derz: hiþþþþ neaxive tu neheq î!
derza ewil, belkî li peyva mirov dikeve di jiyanê de; serê serî berî her tiþtî peyv basko dibe. Bi peyvê re xewn xwe vediþêrin ji ronahiya rojê, xeyal di kwîra xwe de dikele, dikelije, dikelije…diqilije û miç dibe. peyv xwe bi qalikeke stûr ê xwê dipêçin.
rojekê li te û li felekê diqewime û tu û jiyan barê xwe li hev dikêþin. Heta tu û jiyan kêrên xwe li hev dikêþin. Kê berx e kî beran! Hahoo!
peyv di þikefta devê te de mîna þevþevikekê serniþîv dibûn û wek çûçikek birîndar diperpitî. per û pûrt jê diweþiyan.
…her tiþtî wê rojê dest pê kir. Ew roj, tene rojek ji rojên umrê te bû. di deftera jiyê te de rojek ji rojan; carek ji carên mîna her carê.. tenê rojek bû.
wê rojê derizî þûþa peyvên te: tik tik tik; tring!
Te berê xwe da derdora xwe. Çavekî nas. Rûyekî germ. Dilekî bi rehm û destekî nerm lê.. þûna vana bayekî sar, valahiyeke qerimî û rûyekî tirþ…
hema bo melhem, tenê carekê tenê, hema bila guhê xwe bidana te jî; lê na. Tu neheq bûyî. Tu dê di her helkeftê de tim û tim, teqekê tenê tenê her yê neheq bî. Tu neheq î û devê deyne ser hev: hiþþþþ! Dirêj neke! Hiþþþ devê xwe veneke! Hiþþþþþþþþ!
kesî dê netirsîba ji te; wexta çar hevalên te xwe dikirin yek û li te radibûn; te çi hest bi xwe kir. Na, çênabe tu biaxivî; tu neheq î. Wekî hemû carên dî.. Tu dê tenê her yê neheq bî.
Hê jî ji bîra te neçûye ew ta û gewrîtaliya wê rojê.. rojek ji carên caran. Ji umrê te belkî hêj tenê heþt bihar biþkiftibûn û heþt payiz zer bûbûn. Te tenê heþt zivistanên spî û heþt havînên germ dîtibûn.
Zarok e, þûmiyan dikin. Çaran xwe kirin yek û hatine te. Te li ber wan nedanî û Xwedê destê te girt; bi ser de te serê sê ji wan þikand, yê çarê bi kotekî xwe ji nav lepên te filitand.
Helbet þer tiþtekî nebaþ bû, lê çar hemserên te li te rabûbûn. Qene divê dayika te hinde guhê xwe bidaya te, lê þûna wê, wê guhên te kiþandin, rûyê xwe li te tal kir û bi þûnikan da dû te.
hingê dile te derizî. Tu neheq bûyî.. lewra çênedibû ku bibêjî of û kûf!
Te ev derza sar da bin çengê xwe û hemû þeng û þoxiya wî zarokê heþt bihar dîtî tê de veþartin û leyiz û yarîgehên nav heval û hemsalên xwe li xwe heram kir. Ber dîwar û tenêtiya te hat û li nav umrê te yê biçûk kitirî.
Navê te kirin “mirovxwer”, birayên te tu bi xwe re nebirî nav kotanan û hevsalên te bi te re kêlanê nekirin, dîdekan nelîstin, tutûþanê te tenê ji dûr ve temaþe kir; gava te ji gorên diryayî ji xwe re gog dilîst, hevrik û hevalên te tenê sîtavkên xeyalî bûn. gava zarokekî xwe bi aliyê te ve bikiþanda divê çavên dê û bavê wan pê neteka; nexwe dibû te ew bi gez kirana û kî dizane belkî te ew bixwarana; tu yê mirovxwer!
paþê gelek bihar û payîzan cih li hev guhartin û tel û bejna te jî pê re piþkivî. vê carê, rojeke xweþ a biharê, ji kêfa te dikira bi per û bask bikevî, çimkî ligel hersê birayên xwe yên mezin, di leyîza gogê de cih dabûn te jî. Kî dizane, qey bextê te digeriya!
De were çima di nîva leyîzê de tu û zarokek dî pev naçin! Heyt! Piþta te çiyayê Simbî bû; sê birayên te li wirê bûn. kê dikarî ji te re bibêje kixt!
Helbet tu piþtgermê kekên xwe bûyî! Birayînî ye, ma êdî çi be! çawa be dar bi pelên xwe, mirov jî bi birayên xwe bi rewþ bû, piþtgerm bû, ji xwe bawer bû.
vê carê lawikê xelkê xwe li min rakiþand, min jî ya wî nekir du û berginda wî dayê. Yek ji min, yek ji wî; dawiyê em li hev rabûn. birayên wî wekî pilingan xwe dan piþta wî, birayên me xwe vekiþandin û berevaniya me jî nekirin. ez gladyatorê bi takê tenê..
qasekê me hevdu da ber kulm û pihênan, me kulmek radikir, sê kulm bi hev re dixwarin lê dîsa jî di dawiya qebê de min serê yekî ji wan þikand û paþê ez reviyam.
êvarî gava bavê min gote birayên min, we çima harî birayê xwe nekir; gotina wan amade bû: Neheq bû!
ez tim yê neheq bûm..
tu wisa difikirî û erê erê, tu tim yê neheq bûyî.
wê rojê derza heþt salîyê kul bû û vê carê derz firehtir bû. Peyv di gelaçûka dilê te li hev kêyan û hemû kîyan û þiyana te ya bo jiyanê di hev re çû xwarê, hiþk bû.
Ji wê rojê û pê de êdî peyva “bira” di ser zarê te tenê û tenê derzeke kûr bûya.
çimkî heçî derz bû, derz dikêþan. Çimkî carekê tu “neheq” bûyî, lewra jî çênedibû ev pîneya reþ ji ser eniya te paþ bûbûya.
siberoj te li kê derê dengê xwe bikira; dê her ev derz darîçav bûbûya: hiþþþþþ, neaxive; tu neheq î!
çar kesan xwe li te dabû;
sê birayan xwe li te rakêþabû
….
paþê paþê di hemû doz û xirecirên jiyanê de dayik û bavê te, xwiþk û birayên te dê tenê û tenê ev derz bidîtana û çu carê dê piþta te negirta.
meger divêt roja roj mirovî piçekî siûd hebe!
niha te ev derzên xwe tijî xwê kirine, bi xwê kewandine.
niha tu çi bibêjî tu tenê û tenê “yê neheq î!” û divê tu devê xwe venekî! Devê tijî xwîn tif nekî..
niha tor bertengtir e; dinya bûye awêneyeke belek, medya sosyal, serî ji meydanên qebê û dîwanên axaftinê girtiye. Niha peyv êmanet in.
Tu ji dilê xwe silav bidî, silava te dibe þimaq û li te vedigere. Çeqelan di platforman de kemîn girêdane; her qiseya te dibe li te bibe tîrek jehrî û berdine te.
Bifikire; ser navê hevaltiyê sohbeta te digirin bin qeydê û dikin þantaj. Heçî peyvekê bigire bin qeydê îmana wî bi dostaniyê nehatiye meger.
Hemû rê û rêbarên vî zemanî herî û qirêj in.
axir; derz bi xwê kewinîne êdî.
-de were ey zarokê heþt salî! were ez û tu biçine banehiyan: ji xwe re rûnin û bi dilekî xas stranekê bibêjin.