LEHENGEKÎ BIÞAFTÎ Û JÎR
Lîncoln, dema serleþkerê xwe tayîn dike wiha dinivîse: “Ji min re gotin hedefa we dîktatorî ye. Ji bo ku hûn karibin bibin dîktator tenê rêyeke wê ya yekane heye, ew jî bi destxistina serketina ye. Ez talûkeya dîktatoriyê didim ber çav û ez li benda serketinên we me.”(1) Her desthilatdarî piþtî wextekê vediguhere nexweþiyekê, desthilatdar tim dixwazin yên din di bin hikumdariya wan de be. Di her desthilatdariyê de biþaftin heye, çimkî alava desthilatdariyê biþaftin e. Lê belê biþaftineke bi giþtî bikar tînin. Di vê romana me de jî karekterê desthilatdar padîþah û serleþker Cengîzxan e. Belê her du serleþker karakterê me yê bindest ji zarokatiyê de dibiþaftin e û nahêle serê xwe rake û nahêlê çavên xwe veke, çoyê desthilatdariyê tim li ser serî wî ye, lê belê desthilatdar vî çoyê xwe yê desthilatdariyê tu carî rê nadê, bi awayekî veþarî, bi konetî û baqilî coyê xwe yê desthilat bi rê ve dibe. Desthilat-dar ji bo desthilatdariyê jinên xwe û qîzên xwe jî dikin alav, çimkî bo wan desthilatdarî li ser her tiþtî ye, desthilatdarî esas ji dewletê wêdetir e. Desthilat tu carî baweriya xwe bi tu kesî nîn e, loma jî çiqasî Keleþ xapandibe û mejiyê wî þûþtibe jî baweriya xwe pê nîn e, çimkî desthilat-dar tu carî baweriya xwe bi tu kesî û tu tiþtan nîn e mînakek: “ – Baþ e, ez jî dizanim çawa çalak e, lê ji îro û pê ve, divê her di bin çavdêriya te de be û tu hay ji liv û hereketê wî hebe. Ew çêlikê êzdiyan e, bawerî pê nabe, divê tu pê zanibî heta ew nebe misilman em nikarin jê piþtrast bin. Tu berpirsiyarê wî yî û qasidê navêna min û wî yî. Tiþtekî ne li rê bibe, divê tu min agahdar bikî... Baþ e!(101)
Em di vê paragrafê de dibînin ku tu carî desthilatdar baweriya xwe bi tu kesan û tu tiþtan nîn e û desthilatdariya xwe jî bi vê þêwazê didomîne. Çimkî desthilatdarî jî azadî ye, desthilat tu carî naxwazin qonaxa wan ji binî ve biheje û bihedime loma jî ji rehetiya xwe hez dikin, rehetî jî hinekî azadî ye. Werhasil em di vê paragrafê de hem desthilatdariyê û hem þêwaza biþaftinê dibînin.
Mînakek din: “-Baþ e. Hemîd tu serbazekî baþ î. Ez te ji mêj ve diþopînim. Ez dizanim tu leþkerekî baþ î û me te ji bo Keleþê reþ wezîfedar kiriye, em dizanin dayîn û standinên te ligel wî baþ diçin lê tu dizanî Keleþ çêlîkê êzdiyan e, jehr ji çêlîkê mar naçe.” (110)
Desthilatdar tim bi konetî tevdigerin, tu carî werîsê xwe nade destê tu kesî, werîsê xwe zexm girê dide. Loma baweriya xwe bi tu kesî nîn e. Hewante nabêje “em(însan) heywên diçêrîne lê dewlet-desthilatdar însana diçêrîne.” Yanê desthilat bi fen û fûtan, bi deq û dolaban û bi konetiyên xwe li ser piyan disekine û azadiya xwe ji dest beranadin.
Paþa: Tu bi xêr hatî keleþê reþ. Ez bi te re serbilind im. Hemû cihan û Rom behs û qala lehengiya te û kurdan dikin.(171) Em di vê hevoka xwe de jî fêm dikin Keleþ karekterekî kurd e û bi eslê xwe jî êzdî ye. Lê belê kurdekî biþaftî ye û Keleþ bi destê xwe xwîna êzdiyan dirijîne, lê ji ber ku biþaftî ye haya wî ji hebûna wî û kok û asas û rehên wî tune ye, yanê xwînrijandina gelê xwe bêhiþmend dike. Lê wekî em dibînin padîþah Keleþ serbilind dike, dinepixîne û helbet Keleþ karakterekî çiqasî jîr û jêhatî be di qadan de lê talî li gor temenê xwe hîna naþî ye. Werhasil em dikarin bêjin romana me romaneke mijara wê xwînmijîn û mêtingeriyê ye.
Kurtenaveroka romanê:
Di romana nivîskar Newaf Mîro a bi navê “Lehengê Tazî “ de mijar biþaftina karekterekî Êzdî ye. Karakterê romanê Keleþ êzdî ye û hatiye biþaftin. Bi destê dewleta Osmaniyan ve tê biþaftin. Di destpêka romanê de, Keleþ û diya xwe Xatûnê pev re dijîn. Keleþ û diya xwe rojekê diçe dikanê û li wê derê keleþ þekirekî radihêje û paþê nîþanî diya xwe dike, diya wî jê re dibêje Keleþê min þêr þêr, piþtî vê gotina diya wî êdî keleþ nasekine her carê tiþtekî didize û heta civak û dewleta Osmaniyan ji vê rewþê aciz dibe, paþê Padîþahê Osmaniyan fermanê dide û dibêje ez ê zêran li vir bela bikim û kesên karibin ji wan zêran bidize û heke ez pê nehesim ez ê wî/ê kesî xelatkirin bidim. Paþê tê ber guhê keleþ û keleþ binê sola xwe hinek qîr pê dide û li ser zêran dimeþe, helbet kes ferq nake, paþê Padîþah li zêrê xwe dinêre kêm e. Ecêbmayî dimîne, divê min nedît tu kesî dizî jî, çawa ev zêrên me kêmbûne gelo? Paþê fermanê dide dîsa divê kesê zêrên min dizî ne heke were cem min û ji min re behs bike ez ê xelatkirin bidim. Welhasil Keleþ tê cem padîþah û behsa xwe û serpêhatiyên xwe û diziya xwe dike. Talî dîwana padîþah dicivin û bo ku biryarekê bidin, her kes tiþtekî dibêje, werhasil divê Keleþ yekî jîr û zîrek û jêhatî ye, a baþ ji me re leþkeriyê bike dê di pêþeroja dewleta Alî Osman a misilman de ew ê gelekî ji me re lazim bibe û ew ê gelekî bi kêrî me bê. Talî ca wî cezakirin didin lê vêya ji Keleþ re nabêjin, Keleþ dide ber destê Hemîd û heta ku hevalê wî di þerekî de tê kuþtin, lê dilê Keleþ di qîza padîþah Pêrîxanê de ye, ew jî dizane heta nebe bi nav û deng dê têkiliya wan çênebe, werhasil bi nav û deng dibe lê Pêrîxanê rojekê jê re wiha dibêje: “Min got ku kêfa min ji te re tê ger ez bixwazim jî ka ez ê çawa bi te re bizewicim. Ka dayik û bavê te, kî yê ji te re bibe xwazgînî û xelk ê bibêjê keça Paþa bi kê re dibe mal û dizewice? Tu êzdiyekî mêrkuj û diz î. Ger em zewicîn û bûn dê û bav jî, ka ez ê ji zarokên xwe re çawa vê bibêjim? Tu lawê êzdî yî û êzdiyekî êzdîkuj î. Min sond xwariye ez ê mêrkuj, birakuj û dizan nekim û nakim jî...(.176) Em dibînin çêlikên desthilatdaran jî diþibin xwediyên xwe, wekî xwediyên xwe difikirin, loma jî desthilatdar bo ku qonaxa wan hilneweþe hemû rê û rêbazan bi pêk tînin. Lê Keleþê reþ, aþiqî neyarê xwe bûye û bi destê xwe xwîna gelek gelê xwe yê êzdî dirijîne. Çîmkî Pêrîxanê perdeyeke daye ber çavên Keleþ û nahêle Keleþ bi xwe bihese, xwebûna xwe bihese, bi çand û dîroka xwe bihese loma Keleþ karekterekî biþaftî ye. Pêrîxanê alava biþaftinê ye bo desthilatdar, Pêrîxanê bi xwe vê piþaftinê pêk tîne. Taliyê de desthilatdar bi hemû amûrên xwe Keleþ dibiþavîne û li gor dilê xwe Keleþ bi rê ve dibe. Her wiha romana me hinekî di tama romanên folklorîk de bû, mekanên þênber yên herêma serhedê bikaraniye. Vehûnandina mijarê hinekî dîrokî, folklorîk û kevneþopîk e. Taliyê mijar dejenerebûna karakterekî êzdî ye. Mijar ola misilmanî û olên din in. Behsa dewleta Osmaniyan a misilman û dewletên din yên xwedî olên cihê dike. Wekî cihû, xiristiyan, êzdî û hwd dike. Helbet li gor wan êdî tenê oleke hukumdar heye û ew jî ola misilmaniyê ye. Yanê di binê desthilatdariya ola misilmaniyê de her tiþtî ji xwe re mubah dibînin. Loma jî dewleta osmaniyan bi hemû coyên xwe desthilatdariya xwe pêk tîne, her wiha di romanê de gelek gotinên felsefîk û aforîzmatîk û anolojiyên bi derb bikaranîbûn, taliyê de romaneke her kes bi rehetî dikare jê fêm bike û sûdê jê werbigire, nivîskar bi þêwazeke herikbar û bi hêsan romana xwe tevnesaz kiriye....
Encam; Romaneke herikbar û bi zimanekî herikbar hatiye nivîsandin, romaneke têkiliya di navbera xwînmij, mêtingeran û bindestan e. Mijar kurdekî êzdî ye. Bi þêwazeke dîrokî, folklorîk û kevneþopîk hatiye vehûnandin, mekan jî hêla Serhedê hatiye hilbijartin, helbet li gor kitekitên romanê mekan jî tê guhertin. Yanê romaneke ji her hêlê xwe ve ji grîfîtbûn û tevliheviyê dûr e. Romaneke sade û herikbar e.
Bertrand Russell, Îktidar, Ýlya, 214