• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Kazim Polat
Kazim Polat

Kazim Polat

polatkazim1964@gmail.com,,kazim.polat.33

Dîroka zimanê kurdî zêdetirî deh hezar sal e

Dîrok : 15 09 2020

Pir sal berê di nivîsekê de min xwendibû ku peyvek bi hemwetayî di gelek zimanan de hebe ya herî kurt ya orjînal e, yan jî kok e. We demê peyvên “bira” û “dan” min kifþ kiribû. Kurdî “bira”, farisî “birader”, almanî “bruder”, îngilîzî “brader”…

Kurdî  “dan” (diran, didan), almanî “zahn”, fransî “dent”, îngilîzî “tooth” yekwetayî û yek-kokî ne. Peyvên herî kurt di kurdî de ne. Wê demê min zanîbû ku ev ziman hemû ji malbata zimanekî; Hind-Ewropayî ne. Bi vî avayî min xwe bi xwe kifþ kiribû ku bira û dan peyvên herî kevn û kok-rehl in. Ev kifþa min ez kêfxweþ kiribûm.

Çend sal berê rojekê min di rojnamêya Blick a almanî de nûçeyeke xwendibû ku sernivîsa wê nûçeyê “KOKA ZIMANÊ ALMANÎ LI TIRKIYÊ YE” bû. Gotina “LI TIRKIYÊ”  ne li gor dilê min bû, lê dîsa jî bi wê nûçeyê re ez bi heyecanê ketim û kêfxweþ bûm. Li gor nûçeyê  li Newzelandê komeke zimanzan metodeke nû avakirine û ev metod jî bi “genetîka ziman” bi nav kirin e. Bi vê metodê koka zimanên Hind-Ewropî lêkolîne û kifþkirine ku koka zimanên Hind-Ewropî li Tirkiyeyê ye. Lê di vê nûçeyê de nehatibû eþkerekirin ka koka van zimanan kîjan ziman e. Eþkere bû ku ew ziman ne zimanê tirkî ye… Min jî xwe bi xwe got, gerek ev kokziman kurdî bibe.

Di van rojên dawî de li ser înternetê rêwitî û gera etîmolojî yan jî bêjenasî ya zimanî kurdî dikim û çi nivîs, çi vîdeo bibînim dixwînim û temeþe dikim. Tiþtên ez hîn dibim min bi coþ û kelacanê dixe. Bi taybetî, vîdeoyên Alî Karduxos agahî û lêkolînên hêja pêþkeþ dike. Bi dîtina min qisûrek wan vîdeoyan heye ew jî bi tirkîbûna wan e; hevî dikim ev lêkolîn bi kurdî bên berhevkirin û weþandin da ku di bin destê me de wekî berhemek hebin.

Dema min lêkolînên Alî Karduxosî guhdar kir ew nûçeya ku min li jor qal kirî hat bîra min. Lêkolîn û hûrbûnên Karduxosî nîþan didin ku kurdî ew kokzimanê Hind-Ewropî  ye. Em ji mînakên ew dide dibînin ku dîroka peyvên kurdî ji deh hezar salan kevintir e. 

Berî ku ez çand mînakan ji Karduxosî bidim dixwazim  binyata zanista wî bi kurtî eþkere bikim. Alî Karduxosî li Yewnanistanê dijî û li wir di zanîngehê de bi etîmolojî, arkolojî û prehistoriyê ve mûjil bûye; lêkolînên xwe li ser van hersê binyatan ava dike. Her çiqas di medyaya dijital de rastî nivîsên wî yên siyasî têm jî, gor min kar û barê ku di etomolojiya kurdî de dike hêja ye, mayînde ye. 

Deng û peyvên “P”, “Pa”, “Pê”, “Paþ” û “Pêþ” ji zêdetir deh, bîst hezar salan tên (ji Dema Paleolîtîk)

Karduxosî dibêje rê û rîçikên zimanî kurdî di dema Paleolîtîk (dema nêçîr û berhevkariyê) de ye... Carekê bînin ber çavên xwe dema hê mirov bi cî û þûn nebûne û li pey nêçîrê digerin û ji xwezayê çi tiþtên tê xwarin hebin berhev dikin û bi wan jiyana xwe berdewam dikin. 

Komeke ji wan mirovan bînin ber çavên xwe. Dema diçin nêçîrê pêdiviya wan mirovan ji hev sehkirinê, hev femkirinê heye. Nêçîr li ku ye? Kîjan alî de diçe? Li rêça nêçîrê digerin. Rêça nêçîrê çi ye? Ciyê pêyên ajal an, divê ji hev bipirsin û bibêjin. Mirovên dema prehistorîk bêziman in, çi bi hevokan, çi bi pêyvan nedikarîn tekîlî bi hev re çêkin. Tenê bi dengan bi hev re tekildar dibûn. Dengê yekem ê bi weta “P” ye dibêje Karduxosî. Ev “P” ya dema prehistorîk îro di kurdî de bi eynê wetayî tê bikaranîn. Di wê demê de çi pêyv bi dengê P’yê hatiye çêkirin ew deng hêl an terafan nîþan didin. Îro jî ev deng bi wateya xwe ya bi deh hezar salan dema prehistorî di zimanî kurdî de ye û bi sedan peyv jê hatine çêkirin. 

Komek mirovên wê demê di destên wan de þiv û kevir li ajalên nêçîrê digêrin û ji wan yek li erdê þopa ajaleke nêçîrê dibîne. Bi qirîn bang kesên din ên komê dike û ew þopa ku kifþkirî nîþanî wan dide carekê bi hêla pêþ de bi dengê PÊ PÊ..  û carekê jî bi hêla paþ de bi dengê PA PA.. wê þûnpêyê nîþanî yên din dide.  

PÊ û PA çi ne? Ew organ an lebatên ajalan ên hêla ser, hêla diçî û hêla ji ku tê ye. PA organê dijbêr PÊ ye. PAÞ, an hêla ku PA lê ye. Ev PÊ û PA pêyvên bi kok in. Ji van kokan bi sedan, bi hezaran pêyv bi wê P’ye hatine çêkirin. Mînak, pê, pa, pêþ, paþ, pêl, pêya…

Deng û peyvên “D”, “Da”, “Dê”, “Dan” deh hezar salî ye (ji Dema Neolîtîk) 

Ji mayindeyên arkeolojîk tê zanîn ku mirovan cara yekem giyayên mîna genim, nok û nîsk û ajalên mîna sa, mî, bizin li ser axa Kurdistanê kedî kirine û li ciyê giya û ajal lê dijîn bi cih bûne. Gor Karduxosî dengê “D” û peyvên “Da”, “Dê” û “Dan” ji dema mirovan dev ji gerê, seydvaniyê berdaye û li erdekî bi cîwar bûye, giya û ajal kedîkirî ve hene. Her çi jixwe tiþtan dide, ew “D” ye. Di serî de dê dide, dê jixwe zarok dide, dê jixwe þîr dide zarokê xwe. Dema mirov dibîne jinek di nava xwe de zarokekî/e tîne dinê û þîr didê matmayî dimîne wê jinê bi dengê “Da” û “Dê” bi nav dike... Paþê dibînin ku giya jixwe tiþtan dide “Dar”, “Dan” û “Dendik” û hwd. tên bi nav kirin. Bi vî awayî bi vî dengê “Da, Dê” bi sedan peyv di zimanî kurdî de di dema neolîtîk de çêbûne. Mînak, dê, da, dî, dan, dar, dayîn, dadan, dest, dên…

Ez naxwazim dirêj bikim. Bi kurtasî ev lêkolîn û hûrbûnên birêz Alî Karduxosî hêjayî temaþekirin û nirxandinê ne.


Kazim Polat

Hemû Nivîsên Kazim Polat

Hûn dikarin li van jî binêrin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

03 03 2021

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî' da Çomak

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya...

02 03 2021

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên jinan bilind dibe

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên...

02 03 2021

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90 salî ye

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90...

02 03 2021

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname