Belçîka û Hollanda derbasî Dora 16'an bûn
Diyarname
Îro sê maç hebûn, ji wan maçan Belçîka û Hollandayê ya xwe bi dest xistin.
Maça yekemîn a Koma C bû. Di maçê de Ûkraynayê Makedonyaya Bakur bi 2-1 têk bir û pûanên xwe derxistin 3'yan. Ji heman komê Hollanda û Avusturya hatin hemberî hev. Di vê maçê de Hollanda bi 2-0 bi ser ket û pûanên xwe derxistin 6'an. Bi vê yekê Hollanda ji komê derket û derbasî Dora 16'an bû. Ji komê Ûkrayna û Avustuya xwedî 3 Pûanan in. Di maça dawî de Ûkrayna û Avusturya dê roja 21'ê mehê bi hev re bilîzin. Kîjan bi ser bikeve dê ji komê derê.
Belçîka jî derket
Ji Koma B îro maça Belçîka û Danîmarkayê hebû. Belçîka ku yek ji favoriyên tûrnûvayê ye Danîmarka bi 2-1'ê têk bir. Belçîka bi vê yekê bû xwedî 6 pûanan û ji komê derket.
Di vê komê de Rusya û Fînlandiya xwedî 3 pûanan in, Danîmarka bê pûan e. 21'ê mehê Rusya û Danîmarka, Fînlandiya û Belçîka dê bi hev re bilîzin û tîma/tîmên ji komê derê diyar bibe/bibin.