Diyarname
Li bajarê Culemêrgê 3 mebûs hene. Culemêrgê carek din her sê mebûs diyarî partiya kurdan kirin.
Culemêrg ji aliyê Yeşîl Sol Partî tekane bajar e ku hemû mebûs dane Yeşîl Sol Partî. Li gor agahiyên ne fermî Yeşîl Sol Partî sedî 62.87 deng girtin. AKP'ê sedî 20.35, CHP'ê sedî 7.12, MHP sedî 2.90 û Yenîden Refahê 1.98 girt.
Di lîsteya Yeşîl Sol Partî de Vezir Coşkun Parlak, Oznur Bartin û onur Duşunmez berendam bûn, her sê hatin hilbijartin. Di hilbijartinên berî vê 2018, 2015'an de jî Culemêrgê her 3 mebûs dabûn partiya ser vê xetê.