Pêkanîna neteweyekê û tirkên diçin fezayê!
Çîroka neteweya almanan a dema Hîtlerê zordest tê zanîn, wî îmaj û mîrateyeke çawa li pey xwe ji neteweya alman re hiþt?
Çîroka japonan tê zanîn, piþtî Amerîkayê atom avêt welatê wan, çavên xwe li welatekî giha lê þîn nedihat vekirin!
Çîroka îsraliyan tê zanîn, bi sedan salan bihosteke axê ya ku lê qûna xwe bidin ser erdê bi destê wan neket!
A çîniyên ku bi bîrdoza Mao deriyên xwe ji cîhanê re girtin, di paþ wan deriyan de afirandin û çêkirin, afirandin û çêkirin..!
Çîroka ûrisiyên piþtî welatên Sovyetê yên Sosyalîst rûxiyan, bi salan bi fodiliya Nataþayan (laþfiroþî) gepek nan bi dest dixistin!
Çîrokên wiha pir in; çîrok û serboriyên têkçûyînê û yên ji nû ve rabûna ser piyan a neteweyan gelek in…
Ê me, sî sal e baþûrekî me yê nîv serbixwe heye, hê em nikarin li wir du mirîþkan xwedî bikin çend hêkan jê bigirin; hêkên baþûr ji Tirkiyê û Îranê tên…
Bi dehan kaniyên bi avên herî xweþ lê dihêrikin hê em nikarin li ser wan kaniyan du þûþe av dagirin vexwin…
Li çiya, gelî, newal, banî, mêrg û zozanên wir giha xwe dide navê lê em nikarin du bizinan lê biçêrînin, þîr, mast, dew û goþt ji Îran û Tirkiyê tê kirîn…
Bakur jî tê de bi sedan sal in kurd þer dikin lê hê nikarin fiþekekê çêkin…
Çîrok dirêj e, mînak hê dikarin werin dayîn!
Mesele ne nebûna dewletê ye, di vê çîrokê de nebûna dewletê sedî pêncî ye lê sedî pênciyê din aqil e, wîzyon e; tê zanîn Îsraîl bi aqilê îsraîliyên ji dervayî Îsraîlê hate damezirandin! Hemû zanyar, pispor, lêkolîner, çêker (mucit) atolye û kargehên îsraîliyan li dervayî Îsraîlê ne…
Dema Eînsteîn bû Eînsteîn dewleta Îsraîlê ava nebûbû, dema Karl Marks bû Marks dewleta Îsraîlê ava nebûbû…
Îsraîl bi twit û sloganan ava nebû, alman bi zimanê fransiyan nebûn almanên îro û hwd.
Xelkê ne bo xwe tenê, bo zarok û neviyên xwe, bo anor, ziman, nasname û kesayetiya xwe ya serbestî-azadî hez bîst û çar saetan di atolye û kargehan de xebitîn welatê xwe ji nû ve rakirin ser piyan, xwe ava kirin…
Çîroka kurdan a netewbûnê ji mêj ve ye bi ser ve ma ye; îro ne çîroka netewbûnê çîrokeke din li dar e, çîroka wekî takekes a xwe heyî kirinê!
Andy Warhol berê de gotiye: ‘rojekê her kesê wê pênc deqîqeyan navdar bibe’.
Li vî parçeyî li wî parçeyî li parçeyên din heyfa yên çûyî, yên diçin; heyfa yên tif li gora wan tê kirin(!)
Îro roj, dem dema çîroka pênc deqeyan navdarbûyînê ye; di vê çîrokê de hewceyî bi huner tune, hewceyî bi hizrek orjînal tune, hewceyî bi afirandin tune û bi bêmarîfetî, bi çend tik, lik, favan jî dikare bibe…
Van rojan tirkan bernameya xwe ya çûyîna fezayê eþkere kir; belkî rojekê karin biçin fezayê belkî nikarin biçin, nizanim! Lê tiþtê dizanim ev e, ew bername bo neteweya wan motîvasyon e; pêk bînin jî pêk neynin jî ew bo dewleta wan bo neteweya wan armancek e, xeyalek e!
Kenê meriv bi hin kurdan tê; kenê kûçikan bi me tînin, kurdê bindest, kurdê bi nanezikê bûye neferê siyaseta wan a asîmîlasyon û enregresyonê radibe tinazên xwe bi bernameya tirkan a çûyîna fezayê dike!
De baþ e, ka bêje lo xeyal û motîvasyona te ya ji yê wan mezintir çi ye!?
Belesebeb negotine, ehmeqî bê pere ye…