Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan bi biryarek rektorên 13 zanîngehên taybet û yên dewletê guhartin. Li gor biryarnameyê rektorên zanîngehên bajarên kurdan ên wekî Zanîngeh Mûnzûr, Mûş û Wanê jî guherîn.
Erdoganî, Prof. Dr. Kenan Peker wekî rekto şand ser Zanîngeha Mûnzûrê, Prof. Dr. Mustafa Alican şand ser Zanîngeha Mûş Alpaslanê û Prof. Dr. Hamdullah Şevli jî şand ser Zanîngeha Wan Yuzunci Yilê.