Ji Welat Esen Du Helbest
Hefteya çûyî me Welat Esen ê girtî dabû nasîn. Vê hefteyê jî em du helbestên wî bi we re par ve bikin. Kerem bikin...
XEMAN NEXWE
Xama bû, dil hebû tembûrê
Hêviya xwe danî ber bavo
Gotê; ev kar ê gewendeyan e,
ne li gorî kurê camêran e
Bû navsere, kurmê tembûrê neþikiyabû
Daxwaza xwe bilêv kir, bihîst ku bavo gotiye;
ma hîn dest ji karê gewendeyan bernedaye!
De xeman nexwe, loo
Ji kalbûnê re hê gelek maye…
2010
***
DARHINAR
Delalê dil deranî da destê delêl
Çû vezeliya li ber siya dara hinêr
Dîtina ku dît hinar di kefa dest de
Dil diweþe ji nava lêvên delêl
Heyhat û çi heyhat!
Heyat kirine tiþtekî weha
Dil dil dixwe li binya darhinarê
2010
***
Nivîsa li ser Welat Esen: