yeqîn bike ji berçavkê, ne ji ferekê
Cesar Vallejo
yeqîn bike ji berçavkê, ne ji çavekî;
ji dirêncekê yeqîn bike, lê ebed ne ji pêlikê!
ji perwaz yeqîn bike, ne ji çivîkê
û hew ji xwe, hew ji xwe, hew ji xwe.
yeqîn bike ji xerabiyê, ne ji xeraban;
ji piyaleyê yeqîn bike, lê ebed ne ji lîkorê!
ji kelax yeqîn bike, ne ji însan
û hew ji xwe, hew ji xwe, hew ji xwe.
yeqîn bike ji piraniyê, ne ji yekî ji wan;
ji mesîlê yeqîn bike, lê ebed ne ji ava ku diherike!
ji çîman yeqîn bike, ne ji tûman
û hew ji xwe, hew ji xwe, hew ji xwe.
yeqîn bike ji pencereyê, ne ji dêrî;
ji dê yeqîn bike, lê ebed ne ji nehmehan!
ji qederê yeqîn bike, ne ji kaba ku zo hatî
û hew ji xwe, hew ji xwe, hew ji xwe.
5 kewçêr 1937
Ji fransî: yeqîn h.
***
*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.
Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beþa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niþtecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên þanoyê nivîsiye. Tev li þerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.
César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.
Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êþ, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye!
Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.
César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencþemê!) ya bi þilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piþtî mirina wî deng daye!
Hin berhemên wî:
- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest
- Trilce: 1922, Helbest
- Tungsten: 1931, Roman
- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest
- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Yeqîn H. ji du hefteyan carek helbestek, an pexþanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêþkêþî we bike. Ev nivîsa çaremîn e.