Tundiya Katjimêran
Cesar VALLEJO
Temam mirin.
Mirî, Doña Antonia, ku li navçeya dewixî nanê erzan dipat.
Mirî, Santîagoyê keþîþ, yê ku silavtêvedana keç û xortan ew þa dikir û çawalêhato silava tevan yek bi yek lê vedigerand:
"Rojbaþ, Jose! Rojbaþ, Maria!"
Mirî, ev terr û cana kej, Carlota, yetamekî çend mehî jê ma, ku ew yetam jî heþteyekê piþtî mirina dê, mir.
Mirî, xaltiya min Albina, ku ji dewrên berê ve strangotin jê re ‘edet bû; li hêwanê, di ber dirûna cilûbergên modaya berê re, ku li hev difesiland ji bo navmaliya xwe, jina nestêle, Isadora.
Mirî, mêrikê bi çavkî, yê ku ji ber min navê wî lê diteriqî, yê ku li ber tava sibehê bi xew ve diçû û li pêþberî devê deriyê sefarê li serê koþê, rûdiniþt.
Mirî, Rayo, kûçikê ku girs bû mîna min, bi guleyekê bû berate ku kes nizane ji ku ve hat û çawa lê ket.
Mirî, Lucas, bûrayê min bû, û hingê li hafa bendan tê bîra min baran dibariya, vêga, tu kesê ku hunkufê min be nema.
Mirî, diya min, a di devançeya min de, xweha min a di kulma min de û birayê min ê di hinavlebatên min ê bi xwîn de;
her sê jî di Tebaxên salên li dû hev de, li daxbariyeke kêmbîna pev gihan.
Mirî, Mendezê muzîkjen, girs û tim serxweþ, ku di klarneta wî de toccata*yên melankolîk li hev di’edilîn, li kovika mirîþkên taxa min a ku berî ro here ava mirîþk lê diçûn lûsê.
Mirî, abadîniya min, a ku îro ez ketime dîdara wê.
*Toccata yan jî Fuga: Cure-stranek e ku bi rîtmek diyar û bi rêkûpêk ji bo klavyeyê tê nivîsandin.
ji fransî: yeqîn h.
***
*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.
Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beþa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niþtecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên þanoyê nivîsiye. Tev li þerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.
César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.
Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êþ, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye!
Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.
César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencþemê!) ya bi þilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piþtî mirina wî deng daye!
Hin berhemên wî:
- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest
- Trilce: 1922, Helbest
- Tungsten: 1931, Roman
- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest
- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me yeqîn h. ji du hefteyan carek helbestek, an pexþanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêþkêþî we bike.