Diyarname
Şaredariyên kurdan berê li rêyên ku xelk têre derab dibe hem bi tirkî, hem bi kurdî "Pêşî peya" nivîsîbûn. Piştî ku kayûman dest danîn ser şaredariyan, ew kurdiya "Pêşî peya" jê birin û tenê tirkiya wê "Once Yaya" nivîsandin. Niha şaredariyên kurdan dîsa dest bi kurdî kir. Agahiya pêşî di vî warî de ji Batmanê hat.
Roja 31'ê adara 2024'an kurdan li bajarên xwe dîsa şaredarî bi dest xistin. Yek ji wan jî Şaredariya Batmanê ye. Midûriyeta Xizmetên Veguhaztinê ya Şaredariya Batmanê ve bi armanca pêşîgirtina qeza û mafê peya nivîsên "Once Yaya" û "Pêşî Peya" bi kurdî û tirkî li ser kolanan nivîsand. Bi vê yekê kurdiya ku kayûman rakiribûn dîsa hat. Em jî wêneyê xebata îro wekî wêneyê rojê hildibijêrin û derdixin pêş.