• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2020'an bûn
  • Kûpaya EURO 2016
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Rûpela Pêþî

Dema fînalê hat: Dante yan Shakespeare? Kîjan dê bi ser bikeve

Dîrok : 11 07 2021 | Beþ :

Diyarname

Îro du welatên mezin, du welatên xwedî kevneÅŸopiyeke ya wêjeyê ya mezin û her wiha îro du welatên xwedî fûtboleke serketî tên hemberî hev: Îtalya û Îngilistan.

Di tûrnûvaya fûtbolê ya Ewropayê Euro 2020 de îro roja dawî ye. Maça fînalê îro dê bê lîstin. Tîmek ji wan dê kûpayê bibe mala xwe. Her du welat jî ji aliyê wêjeyê ve jî, ji aliyê fûtbolê ve jî xwedî dîrokek kûr û mezin in. Her du welatan berhemên giranbuha dane dinyayê. Heta niha Îtalyayê carek ev kûpa bi dest xistiye. Îngilistanê her çiqas ev kûpa negirtibe jî bi fûtbola xwe ya nav welat li Ewropayê yek ji welatê herî li pêÅŸ e. Îngilistan niha dixwaze gavek nû biavêje û vê kûpayê jî bigire. Lê li aliyê din Îtalya ev 33 maç in ku qet têk naçe. Li gor îstatîstîkan û lîstika nav sehayê maçeke xweÅŸ li benda temaÅŸevanan e.

Maç vê êvarê saet 22.00'an de li Stada Wembley a Londona Îngilistanê tê lîstin. Hakêmê hollandî Bjorn Kuipers dê maçê bi rê ve bibe.

Îhtîmal e 11'yên wan dê wisa bin:

Îtalya: Donnarumma; Di Lorenzo, Bonucci, Chiellini, Emerson; Verratti, Jorginho, Barella; Chiesa, Immobile, Insigne

Îngilistan: Pickford; Walker, Stones, Maguire, Shaw; Phillips, Rice, Mount; Saka, Kane, Sterling

ÎSTATÎSTÎK

Îtalya bêyî ku têk here hat heta fînalê. Tam 33 maç in têk naçe. Îtalyaya di bin rêberiya teknîk dîrektor Roberto Mancini de di rezbera 2018'an de li hemberî Portekîzê bi 1-0 têk çûbû. Ji wê rojê de tam bû 33 maç in têk naçe. Di van 33 maçan de 26 caran bi ser ketiye û 7 caran wekhev maye. Îtalyayê heta fînalê 12 gol avêtin, tenê 3 gol xwarin.

Îngilistanê heta fînalê tenê golek xwar. Li ser navê Îngilistanê Harry Kane di vê tûrnûvayê de 4 gol avêtin ku piÅŸtî Cristiano Ronaldo (5 gol) û Patrik Schick (5 gol) tê (Ligel wî Benzema-Fransa, Emil Forsberg-Swêd û Lukaku-Belçîka jî bi 4 golan tên). Kane îro golek biavêje dê herduyên pêÅŸî biqufile, diduyan biavêje dê bibe golavêjê yekemîn ê vê tûrnûvayê.

Di tîma îngilîzde piÅŸtî Kane lîstikvan Raheem Sterling bi 3 golan tê.


Hûn dikarin li van jî binêrin