• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Welat Dilken
Welat Dilken

Welat Dilken

welatdilken@hotmail.com,,profile.php?id=100000836608327

Desthilatdarî û huner!

Dîrok : 27 12 2020

Li cîhanê mînakên vê kêm in, tu tiþt bi serê xwe tune ye, bi serê xwe kêm tiþt dikarin hebin, hebûna xwe berdewam bikin!

Û helbet her tiþt bi dijberê xwe heye; carinan, pir caran dijberek dibe sedema hebûna dijberê/a xwe…

Huner jî wisa ye, çendîn dibêjin huner dij desthilatdariyê ye jî, lê bêyî desthilatdariyekê; çi dij çi ligel huner bêyî desthilatekê nebû ye, nabe…

Helbet dema behs desthilat be, bivê nevê ew desthilata behs tê kirin dibe wekî desthilatek-hikumeta welatekî bi rê ve dibe, bîrdoziyeke li welat û civakekê bi bandor-desthilat were famkirin; lê olek jî, meshebek jî, hizreke ku pêdivî bi rêya hilbijartinê hatina ser text nabîne jî, komek xwende û pêwîstiya derûniyê ya civakekê jî dikare ew desthilat be û hem wekî dijber hem wekî ligel dikare bibe pêngavek bo li nava civakê belavbûna hunerê-wêjeyê.

Mînakên vê gelek in, wêjeya civakî li welatên bîrdoziya sosyalîst lê desthilatdar, wêjeya takekas digre dest li welatên lîberal ên rojava-ewropa, wêjeya mîstîk-efsûnî li welatên ol lê desthilat û li civak-neteweyên wekî ya me jî tevî ku desthilateke tê zanîn li ser text rûniþtî tune ye jî, lê ji ber pêwîstiyeke neteweyî ya dereng mayî, hizra ku tê gotin Xanî dewletek bo kurdan xwestiye, ew li nava kurdan wekî hizreke desthilat e, bi wê hizra desthilat hunera wêjeyê ya Xanî li quncê jorê rûniþtiye.

Yanê ligel an dijber, çi erênî çi neyînî pêdiviya hunerê-wêjeyê her û tim bi desthilatekê heye.

Vega wêjeya me ya modern a ji hêz û desthilateke serbixwe ya derdora hunerê pêbar mayî (rewþa me wisa ye)  dibe sedem ku ji neçarî ‘huner-metn’ bi Donkîþotê/a xwe hunermend-nivîskar û bi çend hezar kes-xwendeyên li trûbûnê rûniþtî, ku jê re li çepikan didin, didin halanan hebe, xwe heyî bike…

Loma, di wê rewþê de û bi wê derûniyê hunermend-nivîskar bi zanebûn an bi nezanîn bo wê kêmayiya desthilatê ji holê rake, li þûna ku yên hay ji huner-wêjeya wî/ê hene wî/ê bikin desthilatdar radibe xwe bi xwe kirasê desthilatê li bejna xwe dike, sertaca keyseriya tuneyî datîne ser serê xwe!... 

Ew hewl rewþên komîk-trajedîk radixe ber çavan! Loma ji dewsa wê hewla hunermend-nivîskar dixe rewþên komîk, gelo bo wêjeyê avakirina desthilateke bi rexnegir û bi xwendeyan ne ya herî rastir e? 

Balam derfet û derdora wêje-hunera me ya modern diyar e, nemaze ya wêjeyê! Nizam bi xwendeyên heyî (ew qas kêm in meriv dikare navê hemiyan jiber zanibe!) gelo ew hejmar dê çi qas karibe ji pêdiviya wêjeya me ya bi desthilateke re bibe bersiv?… 


Welat Dilken

Hemû Nivîsên Welat Dilken

Hûn dikarin li van jî binêrin

'Hirça Zêrîn' dan 'Pevþabûna Bêsiûd'

'Hirça Zêrîn' dan 'Pevþabûna Bêsiûd'

06 03 2021

Spanya çekê ETA û GRAPO îmha kerdî

Spanya çekê ETA û GRAPO îmha kerdî

06 03 2021

Hevpeyvînek dikare bi çiqas pereyan bê firotin?

Hevpeyvînek dikare bi çiqas pereyan bê...

06 03 2021

Li Tirkiyeyê qîmeta kurdî ev e!

Li Tirkiyeyê qîmeta kurdî ev e!

06 03 2021

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname