Pêþniyazek bo yek(ne)bûnê
‘rondikên yekbûnê
min dî û ez bi wê girîna wê, bawer bikin pir kêfxweþ bûbûm! diya min digirî û hêstirên wê
bi yên jinên din ên kurd re hêrikîn, yekem car li Kobaniyê tevlîhev bûn ‘bûn yek’;
hew ew car bû, car din jî nebû…’
*
Dibêm ger ew pir rengî û pir dengiya dewlemend a di nav kurdan de heyî ger di nav netewekek normal de hebûya wê bo pêþketina xwe gelek gelek jê siûd wergirta; lê mixabin wê ‘pirê’ serê kurdan xwariye, bûye beleya serê kurdan!..
Di wextê de ger mîna yên xelkê yên me jî du-sê heb bûna yekî wê piþta yê din daniya erdê niha belkî em wisa nedibûn! Lê ne yek du bûn kurt û kurmancî 27 mîr bûn, yekî ji bin yekî re av venexwar; halê me li holê ye…
Bi wê jî nema, ji ber ku þertê netewbûnê yê yekem kurdan ji dest berdabûn ew pir-rengî, pirdengî mixabin nebû dewlemendiyekê, bi destê fanetîk û fêlbaz û neyaran bû beleya serê kurdan.
Dibêjin; ‘heftê û heft çîrokên hirçê hene giþ li ser dara hirmiyê ne’, wisa ye, bi salan e mijara yekbûnê di nava kurdan de bûye meseleke ne digihîje mexsedê ne jî wekî çîrok dawî lê tê anîn.
Te dî, her serê demeke ya bo hêz û siyasiyên kurd girîng hema hate rojevê, ‘yekîtî’!
Baþ e xweþ, çi ku gotine; ‘ger hûn nebin yek hûnê herin yek bi yek’
Erê em nebûne yek û em terin ne yek bi yek; du bi du, sê bi sê, pir bi pir..!
Wextekê tam hatibû wê astê, lê ji ber derd û hesabê ‘bila yên min yek ji yê te zêdetir be’ ew xeyal bi yek du wêneyan ve li holeke Selahedînê mabû.
Bo wê dibêm, heke ew kongre ne di hola otêleke pênc stêrk û di bin çavdêriya neyaran de, ger di þikefteke Kurdistanê de lidar nekeve, hêngê min jê ne bawer e…
Lê min ew yekbûna bes di xewnên þevan de dihat dîtin, roj nîvro li pêþ çavên hemû cîhanê pêk hatibû, carê dî û hew…
Mixabin, wê yekbûnê car din rûyê me geþ û xweþ nekir; li Kobaniyê, li ber çavê dostan jî dijminan jî ew xeyal veguherîbû rastiyê, pêk hatibû ew yekbûn, mixabin ew jî bi wê ve ma… Herhal me ya qîmeta wê nizanî yan ew fam nekir; car din rûyê xwe bi me nenimand…
Yekbûn cewherê neteweyên normalîze bûyî, xwedî hêz, tolerans, xweþbînî û demokratîk e; qey em wisa ne! dibêm mixabin, em hê ji wir gelek gelekî bi dûr in…
Çi ku me pir-rengî, pirdengiya xwe ya bibe dewlemendiya me, me ew ne bo dewlemendiyê bo ji hev dûrketinê, ji hev heznekirinê, ji hev re dijminatî kirinê bikar aniye; jixwe bi wê rêbazê em nebûne yek û em ê tu car nebin yek…
Mînak, çar baweriyên kurdan hene, elewîtî, yarsantî, êzdîtî û mislimantî lê ew her çar bawerî bo me nebûne sedema pir-rengiyê bûne sedema pirdijminatiyê; yên ew fanatîzîm, radîkalîzîm û pêþderazî li pey xwe hiþtî ne tê de, piraniya endamên van baweriyan baweriya xwe li pêþ neteweya xwe digirin. Loma yekbûna kurdan ne di baweriyê de ye, çi ku sedemeke parçebûna wan ji ber pirbûna wan baweriyan e.
Çar zaravayên sereke yên kurdî hene; bo (pirdengiyê) ew jî sedemeke dewlemendiyê ye lê mixabin ji dewsa ku ew pir zaravayî zimanê neteweyê hê bêhtir bi gewde bikin, berevajî bûne yek jê sedema parçebûnê!
Hin fanatîkên zaravayan hene ji yên baweriyan jî xeteretir in, ger zaravayê wan nebe zimanê milî ku fedî nekin wê bi eþkereyî dijberiya yekbûnê bikin.
Çar parçe hene, ji ber (birê mezin birê biçûk) yek ji yê din re nabêje, ‘kerem ke bide pêþ e’
Hejmara çar û heftan, nizam dibêjin di nav reqeman de efsûniyeke wan heye, heft ne lê çarên me gelek in; çar zarava, çar bawerî, çar parçe, çar serok û partî; mixabin me tu efsûniya reqema çaran nedî, ne jî xêr lê dî; bûne beleya serê me…
Partiyên me jî pir in, qet nebe bo her parçeyekî yeka mezin heye, lê ji ber fanetîk, trol û gurên ketine çermê berxan, ne di yekbûn û li ev nêzûkbûnê de, di dijminahiyê de roj bo roj rik û kîna xwe li hev disûn…
Dibêm nabe, bi wan çar parçeyan, çar zaravayan, çar partiyan, çar baweriyan yekbûn nabe; heta ev ba li vê baniyê be em tu car nabin yek…
Meriv ecêb dimîne, kurdên ku her roj li bajar, navçe heta li gundan li ser hev bi þahî û govend kongreyan lidar dixin çima li kongreya yekbûyînê direvin-ditirsin; çima, xêr e, sedem!?
Lê rêyek heye, ya heya niha nehatî ceribandin, yeka her kurd a xwe dizane!
Dîrok:
Çi ku tu kurd nabêje Medî, baþûrî bûn, bakurî bûn, rojavayî bûn, rojhilatî bûn!
Çi ku tu kurd nabêje, nûroj-newroz cejna êzdiyan e, ya yarsanan e, ya elewiyan e, an ya misilmanan e!
Çi ku tu kurd nabêje, Rustem mîlîtanê filan partiyê bû yan pêþmergeyê bêvan partiyê bû…
Çi ku tu kurd nabêje, Baba Tahirê Uryan bi kurmancî dinivîsî, bi soranî dinivîsî, bi kirmanckî dinivîsî yan bi hewramî dinivîsî…
Nexwe ger bo yekbûnê kongreyeke siyasî nabe, nikare kurdan bîne ba hev, di tekane û yekane mijara ku kurd xwe yek dibînîn de destpê bikin! Ne kongreyeke siyasî, bi kongreyeke dîrokî bila xwe bo yekbûnê biceribînin, Kongreya dîroka Kurdistanê…
Belkî li wê eywan an þikefta kongre lê birêve diçe em rihê Rustem bibînin, ku li çavên beþdaran dinêre û dibêje: ‘me çi mîrate ji we re hiþt we ew bi êl, eþîr, partiyan, bîrdoziyan, zaravayan, devokan, mehseban, baweriyan, pêþeng û rêberan û bi parçe’yan xistiye çi halî; heta niha hûn li ku bûn, we çi dikir’!?
‘Bila rêbera me dîrok be’