Ronaldo bi du rekoran, Portekîz bi pûanan hat
Diyarname
Di Koma F ya Euro 2020 ku wekî "Koma Kujer" tê bi nav kirin îro du maç hebûn, maça yekem di navbera Macaristan û Portekîzê de bû. Portekîzê bi 3-0 maç bi dest xist. Di maçê de Ronaldo golek avêt lê du rekor þikandin.
Maç li Budapeþteyê bû. Macaristanê Portekîz li mala xwe kir mêvan lê mêvanî bi mêvaniya xwe nezanî. Di maçê de Portekîz serdest bû lê heta deqîqeyan 84'an jî encam 0-0 bû. Di wê deqîqeyê de Raphael Guerreiro li nav pêþ sehayê þûtek weþand, li defansê Macaristanê jî ket û di torê de çikiya: 1-0.
Piþtî vê bi 3 deqîqeyan vê carê Portekîzê penaltî bi dest xist. Cristiano Ronaldo penalti veguhart golê û encam bû 2-0. Û di deqîqeya 90+3 de Ronaldo carek din derket ser dikê û encam diyar kir: 3-0.
Portekîzê ku di Euro 2016'an de bûbû þampiyon, di vê tûrnûvayê de jî bi serketinê dest pê kir.
Du rekorên Ronaldo
Li aliyê din ev maç ji bo Ronaldo muhîm bû û wî du rekor þikandin. Ya yekem ew bû yekemîn lîstikvanê fûtbolê ku serhev de 5 tûrnûvayên Þampiyoniya Ewropayê de cih digire. Ronaldo di tûrnûvayên Euro 2004, 2008, 2012 û 2016'an de lîstibû û niha jî bû 5 caran.
Li aliyê din bi ev golên wî Ronaldo avêtin bû 11 gol ku di van tûrnûvayan de diavêjin û bi vê dibe yê herî zêde gol avêtine. Berî wî lîstikvanê efsanewî yê fransiz Michel Platini hebû ku wî di tûrnûvayan de herî zêde gol avêtibûn. Ronaldo ev rekor ji destê Platini derxist.