Diyarname
Tûrnûvaya fûtbolê ya Ewropayê "Euro 2020" ku ji aliyê UEFA'yê ve tê bi rê ve birin didome. 6 û 7'ê mehê maçên nîv fînalê têne lîstin. Niha hakêmên van maçan hatin eşkere kirin.
UEFA'yê ji bo maçên nîv fînal û fînalê yên tûrnûvaya Euro 2020 hakêmên xwe eşkere kirin. Li gor agahiya ku hatiye belavkirin maça Îtalya û Spanyayê dê hakêmê alman Feliks Brych bi rê ve bibe. Ev maç 6'ê mehê tê lîstin. Maça din a nîv fînalê jî di navbera Îngilistan û Danîmarkayê de ye ku ev jî 7'ê mehê dê bê lîstin. Hakêmê vê maçê hakêmê hollandî Danny Makkelie ye.
Maça fînalê ya tûrnûvayê jî dê teslîmê hakêmê hollandî Bjorn Kuipers bikin. Kuipers berê fînala maça Lîga Şampiyonan û Kûpaya Super bi rê ve biribû.