'Bila cihê maça fînalê biguhere'
Diyarname
Biryar ew bû maça fînalê ya Euro 2020'î li Londona Îngilistanê bê lîstin lê ji ber ku asta vîrusê li Îngilistanê zêde bûye meseleya maça fînalê tê nîqaþkirin. Serokê Îtalyayê jî li ser vê fikra xwe got.
Vê carê 11 welat ji bo Euro 2020'î mazûvanî dikin. Biryar ew bû ku maça fînalê ya Euro 2020'î li Stada Wembley a li Londona Îngilistanê bê lîstin, lê ji ber ku li Îngilistanê asta virusê carek din bilind bûye meseleya maça fînalê hat nîqaþkirin. Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi ku ligel Þansolyeya Almanyayê Angela Merkel hevdîtin pêk anî li ser vê meseleyê jî sekinî. Draghî got, "Li welatê ku bûyer zêdetir dibin de divê mazûvanî çênebe. Ezê bikim ku vê yekê bidim sekinandin. Divê maça fînalê ya Euro 2020'î nekeve talûkeyê."
Li ser vê yekê UEFA'yê hê tiþtek negotiye û tu biryar jî negirtiye.