Pênasekirina helbesta kurdî!
Maka hemû cureyên wêjeyê helbest; qasî em pê dizanin hezar û dused sal e li Kurdistanê bi kurdî tê lêkirin.
Yekoyek bi nirxandina hin helbestkaran em bi serdema helbesta kurdî ya klasîk bi hay in û helbet bi lihevkomkirina antolojiyan bi hemû helbestkarên xwe jî dizanin.
Piþtre qonaxa Hawarê tê, dîsa bi nirxandina hin navan kêm-zêde em bi wê qonaxê jî agahdar in. Her wiha, bi nirxandineke hêja pirtûka Îrfan Amîda ya bi navê “Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tirêjê” jî li ber destê me ye.
Balam çendîn wisa nav bi nav an a hin serdem hatibin nirxandin jî, lê bi awayekî giþtî nirxandin û pênaseya helbesta kurdî nehatiye kirin; bi taybetî ya helbesta kurdî a serbest!
Bi awayekî giþtî wekî destpêk ji dema Tirêjê heta Rewþen, Rewþenname, piþtî du hezarî wekî pêl di navbera rûpelên kovarên wekî W, Nûbihar, Tîroj, Çîrûsk û hwd. li bakur helbesta serbest a li ser koka helbesta beriya xwe klasîkê þaxdayî, vega wekî; ‘poetîka, polîtîka, ziman, nasname, ligel-lidij’, li ku destpêkir, li ku ye û ber bi ku ve diçe?
Bi taybetî piþtî salên nodî, duhezarî û duhezar deh-pazdehan her sal wekî pirtûk di wêjeya me de helbest her li pêþ e. Ji çend helbestkaran em guhîþtine bi sedan navan.
Balam hin tiþt hene em hê jî jê bêhay in; em pê nizanin kîjan helbestkarê/a me xwedî kîjan poetîkayê ye, helbestkarê/a cureyê kîjan helbestê ye; lîrik, rexneyî, post-modern, polîtîk, çarîn, evîn, pastoral, romantîk, epîk û hwd?!
Hê em pê nizanin kîjan helbestkarê/a me hoste û nûnerê kîjan helbestê ye; kî li ser þopa kê ye?!
Her wiha, bi xwendin, werger û têkîliya helbesta kurdî ya serbest bi ya parçeyên me yên din re, bi ya cîhanê re çi ye, di çi astê de ye; ango têkîliya wê ya bi helbesta zimanên din re çi ye; bandorê lê dike yan bin bandorê de ye!?
Erê helbestkarên me ji alî xwendeyên kurmancî ve pir hendik tên zanîn, nasîn; lê heyf û mixabin, (îstîsna ne tê de) ji ber bandora popîlîzmê û magazînê navê wan li ber helbesta wan tê zanîn!..
Bi min êdî ev dem e, bi awayekî giþtî divê nirxandin û pênaseya helbesta kurdî ya serbest (piþtî salên nodî) were kirin; li ku dest pê kir, vega li ku ye û berê wê bi ku ve ye..!
Haya min jê hebû, berî vê bi salan hoste û rûspiyê min Berken Bereh dest avêtibû xebateke wisa, lê nizam encam çi bû! Hêvîdar im bi ser ve nehêle, bi encam bike.
Divê êdî yên xwe têrê dibînin dest bavêjin xebateke wiha, da em û xwende pê bizanibin, helbesta me ya serbest ji ku dest pê kir, li ku ye, ber bi ku ve diçe; kîjanê bi kê destpêkir, kî hosteyê kîjanê ye; ji kîjan poetîkayê dizê?
Ji bo vê pêdiviyê; bo hem xwende serboriya vê qonaxê bizanibe hem nifþê ciwan hay ji yên beriya xwe hebe; bi hay jêbûnê karibe gavên bi pêþdetir bavêje; da dengvedan û geþedana helbesta kurdî sînorên li pêþ in bihore…
Da pirs hate kirin bê bersiv nemîne; em û xwende bizanibin ‘filan’ helbestkarê/a me yê/a helbestên wî/ê pir tên xwendin çi cure helbestê dinivîse! Yan kîjan cure helbesta serkeftî ya kîjan helbestkarê me ye…
Ne ku em navên helbestkarên jê hez dikin ji ber rêz bikin, lê divê em bi cure û poetîka helbest-kariya wan jî bizanibin!!!
Bo êdî em nebêjin filan kes helbestkarê/a kurd e, bo em bêjin filan helbestkarê helbesta me ya ‘polîtîk, pastoral, rexneyî, romantîk, çarîn, evînî, mînîmal, epîk-destanî û hwd. e…
Çiku em nizanin kîjan helbestkarê/a me helbestkarê/a çi cure helbestê ye!
Ji loma jî dem e were nirxandin, bi nirxandinê re ji hev were veqetandin û pênasekirin.