Çapemeniya Kurdan a Neteweyî Heye Gelo?
Ev ji ku derket?
Ez bêjim:
Çend roj berê, hevalê me Bedran Dere li ser twittira xwe wisa nivîsî;
"Hemû xebatkarên çapemeniya kurdî di kongreyekê de xeyal dikim. Di çarçoveya pîvanên rojnamegeriya gerdûnî de, derheqê hin mijarên netewî û bikaranîna zimên de li rêyên lihevkirinê digerin."
Min wisa nivîsî; "Xeyal xweþ e lê çapemeniya kurdan nîn e..."
Hêja Lezgîn Akdenîz ji min pirsî, "Tu li ku dinivîsî û li ku dijî?"
Ger bi dilê we be, ez dixwazim em hinekî li ser vê "hebûn an nebûna çapemeniya kurdan" serê xwe biêþînin.
JI MED TV HETA NIHA
Berî salên 90'î çapemeniyeke kurdan a ku em wisa pê serbilind bin nîn bû. Derketina hin weþanan nayê wê maneyê ku çapemeniyeke kurdan hebûye. Em ê di nivîsê de li bersivê wê jî bigerin.
Berî her tiþtî bêjim, bi salên 90'î re di vî warî de kurdan gavine mezin avêtine. Wan salan yekem televîzyona kurdan Med TV derket ku gelek kesên niha di televîzyonên kurdan de dixebitin ji wê ekolê tên.
Welat û ew xeta Welatan hat ku gelek kesên niha vî karî didomînin ji wê ekolê tên.
Rewþen û Nûbihar hat ku dîsa bi heman awayî. Ligel vê yekê jî em çima dibêjin çapemeniya kurdan nîn e? A rast belkî gotin wisa be dê baþtir be;
“Çapemeniyeke kurdan a neteweyî heye gelo?”
Bi þikil gelek televîzyon, rojname, kovar hene. Malper hene. Lê çiqas neteweyî ne? Em hinek din li meseleyê binêrin…
Em þikil, qelîteya deng/dîmen/weþanê datînin aliyek, li naverokê dinêrin û wisa mijarê digirin dest…
TELEVÎZYONÊN PARTIYAN
Niha, televîzyonên kurdan ên tevgera bakur hene, li aliyê din Ronahî TV heye ku weþana wê zêdetir ji bo rojavayê Kurdistanê ye.
Li Baþûr, Kurdistan TV, Kurdsat û KNN News her yek a partiyek bûn.
Yên li Baþûr ku niha zêdetir li pêþ in: Rûdaw TV girêdayî hêja Nêçîrvan Barzanî ye (Ez qala "Fermîyetê" nakim. Jixwe di nav kurdan de her tiþtin "fermî" û "nefermî" hebûne, dê hebin jî). K24 girêdayî hêja Mesrûr Barzanî ye. NRT ya Partiya Niwe ye.
Kanalên televîzyonê yên bi taybetî ji bo rojhilatê Kurdistanê weþanê dikin jî hene. Lîste wisa dirêj dibe.
Malperên me, gelekên wan dîsa bi vî awayî ne. Di nav de îstîsna hebin jî bi piranî mesele ew e.
"MURDOCH'ÊN ME NÎN IN
Rupert Murdoch xwedî çapemeniyeke mezin e. Kanalên wekî Foks (orjînala wê "Fox"), Eurosport, Direct TV, Sky TV yên wî ne. Di bin banê "News Corporation" (yan jî News Corp)" de karê xwe dikin ku ev kompanî beþek ji hîseyên wê yên gel in. Yanê kanal ne aîdê dewletê ne, ne yên rêxistin û partiyan in. Helbet fikrek wan a siyasî, meylek wan heye lê ev ne mijara me ye.
BBC: ‘MUXATABÊ ME NE HIKUMET E, GEL E’
Li Îngilistanê jî mînaka BBC heye. Ew bi pereyên ku ji dewletê digire weþanê dike lê xwe ne girêdayî dewletê/hikumetê, girêdayî gel dibîne û li gor wê rêgezên xwe saz kirine. "Di sala 2015’an de hikumeta Îngilistanê xwest butçeya BBC kêm bike, naveroka bernameyên BBC bide nîqaþ kirin, bi gotineke din xwest mudexeleyê naveroka kanalê, bernameyên wê bike û ji bo vê mesele heta meclisê bir. Rêveberiya BBC bi daxuyaniyeke wisa bersiva hikumetê da:
"...BBC ne saziya xebatkarên xwe ye û ne jî ya siyasetmedaran e, malê gel e. Hîsedarên me gel e. Pereyên rusqetê (weþanê) ew didin. Herî zêde divê em guh bidin dengê wan. Yê ku der barê pêþeroja BBC û radyoyan de biryarê bide jî ne hûn, lê gel bi xwe ye."*
PRAVDA 17 MÎLYON TÎRAJA WÊ HEBÛ
Belkî em dikarin bibêjin li welatên “lîberal” mesele ev e, lê li welatên Sosyalîst? Mesela “Pravda”ya Bolþevîkan? Em ji bo wê dikarin çi bibêjin?
Pravda di sala 1925'an de dest bi weþanê kir, di sala 1970'yan de tîraja wê ya rojane gihîþt 17 mîlyonî ku li hemû dinyayê ev rojnameya ku rojane herî zêde dihat belavkirin bû. Ew jî li seranserê welat dihat belavkirin. Em biecibînin an naecibînin tiþtek din e lê derdê wê temamê welat bû. Erê li ser birdoziyeke weþan dikir lê ji bo hemû welat bû. Emê ji bo wê bêjin çi? Ha, ger em bêjin 'Ew li me nayê' wê çaxê em wê deynin aliyek.
Niha em vegerin ser ên me; Mixabin ne Murdochekî me heye, ne jî saziyeke wekî BBC ku her çiqas dewlet/partî/rêxistin pere bidin jî tenê xwe aîdê gel bibîne… Mixabin yên me dema rewþ were ser berjewendiyên partiyan, saziyeke ku ne berjewendiyên partiyan lê berjewendiyên welat bigire dest nîn e.
Saziyên me yên çapemeniyê, ji ber ku pereyên xwe ji partî/rêxistinan digirin xwe mecbûr hîs dikin ku li gor wan weþana xwe bikin. Mînak Rûdaw TV... Ew, hemû weþanên zindî yên desthilatdarên Tirkiyeyê wekî kanalên tirkî yên din bi awayekî yekser (zindî) diweþîne.
Çima?
Ji ber weþanek bi vî rengî, heta berî Referandûmê (2017) jî piraniya gelê Baþûr baweriyek mezin bi Tirkiyeyê û rayedarên wê hebû.
Di malpera wan de her roj nûçeyên li ser giregirên Tirkiyeyê hene, tu dibêjî qey meraqa hewlêriyan tevan li ser e ka þêwirmendê kîjan wezîrî çi dibêje?
Bêyî em dirêj bikin: Kî pere bide gotin di ser gotina wî/ê re tune û weþan li gor vê tê sazkirin!
Ger li welatek Murdochekî te tune be, yan jî saziyeke wekî BBC tune be û weþaneke neteweyî tune be gelo mirov dikare bibêje li wir çapemeniyek neteweyî heye?
Wekî hejmar hebûna gelek saziyên çapemeniyê dikare nîþanî me bide ku "çapemeniyeke kurdan a neteweyî heye"?
Bi ya min na! Erê sazî hene, weþan hene lê "alî" ne, ne bi temamî "neteweyî"...
Em mînakek jî ji rewþa dawî ya li Baþûr ku di navbera du partiyan de xirecir heye bidin: Weþanên li ser tevgera Bakur tiþtek din dibêjin, yên li ser tevgera Baþûr tiþtên din dibêjin. Kesek ne ji her du aliyan be jî bi baþ û temamî, bi zelalî nizane mesele çi ye…
Pirs ev e: Ger çapemeniyeke neteweyî tune be, yên heyî her yek li gor siyasetek weþanê bike, ka dê çawa yekîtî çêbibe?
Jixwe mesela me jî ev e. Ji ber ku çapemeniyeke neteweyî tune ye, yekîtiya neteweyî jî çênabe!
Erê, ez jî wekî hêja Bedran Dere "Hemû xebatkarên çapemeniya kurdî di kongreyekê de xeyal dikim."
Em xeyal bikin. Belkî rojek çêbibe…
*Ji bo agahiyên firehtir li ser BBC binêrin nivîsa Cemîl Oguz...
https://diyarname.com/article.php?Idx=6478