Destexana nivîskariyê
Serê pêþîn divê em hinek tiþtan li nik xwe zelal bikin.
Heçî radihêje pênûsa xwe û xwe ber dide nav dol û newalên nivîsê êdî bê hemdî xwe be jî, ew êdî rêwiyê rêyekê ye.
Îja heçî rê ne, dirêj in û tê heye ku hemû rêwî nikaribin rêveçûna xwe bidomînin û pêleltir biçin. Gelek jê zû diwestin û ji rê deralî dibin. Hin bi kotekî xwe dixiþînin hin jî bi gavên hêdî lê hêmin her berpêþvetir diçin heta digihêjin hin qonaxan.
Mirov lew dinivîse da ku nivîsa mirov bê dîtin, piþtî hate dîtin bê xwendin, piþtî hate xwendin deng vede. Li nav mirovan belav bibe. Bo zimanên dîtir bê qulibandin, nivîs û gotar li ser bêne nivîsîn. Welhasil hemû kesên qelem li dest dixwaze tovê çandî bihilîne jî, ev daxwazeke gelek normal e. Ev ne þerm e jê re ne jî daxwazeke zêde ye.
Em hemû ji bo bên xwendin dinivîsin. Bêguman di vê destexanê de her kes bi qasî hev bi siûd nîn e.
Helbet wekî her tiþtî, hemû qat û tebeqeyên jiyanê, di destexana nivîskariyê de hemî bi qasî hev bi siûd, xwedan avantaj nîn in. Divê em vê qebûl bikin, ku çerxa jiyanê ji bo her kesî bi heman siûd û bextî nagere!
Nivîsîna serkeftî û baþ li aliyekî, siûd û lihevhatina wext, zirûf û mecalên kesan li aliyekî. Ligel vê rastiyê jî eþq û heza nivîsîna bi ser her tiþtî re ye û sir û qeweta nivîskarekî li pêyan digire jî hema her ev sir e.
Em qelem li destên bi kurdî dinivîsin dezavantajên me li gorî xelkê gelek gelek zêdetir in, hewce nake niha yek bi yek behs bikim. –Helbet ev behskirina min jî tenê fikrên min in û ez tenê ser navê xwe diaxivim-
Min dil heye piçekî jî behsa ser destexana nivîskariya me bikim.
Qasî ez dibînim ev destexaneke têkel e. Çend celeb zad û zerzewat li ser rayêxistine.
Ligel vê du celeb hinekî zêdetir kela wan heye, hinekî zêdetir bêhna wan bilind dibe û hinekî pirtir tê pêþ çav.
Yek ji wan, girara gupgupeyan e. Ya dî girara siyasîyan e.
Ez mebesta xwe zelal bikim
Gupgupe ew kes in, piraniya wan berê bi zimanekî dî dinivîsîn. Di nav derdorên wî zimanî de, li texma “kirasê duyan, heta hin yê sêyan” heta radeyekê þewq vedabûn. Paþê þevekê jê re wehîy hat û bi kurdî hesiyan. Wan jî demildest rahiþt þûr û mertalê xwe û daketin meydanê. Wan wisa hizir dikir, hema ew bi hubra xwe piçekî pif bikinê demildest kurdî dê bi per û bask bibe û bifirînin ber ezmanan. Çawa be, ji wan wetrê meydan xalî bû. Tenê çend gundî û gundîlok ji xwe re tê de dipitpitîn.
Helbet bazara sûka texmê jorî û bazara reþ a kurdîyê li hev nehat. Çawa hatin li bend û dîwarên hiþk ketin û rep û rût li meydanê man.
Îja wan rabû çi kir?
Çend tir û fisên ji golikên texma jorî elimîn anîn nav me: Ew pozbilindiya xilole û xilêfî ya rewþenbîriya tirkan; ku bi çavekî bi kompleks li dinyaya rojava dinêrin û bi çavekî bi kibir li ya rojhilatê, wan kopy-pest kir û anî li nav koma destexana me danîn.
Bi hatina wan re klik, grûb grûbanê, ji hev transferkirina nivîskaran, hev biçûk dîtin û xwe sepandin, li nav komên nivîskariya kurdî belav bû.
Wan, edebiyata me bilind nekir, mixabin ya heyî jî hev li hev kirin çav û pîvaz!
Girara duyan jî, girara nivîskariya bin per û baskên hîzb û cemaetan e, ya wan jî, hewce nake gotineke dirêj bikim. Bi çavê wan, dinya ro bîst çar saet tenê li dora wan digere, ew spî, û yê dîtir tev reþ in. Heke ji wan be, baþ e, heke derî wan be, miheqeq bi kûs û kêmasî ye û bi serê kixsekê nake.
Îja em di nîveka van her du giraran de!
Ez bawer nakim demeke dirêj jî giraniya van her du pêlan ser destexana me kêm bibe. Heta ev dem dê wisa bê û wisa biçe. Em ê ji xwe re gelek caran xwe ker, lal û kor bikin û tenê bi nivîsîna xwe bilebikin.
Ha, ev ne gazin in, ev tenê pênasekirina rewþ û tîtalê me ye.
Heta radeyekê jî normal e, hindî tu mezintir bibî dê barê te jî girantir bibe û dê pêl û bayên cudatir bi ser te de bên.
A girîng, mirov rihê wexta tê de serwext bibe û dû pêjna dilê pênivîska xwe bikeve.
Bawer bikin, li ser vê destexanê têra her kesî “cih” heye.