HELBESTÊN CEMIDÎ Û REÞBÎN
Helbestên pirtûka helbestvan Sebrî Vûral a bi navê “ Wesyetên Qefilî “meriv dikare bike du beþan beþek jê mijara wan piranî li ser civaka me ya bindest, bûyer û trajediyên hatine serê wan bi hubreke dijît pijiqandiye ser rûyê erdnîgara kaxizê, beþa me ya din jî piranî hestên þexsî yên hundirîn e û piranî gopalê pîrbûnê, bîranîn û raboriya xwe ya zarokatiyê di tabloyekê de xêzandiye. Her wiha di pirtûka me de helbestên li ser Alan Kurdî, Cemîla û dayika Taybet hwd bi þêwazeke têrtîr û bi têrwateyîneke dijît hatiye verêsandin. Di helbestan de têgehên weke “ hêvî, tenêbûn, pîrbûn, zarokatî, bîranîn û birîn” zêdeyî xwe hatibû þixulandin loma jî em dikarin bêjin van têgehan hinekî jî mifteya helbestê diteyisîne. Di helbestên þexsî de helbestvan piranî li xwe mikur tê û dibêje ez kal bûme, vê kalbûna xwe jî him bi helbestên xwe û him jî bi awayekî metaforîk destnîþanî me dike, piranî vê kalbûna xwe bi metafora û biresera gopal diteyisîne. Her wiha helbestvan di beþa xwe ya din de behsa bûyerên li Cizirî û li yê heremên din qewimîne bi awayekî wêjeyî di helbestê xwe de bi þêwazeke pirwateyîn û reþxemilandinî teyisandiye, belê helbestvan di helbestê xwe de bi þêwazeke reþbîn bûyerên qewimîne bi dijîtiyeke pirwatedar vehûnaye loma jî di geleperiya helbestan de reþbîniyeke bêhêvî serdest e. Helbet li hember zordestiyê û van trajediyên qewimine normal e ku bêjeyên û hevokên helbestvan û hubra wî reþbîn biherike.... Bi kurtasî em dikarin bêjin mijara helbestê helbestvanê me bîranîn, zarokatî û kalbûn û bindestî û serdestî ye. Taliyê de du mijar hatine vehûnandin hin mînak ji helbestên me:
ÊDî KAL IM
Êdî ez ne heyveroneke ciwan im
Ez kalekî bi hêvîya gavên bi gopal im.
Dema em li vê risteyê dinêrin helbestvan rastiya jiyanê a ku li pêþberî me giþan destnîþan dike. Lêpirsîna heyatê bi saya þexsê xwe rastiya jiyanê vehûnaye. Çimkî dibêje êdî ne heyveroneke ciwan im. Yanê xwe êdî kal dibîne û ciwaniyê û kaltiyê destnîþanê me dike. Asas jiyanê watekirin dide, wateya jiyanê û jiyînê li moxila hiþî de werdide û xwe digihêje vê encamê. Ji serenavê helbestê de jî diyar dibe helbestvan li xwe mikur tê û vê mikurhatina xwe jî bi þêwazeke vekirî û eþkere teyisandiye..
*
ÇIMA
Pêxemberek
Li bin sîya kirasê xwe radizê
Dilewitin zikir û jiyan
Ji ber sofîyên rihgemar
Û
Pêjna potînên neþûþtî
Çima
Li hinda tahtê sincirî
Evîneke cemidî maye
Melayê Cizîrî...
Di vê helbestê de nivýskar têgehên ehleqê û estetîkê li ber çavên me dirêsîne. Çimkî behsa ehleqa gemar û ehleqa sixte dike û dixwaze estetîka jiyanê a paqij û heqîqî destnîþanî me bike. Çimkî di helbestê de dibêje Sofiyê rihgemar û pêxemberek li bin sîya kirasê xwe radizê yanê heke pêxemberek li bin sîya kirasê xwe razê ev tê wê wateyê ku pêxemberekî sixte û hiþê wî tenê ji bo binê kirasê wî diþixule û sofiyê rihgemarî jî heman wateyê hema hema diteyisîne. Loma jî nivîskar asas behsa ol û oldar û sofiyên sixte yên xwînmij dike, di binê kirasê ol û oldariyê de hertiþtî dikin û loma helbestvan ehleq û estetîk rapirsiye û li pê þopa heqîqeta ehleq û estetîka bê berjewend ketiye loma jî heqîqet û estetîk û ehleq di hiþ de ye û ne di binê kiras û rihgemaran de ye. Helbet helbestvan di vê risteya xwe de hinekî bi wateyeke mecazî û dijayetî bikaraniye.
*
WELATO
Ka êdî nizanim
Ez ê gulîyên çend helbestan
Li ser cendekê van bajaran
Biqusînim
Û
Termê kizirî di hemêza kîjan çiyayî de hênik bikim
Êdî nizanim
Çermê çend zarokan wê ji te re bibe kefen
Û
Dilê te wê hê çend qêrînên têkçûyî hilgire
WELATO...
Ev helbest helbesteke dîrokî û bîrdozî ye lê bêtir helbesteke trajîk e. Çimkî ev helbest heyamekê destnîþan dike. Helbesta bindestiyê ye, helbesteke trajîk a reþbîn e. Weke em dizanin helbestvan û romannûs û çîroknûs hwd talî pênûsa wan em bivêûnevê gelê xwe diteyisîne loma jî helbestvan di vê helbesta xwe de êþ û trajediya ku pêk hatiye bi þêwazeke reþbîn vehûnaye. Em dikarin bêjin helbestên helbestvanê me bi qasî þexsî ne ewqasî jî civakî ye. Yanê hubra xwe him ji bo xwe rijandiye û him jî ji bo civaka xwe rijandiye. Her wiha di piraniya helbestan de têkiliya di navbera bêje û hevokan û risteyan de wateya wan, têkiliyên wan, girêdana wan û vehûnandina wan de carinan bêtêkilî û girêdaneke beloq xwe dida dest, yanê têkiliya di navbera bêje, hevok, riste û temamiya helbestê de girêdaneke ne bi aheng û bêarmonî xwe dida dest, lê di helbesta em dikarin bêjin helbestvan zêdeyî xwe pirwateyîn û têrtîr hevok û riste vehûnaye. Her wiha helbestên me de têra xwe metafor, wate û bêhna gotinên watedar yên felsefîk jî serdest bû. Taliyê de helbestvanê me helbestên xwe piranî bi þêwazeke hestetîr û hestên pirwatedar û metaforîk nivîsandiye....