Diyarname
Roja 9'ê Reşemî Roja Destjêberdana Cixareyê ya Dinyayê ye. Li gor îstatîstîkan her sal li dinyayê 8 mîlyon kes, li Tirkiyeyê nêzî 100 hezar kesî ji ber nexweşiyên ku cixare dibe sedem dimirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ji sala 1987'an ve vê rojê pîroz dike û balê dikişîne ser kişandina cixareyê. Ji bo balê bikişînin ser vê meseleyê her sal roja 9'ê reşemî çalakî têne çêkirin, daxuyanî têne dayîn.
Di rojeke wisa de pirsa pêşî wisa ye: Ji îro de hûn dest ji cixareyê berdin piştî 10 salan dê rewşa we çawa be?
Li ser vê werin em li îstatîstîkan binêrin;
- Cixare dibe sedema nexweşiyên wekî qansêra pişikê, nexweşiya dil, nexweşiya nefesgirtin-dayînê, diyabet, qansêra mîdeyê, qansêra dev, qarsêra boriya xwarinê û hwd.
- Îstatîstîkan nîşan daye ku her kes dikare dest ji cixareyê berde, lê ji bo her kesî rêbaza destjêberdanê cuda ye.
- Rêbaza herî guncan di 7 rojan de dest jê berdan e. Di vê kêliyê de her serê sibê diranên xwe firçe bikin ku hêdî hêdî ew bêhn û bingeh jê here. Bi têra xwe taştê bikin; her roj serê sibê rojê qedehek ava greyfûrtê vexwin. Ev yek hem daxwaza kişandina cixareyê dê kêm bike, hem bibe alîkar ku nîkotîna di laşê mirov de têk bibe.
- Ger hûn zêde cixarekêş bin, divê hûn serî li klînîkek bidin.
- Piştî destjêberdana cixareyê bi 15 rojan di gera xwîn û oksîjena laşê mirov de başbûn çêdibe. Ev yek ji bo pişika mirov baştir bixebite dibe alîkar.
- Piştî salekî rîska (talûke) nexweşiyên qelb û rehan nîvî nîvî dadikeve.
- Piştî 5 salan ew rîsk ber bi tunebûnê ve diçe.
- Piştî 10 salan rîska qansêra pişikê ji bo kesê cixareyê dikişîne û nakişîne dibe yek.
Di Roja Destjêberdana Cixareyê de em serketinê bo kesên dixwazin dest ji cixareyê berdin dixwazin.
Not: Li dinyayê hem roja 9'ê reşemî, hem roja 31'ê gulanê ev roj tê pîrozkirin.