• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Çorê ARDA
Çorê ARDA

Çorê ARDA

core_1979@hotmail.com,coranizm,profile.php?id=100008972593661

MIJDAREKE BIMIJ

Dîrok : 27 11 2020

“Li gor Miail M.Bahtin di þêwazê an jî di vegotinan de gelek cure hene, mînak in: vegotina pirtûkê, vegotina populer, vegotina rojnamegerî, vegotina fermî, vegotina rojane û ji rêzê, vegotina sade.” Û li gor Bahtîn ji xeynî vana hin þêwazên din jî hene; vegotina bêjeyên heremî û gotinên arkaîk hin þêwazên kategoriyên din in. Bo çi min behsa van þêwaz, vebêjî û vegotinan kir, çimkî her nivîskar þêwaz û þêwaza vegotin û vebêjiya wan heye û cihê ye. Þêwaz, vegotin û vebêjiya helbestvan Reyhan Sarhan jî piranî bi vebijiyeke sade, rojane û tevlî hev neqiþandiye Em îcar temamiya helbestan û naveroka helbestên xwe binêrin.

Pirtûka helbestvan Reyhan Sarhan a bi navê “Mijdar" mijara xwe piranî ji elementên civakê û ji serlehengên têkoþer yên ku bûne milkê  civak û gelê xwe werdigire. Yanê neynika hebûna têkoþeriya civaka xwe û gelê xwe di neynika çavdêriya xwe de teyisandiye. Vejîn û serîrakirina serlehengên civakê wekî findekê çirisandiye. Loma mijara helbestên me desthilatdarî, bindestî, serlehengî û têkoþîneke hebûnî ye. Her wekî din helbestvan bi þêwazeke sade û hêsan helbestên xwe vehûnaye, yanê helbestên bê metafor, bê analojî, bê bêwij, bêalegorîk û aforîzma û bêretorîk  hatine neqiþandin. Loma þêwaz û vegotineke sade di helbestan de serdest e.

Helbestên Reyhan Sarhan helbestên þer û têkoþîna hebûna miletekî diteyisîne, em dikarin bêjin hemû helbestên me li ser civak û gelê kurd e. Yanê helbestvaneke civakparêz û gelparêz e. Asas neynika rastiya xwe û a gelê xwe ji me re veolandiye. Ji helbestên derûnî yên þexsî bêtir neynika êþ û þahiya gelê xwe neqiþandiye. Helbet helbestên þexsî û axaftinên hestewarî jî hene. Di helbestan de lêkolîn û lê pirsîna hin têgehan jî hene. Lê di encamê de helbestên  Reyhan Sarhan piranî li ser têkoþîn û lehengên têkoþînê ne, li ser welatparêziyê, lehengparêziyê ne. Di helbestan de gelek mekan û navên bajar û navçeyan dibore, her wekî din di helbestan de daxwaziya her car perçeyên welêt, eþqa Edûlê û Dewrêþ, xerakirina gundan û penaberî û doza welatekî serbixwe û hwd gelek tiþtên din di helbestan de hatine vehûnandin. 

Mijarên di helbestan de serdest in piranî wiha ne: Hebûn û vejîneke bi êþ, keser û kul, hêviyên emirqûtî û bendemayinên bi êþ û têkoþeriya lehengên civakê û hwd. Talî mijdareke bi êþ û bi mij e helbestên “Mijdar"ê. Li xwe mikurhatinên þikestîn, penaberî û þibandinên cihêrengîn, doza welêt, bêrîkirin, þikestandin, derbdayînên doza welêt û her çar perçeyê Kurdistanê mijara helbestan e. Zarokatî û milkê zarokatiyê û bîranînan jî xwe di helbestan de neqiþandine. Hin helbestên me jî wekî agirê tenûreke dadayî ya tenebûnê ye. Her wiha di nav helbestên Reyhan Sarhan de têgehên hatine dahûrandin û analîzkirin hene loma jî meriv dibêje qey ne helbest in, meriv dibêje qey teoriya têgehan e, mînakek:

EM Û GIRÎ

Girî qirêjiya dil davêje derve

Û hestên dil ji gemariyê paqij dike.

Carna hin kes û derdor

Girî wek qelsiyeke giyanî bi nav dikin

Û li gorî xwe dinirxînin.

Lê belê her kes çawa dinirxîne,

Ew mijarek din e û ji xwe ne girîng e

Bê kî çawa dinirxîne.

Ya girîng ew e ku, mirov xwe çawa bi  girî re hest dike.

Lê nebêjin ku girî her tim tê û li deriyê me dide

Na, mixabin ku girî her gav nayê

Eksa girî pir hiþk e, dijwar e

Dema ku ji mirov dixeyide nayê

Dema em wî erzan dibînin ew nayê

Demekê pevcûnek di navbera me de çê bû,

Sê salan girî bi dora min neket. 

Helbestvan nabêje “Ez” dibêje “ Em” yanê dema lêkera girî tehlîl dike heman demê de tehlîla giriyê civaka xwe jî dike, helbet ji  xwe destpêkiriye û ketiye vê rêwîtiyê û xwe gihîþtiye vê encamê. Yanê asas neynik xwe girtiye û paþê berê neynika xwe bi civakê vekiriye û dîtiye ku giriyê wê û yê civaka wê heman tiþt e û heman hêsir û hestan diweþîne û dibarîne loma helbestvan bi qasî têgeha girî vekolaye û veçirandiye ew qasî jî xwebixwe ketiye nîqaþan û ketiye bin bandora têgeha girîbûnê. Asas helbestvan di vir de bi qasî têgeha girî analîz dike heman demê bandora ehleq û estetîka girî ya li ser þexs û civakê jî analîz dike. Vê analîza xwe jî bi þêwazeke monologîn vedirêsîne. Loma jî dema em li gelemperiya vê helbestê dinêrin, em fêm dikin, têgeha girî hatiye analîzkirin. Li ser têgeha girî helbestvana me analîzên xwe û tespîtên xwe datîne, helbestê nanivîse, di dewsa helbestê dahûrandinê û mijarên teorîk berbiçav dike. Belê teorî û analîzkirin baþ e û ramanî ne lê bi awayekî helbestî dema meriv vê helbestê dixwîne meriv ekla helbestê jê wernagire, meriv tama ceribandina teoriya têgeha girî jê werdigire. Loma ji helbestê bêtir di ekla teoriya têgehekê de ye. Wekî em dizanin girî têgeheke hem xwezayî û hem jî  hesteke xwezayî ye, wekî hestên din girî jî ji bo jiyana mirovan hewcedar e. Em dikarin bêjin di hin deman de dermanekî rihî û hestî ne. Loma girî hesteke asayî ye û divê asayî bê lênêrîn. Taliya talî di temamiya helbestên me de mijar lehengên ji civakê bûne milk û têkoþerî û serhildanên wan hatine neqiþandin. Loma em dikarin bêjin helbestvana me, ji “Ez ê” bêtir “Em” teyisandiye di helbestên xwe de....

Sûdewergirtin:

Mihail M.Bahtin, “Soylem Turleri ve Baþka Yazilar”, Metis


Çorê ARDA

Hemû Nivîsên Çorê ARDA

Hûn dikarin li van jî binêrin

Versiyona 'Dewrêþê Evdî' ya li ku Efrînê hatibû berhevkirin derket

Versiyona 'Dewrêþê Evdî' ya li ku...

24 01 2021

2020: Li Tirkiyeyê hejmara xwendina rojname û pirtûkan daketiye

2020: Li Tirkiyeyê hejmara xwendina...

23 01 2021

Larry Kingê navdar mir

Larry Kingê navdar mir

23 01 2021

Serfermandarî ji ber derziyê îstîfa kir

Serfermandarî ji ber derziyê îstîfa kir

23 01 2021

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname