Bindestî kompleks hegomaniya(!)
Bi awayekî beloq û nezan xwe nîþandayînên hegomanîk ên bi kompleks ku ji kaniya bindestiya me avê vedixin, hin kurd wê li dijî hin kurdên din bikar tînin, pê wan biçûk dixin, dikin amûrê henek pêkirinê ku êdî bi awayekî meriv êdî eciz dike.
Çi ku nezantî ye.
Çar mînakan bidim û pê de herim;
1-Rojekê nivîskarekî me ji min re gotibû, “hûn sê-çar hebin li rojavayê Ferêt (Li Semsûrê) hewl didin kurdiya wir xilas bikin” û bi nîv henek lê zêde kiribû ku em ew sê-çar kes hewl didin Semsûrê tevlî Kurdistanê bikin û gotibû ‘hûn nûnerên me ne em bi we serbilind in’!
2-Di sala 2006’an de li Amedê konferansek li ser mijara zimên hatibû amadekirin, wekî delege ez jî beþdar bûbûm. Bo lê manê meleyekî deriyê mala xwe ji me çend kesan re vekir mazûbanî ji me re kir; sibehê dema em li ser taþtê rûniþtin pirs kir ka em ji ku ne; min jî got ez ji Semsûrê me. Got pir baþ e, go “Elewiyên Semsûrê jî piþtgiriya doza me dikin”!
3-Carinan rêya min pê dikeve, yan li metrepoleke Tirkiyê yan li bajarekî me dema dipirsin, dibêjin ji ku yî, çi dem dibêjim ji Semsûrê me dibêjin aha, “hemþariyê Metîner î”!
4-Van rojên koronayê de li ser tora înternetê dostekî min ê mûzîkjen tevlî qurseke kurdî dibe. Du-sê roj beriya vê di telefonê de em axifîn min pirsî ka qurs çawa diçe. Camêr keserek kiþand, got: “qursê nû destpê kiriye, lê deqeya yekem de ez têk çûm”! Min go çima çi bû? Got: “waneya yekem de mamoste gotiye em hevûdin binasin, go min jî gotiye ez ji Semsûrê me; go mamoste û çend beþdaran bi awayekî tinazwerî gotine heee, kurdiya Semsûrê “gelmîþ dikim gîtmîþ dikim e”. Got: “ jixwe min dizanî di kurdî de belkî ez du-sê gavan li paþ wan bûm lê bi tinaz û henekên wan ez wekî derûnî sed gavî bi þûn de çûm”!
Gelo elewiyên Semsûrê yên kurd piþtgiriya kîjan doza amediyekî dikin?
Gelo devoka Semsûrê devoka kîjan zimanî ye?
Gelo nivîskarê kurd ê semsûrî nivîskarê wêjeya kîjan zimanî ye?
Gelo ji semsûrîbûna Metîner girîng e yan kurdbûna wî? Kîjan dikare me jê biþo, pak bike? Tevî ku nezan nizanin Metîner ne ji Semsûrê bi eslê xwe ji Agiriyê ye, macir e, bi salan beriya vê hatine li navçeya Kolikê ya Semsûrê bi cîwar bûne.
Lê vê nêzikahiyê, nezaniyê londoniyek li hemberî îngîlîziya Liworpoliyekî nake, di þerê netewî de katolîkekî alman bo protestanekî alman nabêje, Orhan Pamûkê ji Stenbolê bo Ahmet Umîtê Entabê nabêje, lê em bo yên xwe dibêjin!..
Çima? Çima ku em bindest in, bi kompleks in û pêdiviya kompleksên me bi desthilatê-hegomaniyê heye; ger li hemberî dijmin serkeftineke me ya em ji nevîçirkên xwe re heta hetayê vebêjin tunebe, nexwe em ê vegerin li hemberî hev bikevin hewlên hegomaniyayê ku pêdiviya kompleksên me yên ji kaniya nezaniyê avê vedixwin pê heye..!
Ew ji xwe razibûn piþta xwe dide çi, dide encamên hilbijartinê yên ji sandoqan derketî û girseyên mîtîngan ên bi sed hezaran. Gelo ew encamên sandoqan û girseyên mîtîngan dibin pîvanên neteweyî, belkî dibên xwe nîþandayîna siyasî lê nabin ên neteweyî, nasnameyî, çandî û zimanî; ger ew encam pîvan bin gelo em ê rêjeya bi kurdî axivtinê ya navenda Amedê ya sedî 70 siyasî û ya navçeya Semsûrê Cêlikan a sifir (0) siyasî lê sedî sed bi kurdî çawa hevru bikin!?
Dema amediyek ji min re dibêje Metîner, ez jî dibêjim lê Galîp, lê Mehdî, lê Evdilqadir û filan û bêvan!…
Bo Amed bibe Ameda îroyîn xwîna bi deh hezaran xort û keçan hatiye rijandin, berdêlên pir giran hatine dayîn, lê bo di mijara neteweyî de pêþketina bajarekî mîna Semsûrê, Gurgimê, Elezîzê û hwd. tevgeran çiqas xebat kiriye, di ber de çiqas berdêl dane?
Nezan in, nizan in; li gorî bajaran behsa qerekterê mirovan kirin ne rêbaza kurdan e ya tirkan e, çi ku kurd ne gorî bajaran gorî êl û eþîran behsa qerekterên baþ û xirab dikin.
Çawa ku ev dirûþma ‘bi can bi xwîn em bi te re ne…’ wergera erebî ye, gotina ‘Sirûc embara mêran e’ jî ne bi kurdî ji tirkan hatiye girtin, yanê jê girtina ‘bajarê ‘x’ ulkuculer yuvasi’ ya nijadperestên tirk e.
Heçî meseleya kurdî ye, kîjan bajarî me dikare bêje devoka min a kurdiya standart-navendî ye? Bes di ragihandin û wêjeyê de kurdiyeke navendî, standart çêdibe ew jî ji kurdiya her devokê, bajarî pêk tê, ne ya devokekê, bajarekî bi tenê.
Jixwe bila standardek di devokan de çênebe, bila mîna xwe bimînin ku rehlên kurdî kûrtir dakevin, gewdeyê zimanê me qehîmtir bibe, ferhenga me þêntir û meztir bibe. Çi ku ger ziman hewz be devok jî kaniyên dihêrikin tên hewz tije dikin in.
Yanê amedî dibêjin ‘Sa’ rast e, lê Semsûrî rastiya wê ‘Sewê’ bi lêv dikin þaþ e! Çawa dibe?
Çima ku siyasî hegomaniyayê kompleksek bi xwe re aniye, nabe ku tiþtekî Amedê þaþ be yê bajarên din rast be…
Nekin heyra nekin! Sînorên bajarên xwe me bi xwe diyar nekirine, loma li gorî bajaran pîvanên çanda rast, zimanê rast, qerekterê netewî diyar kirine þaþ e.
Erê aliyekî kurdan ê xirab ku kêrî dijmin tê heye, ew li her bajarî dikare derkeve holê, ew nayê wê wateyê ku ew bajar bi hemûyî ve, êl, malbat wisa ye.
Loma nebêjin filan bajarî bêvan bajarî, bêjin aliyê kurd ê baþ û yê kewê qewmê xwe…
Heçî devok in, kurdî bi wan devokan kurdî ye, zengîn e; ‘gelmîþ dikim û gîtmîþ dikim, min çaldirmîþke ku te aramîþ bikim’ ka biçin li kûçeyeke kîjan bajarî dibe bila bibe bigerin ger ber guhê we neket bêjin kurdiya Semsûrê bi tenê wisa ye!
Ji dewsa hûn tinazên xwe pê bikin, bikin egera henekan hinekî li ser sedemê serê xwe bêþînin; sedem ev e, BI CAREKÊ RE BAJARÎBÛYÎNÊ Û BIKARANÎNA TEKNOLOJIYA WEKÎ TELEFON Û HWD. têkîliya bireke mezin a kurdan ji kurdî birî, wan nekarî-nikarin gorî rewþa nû termolonojiyeke bi kurdî bibînin û bikar bînin.
Loma ne tenê li Semsûrê, li pir bajar û navçeyên me rewþ ev e!
Mekin heyra mekin; devoka xwe li ser kesî ferz nekin, dengbêjê jê hez dikin li ser kesî ferz nekin, li bajarekî kurdan rabûna pir nivîskaran wî bajarî, devoka wî bajarî nake navenda kurdî û wêjeyê.
Mirovan ji ber devok, kêm bi kurdî zanînê û kêm siyasîbûnê piçûk nexin, henekên xwe pê mekin. Mirovan ji kurdayetiyê, ji kurdî sar mekin…
Ez ne nivîskarê Semsûrê me, ez nivîskarekî zimanê kurdî û yê neteweya kurd im. Ê din jî wisa ne; ji Þirnexê, Mêrdînê, Wanê, Elîhê bûyîna nivîskaran wan nake nivîskarên bajaran, ew nivîskarên netewekê ne, yên ziman û wêjeyekê ne.
Dev ji vê hegomaniya bi kompleks a bindestiyê berdin û mirovan gorî zarav, devok, bajar, herêm, gund û malbatê nenirxînin. Çi ku kurd kurd e, wan ji kurdbûna wan sar mekin, bi dûr mexin.
Lê gelek asayî ye meriv wiha bêje, wiha bihizire, wiha hez bike û yan hez neke:
Ez wekî Welat Dilken; ji axaftinê axaftina bi hev re ya duhokiyan ta Berwariyê, ta Botanê hez dikim, pir nazik û kubar e.
Ji wêjeyê, nemaze helbest û pêxþanê ji ya nivîskarên Mêrdînê hez dikim ku nemir Arjen Arî bi min pîr û hosteyê vê yekê bû! Sedema wê jî pir çand, pir ziman, pir nijadiya Mêrdînê ye ku rengê xwe dide vegotinê.
Ji devokan ya berferêt hez dikim, hêsa ye, hêrikbar e, bi hêsayî tê famkirin. Ji fonetîkan ji ya Pazarcix, Elbistana Gurgimê ta Islahiya Dîlokê hez dikim, gelekî kêfa min pê re tê.
Ji bajaran ji Semsûrê, Dêrsim, Zêtûn, Mîdyata kevn û Tatwanê hez dikim.
Ji dengbêjan ji Huseynê Ferê, Cemîl Horo, Ûzerê Þirîfnî, Kawîs Axa, Meyremxan û Eyþe Þanê, ji destanan ji Memê Alan hez dikim; bila Dilþêr Bêwar dilê xwe qet negire, nikarim pênc deqeyan jî guhdariya Þakiro bikim… Sedemên vê jî hene, çand û seqa; ez ji seqayeke (iklim) nerm û germ mezin bûme lê Serhed sar e, bi min bandora wê sariyê li ser deng û sewta dengbêj-zakiran jî heye, loma…
Erê Amed li ber dilê me þîrîn e, nirx e, paytext e, hêja ye, lê nizam ji ber kevir û axa wê ya reþ e, yan ji pir siyasîbûnê ye, bi min pir sar tê, qet lê germ nebûme.
Balam tevî van hezkirin û nehezkirinan jî, ew der û dor, ew devok û bajar, ew hunermend û nivîskar ên me ne, yên min in, ên neteweya min in.
Yanê bo ez wisa hez dikim an hez nakim, nikarim heman tiþtî li ser kesekî din ferz bikim, ew hezkirin nehezkirin tiþtekî þexsî ye.
Divê em wisa lê binêrin, ne bi çavê ji bajarekî bûnê, devokekê, siyasîbûnê, divê em wekî neteweyeke li yên xwe binêrin, ku di nav neteweyê de cudahiyên wisa rengînî ye, gelek normal in, di her netew û zimanî de cudahiyên wisa hene.
Bo wê, hewceyî bi hegomaniyên bi kompleks ên ji bindestiyê tên, ji nezaniyê diçêrin nake. Erê aliyekî kurdan ê xirab heye ku ew jî li her derê dikare rûyê xwe yî reþ, kirêt nîþanî me bide, mixabin…
Têbinî: Mînak giþ li ser Semsûrê bûn, mebesta min ne ku Semsûrê biparêzim an derxim pêþ, lê mînak ji wir bûn loma pir behsa Semsûrê hate kirin. Balam ew mînak bo bajarekî me yê din, yê wekî Elezîz, Bîngol, Dîlok, Amed, Gurgim, Meletî, Êlîh û hwd. jî dikarin werin dayîn.