…ji van bapîran yên hatin dîlgirtin û zîncirkirin ji wan yekî gava serleþkerek di xew de bû ji piþta wî xencer kiþand, di heft ciyên wî de birîndar kir… Bi vî awayî kurdên êzdiyên camêr, egîd û dilpola bûn…"
"Di gundên wan de qet mescîd tune ne; ji peyvên rojî, nimêj, hec, zekat û þehadet bê xeber in; bo ku di rezên wan de tiriyên bi av hene hemû mey vedixwin…"
*Di navbera salên 1640-1641 de Paþayê Osmaniyan Melîk Ahmed Paþa bi 70 hezar leskerên di bin fermana xwe de êrîþê Þengalê kir.
**Di vê serbenda jor de Evliya Celebî ji ber navê wan kurdên êzdî bi bûyera Kerbelayê re tekildar dike û ditewîne. Divê Evliya Celebî jî bizanibe tu tekiliyên kurdên êzdî bi kujerê Huseyîn Xelîfeyê Emewî Yêzîd bin Muaviye re tune û kujerê hz Huseyîn ereb û misilman bûn û ji hêla Yêzîd bin Muaviye ve hat kuþtin; kurd û kurdên êzdî bi vê bûyarê re tu tekiliya xwe tune ye. Îro piranîyên êzdî ji ber ku bi navkirina van bi Yêzîd bin Muaviye tevlihev nebe, xwe wekî "êzdî" nav dikin.