• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Kazim Polat
Kazim Polat

Kazim Polat

polatkazim1964@gmail.com,kazoyepolati,kazim.polat.33

Ez Nexweþ im, Lê Dem Dema Min e

Dîrok : 27 01 2021

Ez heta îro kêm caran nexweþ bûm, an jî kêm caran ketim destên bijîjkan û nexweþxaneyan. Min xweþnebûna xwe wekî efsaneyekê ji xwe û doralîya xwe re vedigot, min digot ez kurê zozanan im, nexweþî çi ye, ez nas nekim, ew jî nikare nêzî min bibe…

Ez kurê zozanan im wekî zinaran im.

Li ber Çîyayê Kartalê li zozana Qirþikê ya navberê Elbistan û Doxanþehîrê de ji dayik bûme. Dem dema Gulanê bûye, malan nû koçî zozanê kirine, hê hemû kon nehatibûn avakirin. Diya min digot: “Ba û baranê zora xwe dabû ser me, me nikaribû serê xwe rakin.” Çîk û êþa diya min a ducanî zêde dibe, dibin bin konekî ku hatiye vedan, ser qil û qirþê di bin re ava baranê bi xiþaxiþ diherike, bi cî dikin. Di gurme gurma birûskan, bi qijiltî û qîrîna diya min, bi alîkariya jinên cîranan ez têm dinyayê. Ev mesele min ji jinên cîranan di xortaniya xwe de pir caran bihîstiye.

Heta îro -niha pêncî û þeþ salî me- min kêm nexweþketina xwe bi vê meseleyê ve girê dida û min digot ez kesekî xwezayî me, ji vê yekê saxlem im. Çi ta, serma, çi mîkrob û vîrûs, çi êþên bedenê li min nedikarîn. 

Niha ez nexweþ im, hem jî nexweþiyeke acêb, sosret…

Bi kurtî nexweþkatina min…

Pêþî hêza dest û lingên min kêm bû, pî û baskên min nedigirtin, lê min dîsa jî ji xwe bawer digot, “Ez kesekî xwezayî me, nexweþî çi ye?” Bi vî awayî ez diçûm min kar û barê xwe yê rojana dikir. Piþt re dest bi tevizîna pêç û tiliyên min kir, min got kêmasiya hesinê di xwînê de ye... Dema rû û destên min sipî bûn mîna diwarê bi kirecê siwax kirî dost û hevalan gotin tu nexweþ î, here ser bijîjk. Bi zora wan çûm bijîjk û xwîn ji min girtin û tehlîl hat, bijîjk li raporê nihêrî û got: “Tu bi nexweþiya qansêra xwînê ketî”. 

- “Êê”emê çi bikin? 

Got, “Xwîn di bedena te de nemaye, sîstêma îmmu yan jî pêrgela parastina bedena te xelas bûye, ger heta niha vîrûs an mîkrobekî bi bedena te biketa, filîtîna te tune bû.” 

Bi lez û bez ez þandim nexweþxaneyê. Bi saetan tehlîl û kontrol, qasî sê lître xwîn bi du hev li min girêdan, sê rojan de ez hatim ser xwe. Dawiya sê rojan tehlîlên nimûne yên ji hestiyê mêjî hatin girtin hatin. Bijîjk bi almanî got Haarzell-Leukamie ye. Cureyek ji pênçeþêrên xwînê ye, bi dûr û dirêjî vegot, ewê çi bikin û gere ez xwe çawa biparêzim û çû.

Ez ketim înternetê, min “Haarzell-Leukamie” nivîsand ku ev çi nexweþî ye bixwînim û bizanim. Ji malpereke almanî di nivîseke de digot sedema vê nexweþiyê nayê zanîn. Navê wê ji þanika xirabûna xwîna sipî tê, dema xwîna sipî xira dibe wekî bi por û pirç xuya dike, ji vê ye jê re gotina pênçeþêra þanikaporik. Li Almanyayê di salê de ji mîlyonekî sê kesan de der tê. Piranî li mêran û mêrên salên xwe di navbera pêncê û þêþtî de dixuye. Dermanê vê bi sedî heftê bi tesîr e. Kesên bi vê xweþiyê ketine êdî nikarin kar û barên giran bikin, herdem divê di bin kontrolê de bin, û her wiha jiyana xwe wisa berdewam dikin.

Niha ez li mal im, îdolojiya nexweþiya xwe dikim, dibêjim, mirov ji her tiþtê ku qasî kêr û fêde digire, dibe zerar jî bibîne û ji tiþtên zerar dide jî dikare kar û fêdayekê jê bigirin. Bedena min nexweþ ket zerar e, lê bi saya nexweþketinê dem ji min re çêbû, ev jî kar û fêde ye. 

Dem ji bo mirovan tiþtên herî buha ye. Em mirov di nav pergela Kapîtalîzmê de tiþtê xwe yê herî buha bi zanîn an nezanîn difiroþin. Ew dema me ya ku em hezkirin, xwestin û xeyalên xwe tê de bijîn bo debara xwe difroþin. Ez dibêjim jiyan kurt be jî divê em dema xwe ji xwe re ji bo hezkirin, xwestek û xeyalên xwe bijîn bikar bînin. Ev dem dema ku bi salan e ez li bendê bûm. Ez nexweþ ketim, lê dem dema min e.

Ez her roj diçim nexweþxaneyê, dermanê têrapiya kîmyewî didin min û min diþinîn mal. Niha hêza min hinek çêbû, ez baþtir im. Tiþtê ku bikim divê xwe ji vîrûs û mîkroban biparêz im. 

Di mal de me, çavên xwe li ser pirtûkên di refan de ku bi salan in dixwazim bixwînim digerînim. Dema min ji xwendinê re êdî zêde heye, dest bi xwendinê dikim.

Di vê navberê de Seyehatnameya Evliya Celebî Kitaba 4’an, Cîla 1’ê min deh sal berê li Stenbolê kirîbû û wê demê dest bi xwendina wê kiribû lê di nîvîde hiþtibû, min niha ew xwend û xelas kir, jê gelek jî not girtin.

Têbiniya Diyarnameyê: Em hêvî dikin hevalê me Kazim Polat dê di kurtedemê de ji vê nexweþiyê xilas bibe û baþ bibe. Gelek derbasî be.

Kazim Polat

Hemû Nivîsên Kazim Polat

Hûn dikarin li van jî binêrin

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

16 05 2022

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur...

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24...

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname